Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Yên ku ev êriş bi rêxistin kirine û pêk anîne, hesab wê teqez ji wan bê pirsîn

KCK'ê diyar kir ku êrişên li dijî Kurdan ji aliyê AKP/MHP'ê ve hatine kirin û got, "Êrişên tepisandin û qirkirina gelê Kurd ti carî bê bersiv nemînin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
22/07/2021 - 11:41
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, li ser êrişên nijadperestî yên li dijî Kurdan daxuyanî da ku dema dawî zêde bûne.

Di daxuyaniya KCK’ê de hate gotin, “Bila rehma Xwedê li Hakîm Dal be ku di êrişên rojên dawî de yên li Tirkiyeyê şehîd bû û şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Ji salên 1990’î û vir ve ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi pêş ket û li Kurdistan û Tirkiyeyê serhildan zêde bûn, li bajar û navçeyên Tirkiyeyê êriş li dijî Kurdan têne kirin. Bi sedan bûyerên bi vî rengî hene ku gelek ji wan bi rengê lînçkirinê hatin kirin. Êrişên ku dibin sedema birîndarî û kuştina mirovan, demên dawî zêde bûne. Berî cejnê û bi cejnê re bûyerên wiha ji nişka ve zêde bûn ku ev yek nîşan dide, bi rengekî organîzeyî têne kirin. Êrişên ku bi qetilkirina Denîz Poyraz li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê dest pê kir, bi birîndarkirin û kuştina mirovan dewam dikin. Beriya çend rojan li Afyonê êriş birin ser malbatên Kurdan û xwestin ku jin-mêrên Kurd lînç bikin. Di vê êrişê de êşkence li mirovan hate kirin û hinek ji wan birîndar bûn. Beriya cejnê li navenda Enqereyê careke din êriş birin ser Kurdan û gelek Kurd birîndar kirin ku rewşa du ji wan giran e. Li gundekî Konyayê di êrişê de Hakîm Dal ji aliyê bi dehan êrişkarên faşîst ve li pêş çavên xizmên xwe hate qetilkirin. Beriya demeke kurt li Konyayê careke din êriş birin ser malbateke Kurd û hin ji wan bi giranî birîndar bûn.”

ÊRIŞ JI BER WÊ YEKÊ TÊ KIRIN KU GELÊ KURD DI AZADIYÊ DE ISRAR DIKE

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha dewam kir:

“Êrişên li dijî Kurdan ên li bajar û navçeyên Tirkiyeyê pêwendiya xwe bi polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê re heye. Kurdên ku Kurdîtiyê diparêzin û daxwaza azadiyê dikin, weke dijmin hatine îlankirin. HDP a ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd diparêze, weke dijmin hatiye îlankirin û timî kirine hedef. Gelek caran gef li wan Kurdan hate xwarin ku deng dane HDP’ê, gef li hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê hatiye xwarin. Ji xwe tê zanîn, dijminatiya li PKK û Rêbertî ku nêzî nîv sedsal e ji bo azadiya gelê Kurd têdikoşin, dijminatiya li Kurdan e. Rêber Apo ji ber ku hişmendiya azadiyê daye gelê Kurd, di nava zext û tecrîdeke giran de tê hiştin.

Êriş ji ber wê yekê tên kirin ku gelê Kurd di azadiyê de israr dikin. Li gel zext û êrişan jî gelê Kurd di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi biryar e. Ji ber vê israra Kurdan a di azadî û demokrasiyê de êriş têne kirin. Di şexsê malbatan û şexsan de êrişî tevahiya gelê Kurd dikin. Bi rêya van êrişan hewl didin ku îradeya jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd bişikînin. Welê dikin ku Kurdek êdî nebêje ‘Ez Kurd im’, bi Kurdî neaxivin û bi nasnameya xwe ya Kurdîtiyê nejî! Ji ber ku dixwazin Kurdan qir bikin, bi êrişên tepisandinê dixwazin înkarê di destpêkê de di nava Kurdan de bidin kirin. Lewma êrişên li dijî Kurdan plankirî û organîzeyî ne.

ÊRIŞ JI ALIYÊ TIFAQA AKP-MHP’Ê VE TÊN KIRIN

Desthilatdariya AKP-MHP’ê kengî gefê li Kurdan, li HDP’ê û li hêzên demokrasiyê dixwe, hinek radibin vê yekê ji bo xwe weke talîmatê dibîne û dest bi êrişê dike. Navendeke şerê taybet heye ku planên tepisandinê li ser Kurdan amade dike, bi rêxistin dike û fermana wê dide. MÎT û MHP ew hêz in ku van plansaziyên şerê taybet bi cih tînin. Ji ber vê yekê piraniya kesên ku êrişê dibin ser Kurdan têkiliya xwe bi MHP’ê re hene. Ji ber vê yekê êrişên li her cihî niha li dijî Kurdan têne kirin, li ser bingeha dijminatiya li Kurdan ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve têne kirin. Tayyîp Erdogan ji gelê Kurd û hêzên muxalîf re got, ‘ev ji bo we hîn demeke xweş e’ û fermana êrişan dide. Ji xwe bi gotina ‘Kurd xwecihî û milî nînin’ kirine hedefa her cûre êrişan.

BI ÊRÎŞAN RE DIXWAZIN GELÊ KURD Û GELÊN TIRKIYEYÊ NIKARIBIN WERIN BA HEV

Armanca van êrişan ev e ku di salên dawîn de gelê Kurd ji bo têkoşîna hevpar bi gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê nikaribin werin ba hev. Qetlîamên di sala 2015’an de yên li Sirûc û Gara Enqereyê jî ji bo pêşîlêgirtina yekîtiya demokratîk a gelan bû. Ji ber ku li gorî mêtingeriya qirker gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê di têkoşîna demokratîkbûnê de werin ba hev, wê ev tişt dawiya mêtingeriyê bîne. Bi vî awayî dixwazin pêşiya pêkhatina vê yekîtiyê bigirin, him hêzên demokrasiyê û him jî Kurdan qels bikin. Bi vî awayî li gorî hesabê xwe dixwazin qirkirina Kurdan bi hêsanî bikin. Heke qirkeriya mêtinger bi van êrişan re naxwaze gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê werin ba hev, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê jî divê hevgirtin û îradeya têkoşîna hevpar a bi Kurdan re xurt bikin, di vê têkoşînê de ya li dijî faşîzmê jî bi Kurdan re bin.

Gelê Kurd divê baş bizanibe ku armanca van êrişan ji bo qirkirinê ye. Ev êriş bi plankirî ne û wê ji niha şûnde jî pêk were. Bi polîtîkaya şerê taybet Kurdistan tê valakirin, Kurd diçin ku derê jî li ser wan êriş tê kirin. Yek ji armanca êrişa li Konyayê jî ev e ku Kurdên li Anadolûya Navîn ji axa wan derxînin. Ev hemû tişt ji bo qirkirinê pêk tê.

GELÊ KURD DIVÊ STÛYÊ XWE XWAR NEKE Û XWE BIPARÊZE

Heke gelê Kurd dixwazin hebin, wekî hemû zindiyan divê li hemberî êrişan, xwe biparêzin. Ev parastin di şexsê wan de parastina hebûna gelê Kurd e. Wêrektiya Kurdan dikare her cure êrişan bişkîne. Di vî warî de divê stûyê xwe xwar nekin. Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê li her derê bi biratî bijîn. Em dijminatiya tu gelî nakin. Dema ku êrişî me hate kirin, em jî bersiva wan bidin. Ji bo vê jî divê em li her derê xwerêxistinkirina xwe geş bikin. Xwerêxistinkirin hêza herî mezin a parastinê ye. Li her navçe û bajarên Tirkiyeyê bi xwerêxistinkirin û berxwedana li hemberî êrişan dikare pêk were. Bêguman Kurd divê têkoşîna li hemberî faşîstên şovenîst, tevî hêzên demokrasiyê helwestên hevpar pêk bîne.

Wê êrişên ji bo qirkirina Kurdan tu carî bêbersiv nemîne, kesên ev êriş rêxistin kirine û kirine wê teqez hesabê vî tiştî bidin. Em bang li gelê Kurd dikin ku di rewşên wisa de bila hevgirtinê xurt bikin, ji bo bidawîanîna van êrişan têkoşîna azadî û demokrasiyê li her derê geş bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

DGH’ê li Gewerê ji bo sersala Şoreşa Rojava lê da

Nivîsa Pêş

Gerîla lê dide û dîmenên wan jî parvedike

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Gerîla lê dide û dîmenên wan jî parvedike

Gerîla lê dide û dîmenên wan jî parvedike

Hêzên Rojava li diji DAIŞ’ê operasyon pêk ani: Hevalek Şehîd bû, 2 çete hatin kuştin

Hêzên Rojava li diji DAIŞ'ê operasyon pêk ani: Hevalek Şehîd bû, 2 çete hatin kuştin

Manşet

  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.