Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Destpêka Ronesansa Rojhilata Navîn e

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
21/07/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Destpêka Ronesansa Rojhilata Navîn e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand 
Şoreşa Rojava rêya rizgariyê ya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê hemûyî nîşan dide.
19’ê Tîrmeha 2012’an şoreşa Rojava pêk hat. Em salvegera 9’an a şoreşê pêşwazî dikin. Şoreşa Rojihilata navîn a civakî, çandî û siyasî ya herî mezin pêk hat. Bêguman ev şoreş xwe disipêre şoreşa mezin ya zêhniyetê. Rêber Apo 20 salan di nava gelê Rojava, ciwan û jinan de ma. Şoreşa zêhniyetê li Rojava 1979’an bi gavavêtina Kobanê ya Rêber Apo dest pê kir. Rêber Apo xwediyê wesfên rêbertiyê yên wisa ye ku her kesê pê re axivî, her malbata lê mayî, her civata ketî nav, guherandiye.

Ji vî alî ve di nava 20 salan de li Rojava guherînên mezin pêk hatine. Her wiha bi hezaran jin û zilamên ciwan tevlî nav refên PKK´ê û gerîla bûne, bi hezaran ji wan şehîd bûne. Bingehekî wiha yê Şoreşa Rojava heye. Paradîgmaya ku Rêber Apo di pêvajoya Îmraliyê de pêk anî, di civaka Rojava de bipêşketinên nû derxistine holê. Dema ku li Sûrî krîz berfireh bû, gel ji Kobanê ya ku Rêber Apo gava pêşî li wir avêtî, dest bi şoreşê kir, Rojava azad kir; pergala xwe ya demokratîk saz kir. Ji vî alî ve Şoreşa Rojava bi paradîgmaya Rêber Apo ya civaka azadîxwaz a jinê ya ekolojîk û demokratîk pêk hatiye. Ji ber vê, ji Şoreşa Rojava re dibêjin, şoreşa jinê.

Rojava şoreşeke neteweya demokratîk e. Ereb, Suryanî, Kurd, Êzîdî, Xirîstiyan, Turkmen, Çeçen herkes bûye pêkhateya eslî û bingehîn a vê şoreşê. Ev şoreş şoreşa jinê ye. Şoreşeke demokratîk a konfederal e ku avahiyên dewletparêz û desthilatparêz nahewîne. Lewma jî şoreşa kedkar û bindesta ye. Şoreşeke dost û hevala xweza yê ye. Ji bilî hêrsa li dijî zilm û zextê, ev şoreş a hezkirin û rêza li hemberî herkesî ye. Xwe disipêre bingehên pirr xurt yên moral. Ew şoreşa ku di ser gel re ti hêz û otorîteyê nas nake. Di Rojhilata Navîn de ku zêhniyeta dewletperest, despot, desthilata zilam lê serwer e, Şoreşa Rojava bi vê karaktera xwe bûye warê azadî û demokrasiyê.

Ev 9 sal in, ev şoreş li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî dewam dike. Bandora wê ne tenê li Kurdên li çar beşên welat û bandora wê li her devera cîhanê bûye, her wiha li gelên Rojhilata Navîn tevan jî bûye. Mumkin e ji vê şoreşê re bê gotin, destpêka Ronesansa Rojhilata Navîn jî. Berê jî li Rojhilata Navîn tevgerên şoreşger û serhildanên gel çêbûn. Lê Rojava ji hemûyan cudatir e, ew bûye şoreşek e ku xwe disipêre paradîgma û veguherînên bingehîn. Ji vî alî ve wê wekî şoreşa ku demeke nû daye destpêkirin û civak guheriye, di dîroka Rojhilata Navîn de cihê xwe bigire.
Êdî Rojhilata Navîn nikare wekî berê bimîne. Dema Bihara Ereban dest pê kir xeteke wê ya îdeolojîk û projeyeke wê ya jiyana civakî tinebû. Ji ber vê enerjiya gelê Ereb û ciwanan li ser bingehê berjewendiyê hin derdorên din hat şixulandin û berê wê hat guhertin. Bi Şoreşa Rojava re dawî li çarenûsa reş a gelan hat. Êdî çirayek heye, ji bo gel xwe bigihînin azadî û demokrasiyê, ronahiyeke bûyî hêvî heye.

Bêguman li ser vê axê ku pergala dewlet, zext û zorê ya pêşî lê saz bûyî, hevsengiyên siyasî yên dinyayê lê pêk hatî, pergaleke wiha azadîxwaz û demokratîk ne ji aliyê hêzên paşverû yên herêmî, ne jî aliyê hêzên navneteweyî yên li pey hegemonyayê ve nayê pejirandin. Lewma ji roja pêşî ve gelek hêz êrişî vê şoreşê dikin. DAIŞ û dewleta Tirk ji bo hilweşandina şoreşê êriş dikin. Rejîma Sûrî jî ji bo ev şoreş bihêz nebe her lîstik û provokasyonê dike. Hêzên navneteweyî jî hem dewletên herêmê bi kar tînin, hem jî li hundir dest davêjin şoreşê, hewl didin şoreşê lawaz bixin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ser bingehê armanca lawazkirina şoreşê ya hêzên herêmî û derve hatin dagirkirin. Li aliyekî gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûrî hewl didin şoreşê bi sazî û bihêz bikin, ji aliyê din ve li dijî her cure êrişan li ber xwe didin.

Wekî di her şoreşê de, Şoreşa Rojava jî wê bi berxwedana li dijî êrişên ji hundir û derve, bikare li ser piyan bimîne. Di dîrokê de şoreşên mezin herdem hin dijminahî jî ber bi xwe ve kişandine. Lewma herçî dîtina tawis bivê, divê germa Hindê qebûl bike. Yanî wê li dijî şoreşê êriş pêk bên, zor û zehmetî dê hebin. Şoreşa Rojava ya xwe disipêre gel jî, zor û zehmetî çi dibin bila bibin, dê bi berxwedanê xwe biparêze. Şoreş herdem ji aliyê gel û civakên din ve hatine destekirin. Wekî duh ji îro û pêve jî di serî de gelê Kurd divê hêzên demokrasiyê û gelên şoreşhez xwedî li şoreşa Rojava derkevin.

Şoreşa Rojava rêya rizgariyê ya gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê hemûyî nîşan dide. Lewma konseya rêveber a KCK’ê di daxuyaniya xwe de xaleke girîng bi bîr xist û bang kir da ku, slogana salên 1970’yî ya ‘yek du sê, zêdetir Vietnamên din’ divê li gorî şertên roja me bê nûkirin û bê gotin, ‘Yek du sê, zêdetir Rojavayên din’.

Şoreşa Rojava rûmet û hêzeke mezin daye Kurdan. Kurd li dinyayê wekî gelê herî demokratîk tên nasîn. Dîsa di warê azadiya jinê de wekî gelê herî azadîxwaz tê zanîn. Kurd bi hizra demokratîk îro bûne gelê herî li pêş yê Rojhilata Navîn, bûne nirxê herî mezin ê herêmê. Kurd wê di sedsala 21’an de bi paradîgmaya civaka azadîxwaz a jinê, ekolojîk û demokratîk Rojhilata Navîn bikin dergûşa demokrasiyê.

Em hêvî dikin, guhertinên ku Şoreşa Rojava di civaka Kurd de pêk anîn, bibe wesîle ku sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya Kurd û Kurdistanê.

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Taybetbendiyên kesên bi hêz çawa ne

Nivîsa Pêş

DEMÊ GELAN – Welîde Botî: Şoreşa Rojava mînaka tekoşîna jin ya wekheviyê ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
DEMÊ GELAN – Welîde Botî: Şoreşa Rojava mînaka tekoşîna jin ya wekheviyê ye

DEMÊ GELAN - Welîde Botî: Şoreşa Rojava mînaka tekoşîna jin ya wekheviyê ye

Di salvegera Şehadeta wî de HBDH’ê Ûlaş Adali bibîr anî

Di salvegera Şehadeta wî de HBDH'ê Ûlaş Adali bibîr anî

Manşet

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.