Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên 2017’an de şehîd bûne parvekir

"Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku ala têkoşînê ya ku şehîdên me yên leheng radestî me kirine bi serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tacîdar bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
11/07/2021 - 12:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên 2017’an de şehîd bûne parvekir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser 3 gerîlayên şehîd bûn wiha ye:

“15’ê Tîmeha 2017’an li herêma Cûdî ya Botanê, di operasyona dewleta Tirk a mêtinger de li qada Gundik Remo, ji milîtanên pêşeng ên gelê me hevrê Serhildan, Serdem û Rûbar şehîd bûn. Di salvegera şehadeta wan de em hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Serhildan Amed
Nav paşnav: Mahsûm Aslan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Netîce-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tîrmeha 2017 / Cûdî
Nasnav: Serdem Sorî
Nav paşnav: Mehmet Saît Guneş
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Fatma-Necmettîn
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tîrmeha 2017 / Cûdî
Nasnav: Rûbar Çirav
Nav paşnav: Mûsa Saîn
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Vesîle-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 15’ê Tîrmeha 2017 / Cûdî

Di têkoşîna azadî û hebûna Kurdan de ku bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li dijî faşîzma dewleta Tirk a qirker mêtinger tê meşandin, sala 2017’an bû saleke dîrokî ku şerekî giran hate meşandin û berxwedan lê hate geşkirin. Dewleta Tirk kete wê xefletê ku Plana Têkbirinê ya ku ji bo qirkirina gelê Kurd xiste meriyetê, di sala 2017’an de bi ser bixîne û bi propagandaya şerê taybet ên ji xewn û xeyalan, ragihand ku piştî bihara 2017’an wê PKK biqede. Lê belê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê sala 2017’an bi daxwaz, wêrekî û biryardariyeke mezin têkoşîna hebûn û azadiyê dewam kir û bi berdêlên mezin û şehadetên gelekî hêja, planên qirkirinê pûç kir. Bi saya berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ku li nava Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê dimeşîne, bi saya rastiya şer a hevrêyên me yên şehîd ku canê xwe feda kirin û bi saya fedakariya mezin a gelê me Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, di encamê de jî klîk û şefên şerê taybet ê rejîma qirker a dewleta Tirk ketin nava derdê ‘man û nemanê’. Asta gel û tevgera me ku sala 2021’ê gihîştiye, bi berdêlên mezin, mafdariya têkoşîna me û encamgiriya wê careke din ispat kir.

SERHILDAN AMED

Hevrêyê me Serhildan li Amedê ji dayik bû, rastiya qirker a dewleta Tirk a faşîst dît ku li dijî gelê me dimeşîne û bi vî rengî tevlî nava karên ciwanan bû. Li dijî kiryarên asîmîlasyonê û êrişên dagirker ên dewleta Tirk, gihîşt kûrahiya têgihiştina têkoşînê û baweriya xwe bi wê yekê anî ku li dijî êrişên qirker tenê bi berxwedana gerîla serketin dikare bê bidestxistin, li ser vê bingehê ji bo bi rengekî fedayî li nava refên têkoşînê şer bike sala 2012’ê tevlî nava gerîla bû. Hevrêyê me Serhildan ku li çiyayên azad kete nava lêgerîna berxwedanê, di her roj û kêliyê de xwe guhert, veguher û di felsefe û îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr kir, kir milîtanekî fedayî. Bi ked ûf edakariyeke mezin nêzî hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bû û tenê serketin danî pêşiya xwe. Pêvajoyên perwerdeyê bi daxwazeke mezin û kûrbûneke xurt derbas kir û her tim xwest biçe Bakur, cihê xwe di nava berxwedaneke mezin de bigire û ji bo hesab ji dijmin bipirse berê xwe da Botanê. Tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin û heta kêliya dawî bi rêbaza milîtaniya fedayî ya Apoyî şer kir. Hevrêyê me Serhildan bi wêrekî û fedaîtiya xwe ya di şer de, bi dilnizmî û kedkariya xwe ya li nava jiyanê wê her tim bibe çavkaniya sûdwergirtinê ji hevrêyên xwe re.

SERDEM SORÎ

Hevrêyê me Serdem li nava malbateke welatparêz, kedkar, berxwedêr û dilsozê kevneşopiyên xwe ya Botanê ji dayik bû û bi vê çandê mezin bû. Weke ferdekî eşîra Sorî, ku li dijî her cûre zextên dewleta Tirk a qirker ti carî ji sekna xwe ya bi rûmet tawîz neda, baweriya xwe bi roja hesabpirsîna ji dewleta Tirk a dagirker anî û berê xwe da çiyayên azad. Hevrêyê me Serdem ku ji kevneşopiyeke kedkarî û dilsoziya mezin a bi çiyê re tê, li herêma Cûdî tevlî nava gerîla bû, perwerdeya xwe ya destpêkê li vir qedand. Demekê li gel fermandarê efsanewî yê Cûdî Rizgar Gever ma û ji tecrûbeyên wî yên xurt û hevrêtiya wî ya hîndekar sûd wergirt. Hevrêyê me Serdem li herêma Cûdî bi eşq û daxwazeke mezin tevlî her karî bû û li her bihosta xaka xwe ked da, bi vî rengî dilsoziya bi welat û gelê xwe nîşan da. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm, ji xeta milîtaniya fedayî ya Apoyî heta şehadetê tawîz neda, berpirsyariyên xwe yên dîrokî yên milîtaniyê bi cih anî. Hevrêyê me Serdem bi sekna xwe ya berxwedêr û bi rûmet wê bibe mîna ji ciwanên Sorî re û di têkoşîna me ya azadiyê û hebûnê de wê her tim xwedî li bîranîna wî bê derketin.

RÛBAR ÇIRAV

Hevrêyê me Rûbar li navçeya Dihê ya Sêrtê ku cihê teqandina fîşeka destpêkê ya Pêngava 15’ê Tebaxê ye, li nava malbateke welatparêz jid ayik bû û bi kevneşopiya berxwedanê ya fermandarê me yê efsanewî Egîd mezin bû. Ewladê cografya Botanê ku tovên destpêkê yên berxwedanê lê hate reşandin û mezin bû, hevrêyê me Rûbar xwe jî weke şitla heman tovên berxwedanê dît û ji xwe re kir erk ku weke şervanekî bi rûmet di vê rêya bi rûmet de bimeşe. Bi berpirsyariya xwe ya dîrokî li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo di xeta Egî de bibe şervanekî xurt, bi hewldaneke mezin xwest wezîfeyên xwe yên milîtaniya Apoyî bi cih bîne. Di nava gerîlatiya zehmet a Bakur de xwe perwerde kir û kûrbûna di îdeolojiya Rêbertî de ji xw ere kir esas. Di heman demê de bi ked û fedakariyeke mezin tevlî karên pratîkî bû. Li dijî êrişên dagirkeriyê bi ruhê fedayî yê Apoyî tevgeriya û bi rêbaza Egîdên Botanê şer kir, bû xelekek ji heman lehengiyê. Hevrêyê me Rûbar wê bi kesayetiya xwe ya fedayî û wêrekiya xwe bibe perspektîfa me ya tevlîbûnê.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku ala têkoşînê ya ku şehîdên me yên leheng radestî me kirine bi serketina Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana di roja 227’an de berdewam dike

Nivîsa Pêş

KBDH bi hêza jina şoreşger ve lê dide – Çorum, Stenbol, Tekîrdağ…

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
KBDH: “Em bang li jinan dikin ku têkoşîna şoreşger a yekbûyî ya jinan mezin bikin”

KBDH bi hêza jina şoreşger ve lê dide - Çorum, Stenbol, Tekîrdağ...

LEZGÎN – Li Colemêrg û Şirnexê HPG’ê li dagirkeran xist: 4 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin

HPG'ê daxuyaniya çalakiya Lêlikanê weşand - Wesayîta Reo û 8 kesên ku tê de îmha!

Manşet

  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.