Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dewleta çete û Mafya

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/06/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Dewleta çete û Mafya
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Aysel AVESTA nivîsand
Ev demek e, dewleta Tirk weke caran bi têkiliyên bi dîzî, gendelî û mafyayê rojev dagir kiriye. Bi îtîraf û vîdeoyên Sedat Peker re qirêja dewleta kûr hemû careke din yek bi yek dertê holê. Balkêş e, kengê dewleta Tirk ji aliyê aborî, siyasî û leşkerî ve dikeve tengasiyê serî li van rêbazan dide. Sedat Peker yek ji endamê herî mezin e, mafyayên li Tirkiyê ye û heta niha di bin parastina dewletê de bû. Gelo çi bû sebeb yan jî çima ji nişkê ve bi rêya vîdeoyan yek bi yek sûcên dewletê belav dike. Wekî din, li xwe mikur tê ku di pratîkê de wek endamê Daîreya Şerê Taybet çi kar kirine. Di eşkerakirina kiryarên li hemberî hevjîna xwe de eşkere dike ku dewleta Tirk ji ‘edaletê’ dûr ketiye. Lewma vîdeoyên Sedat Peker di heman demê îtîrafeke dewleta Tirk a birêxistinbûna şerê taybet e.

Vîdeoyên Sedar Peker di nava raya giştî de rê li ber nîqaşên mezin vekirin. A rast, ne cara yekê ye ku ev komplo û êrişên qirêj di pêvajoyên hesas de tên ceribandin. Desthilata AKP- MHP’ê, ji bo berjewendiyên xwe serî li her rê û rêbaza qirêj dide. Erdogan ji bo temenê desthilata xwe dirêj bike di bin navê darbeyê de li dijî Fetûllah Gulen 15’ê Tîrmeha 2016´an senaryoyek amade kir û xist meriyetê. Armanc ji vê senaryoya darberyê ew bû ku kontrola xwe li ser civakê xurt bike. Ji ber ku serketina HDP’ê ya di hilbijartinên 7´ê Hezîrana 2015´an de hesabên desthilatê hemû, ser û binî hev kiribûn. Lê belê, pîlaneke wiha qirêj dikarîbû wan ji vê binketina mezin rizgar bike.

Lê di van hewildanên darbeyan hemûyan de em baş dizanin ku birînên mezin di jiyana civakê de vebûn. Şideta li ser jinê, kuştin û xwekuştinên jinan, revandina jinên ciwan, destdirêjiya li zarokan ji her demê zêdetir bû. Pîvanên exlakî yên civakê cihê xwe ji cînsyetparêziyê re hêlan. Her derba ku bi pêş ket, civak bêhtir ber bi rojên tarî ve bir. Bêhtir civak xizan kir. Neliretî, têkiliyên mafyawarî ji her demê zêdetir bi pêş ketin. Bêedeletî, bêhiqûqî heta bes zêde bû, û demokrasiyê êdî rêya xwe winda kir. Li şûna aramiya civakê, hêza çete û mafyayê mezin bû û xwe bi rêxistin kir; û xwe berda nava rehên civakê hemûyan. Ji ber van polîtîkayên gemar, hîmê civakê ji binî ve dirize. Dewlemendiya dewletê hemû xistine xizmeta şerî.

Lê li gel van hewildanan hemûyan, rejîma Tirk a faşît nekarî pêşî li mezinbûna tevgera azadiya Kurdistanê bigire. Kengê dor lê teng dibe, dest bi pîlan û êrişên nû dike. Piştî ku êriş û planên li dijî bakûr, Rojava, Şengal û Mexmûrê neçûn serî, destpêka sala 2021´ê hêza xwe hemû ji bo dagirkirina Garê seferber kir. Lê bi berxwedaneke bêhampa, li vir jî bersiva xwe girt.

Piştî binketina li Garê, vê carê wê berê xwe da HDP’ê û êrişên li dijî jinan derxist asta herî jor. Pergala ku ji her alî ve heta qirikê ketiye krîzê û li ber rizînê ye, di her fersendê de êrişî jinan dike. Roj tine ku nûçeyên kuştin û xwekuştinên jinan belav nebin. Bûyerên sosret jî herî zêde li Kurdistanê diqewimin. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê, tecawizkar û mafyayên ku pişta xwe bi hêza dewletê germ dikin, li pêş çavê raya giştî êrişî jinan dikin. Lê jin ji ya xwe nayên xwarê û bi berxwedaneke mezin bersivê didin pergalê. Ji niha û heta 1’ê Tîrmehê sazî û rêxistinên jinan wê her roj bi çalakiyên cihêreng bersivê didin pergala mêr-dewletê.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Hestên li keviyên ava şêranê

Nivîsa Pêş

Hêzên Rizgariya Efrînê dîsa lê da – 5 çete hatin kuştin 9 jî birîndar

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çalakiyên HRE’ê: 16 leşker û çete dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê dîsa lê da - 5 çete hatin kuştin 9 jî birîndar

Hunermend li dijî modernîteya kapîtalîst parêzvanên civakê ne

Mustafa Karasû: Hemû karên qirêj û ne qanûnî bi destûr an jî fermana Erdogan hatin kirin

Manşet

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.