Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ragihandin ku li dijî dagirkeriyê tevlî seferberîyê dibin

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tevlî pêngava seferberiyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dibin. Ciwanan gotin, "Em ê mil bi mil bi gerîla re li ber dagirkeriyê rabin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/05/2021 - 12:17
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Ciwanên Başûrê Kurdistanê ragihandin ku li dijî dagirkeriyê tevlî seferberîyê dibin
ParvekeTweet

QENDÎL – Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê, di salvegera yekemîn a şehadeta Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Qasim Engîn de li ser gora wî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ciwanan bi vê daxuyaniyê bersiv dan banga Komalên Ciwan a ji bo seferberiya li dijî dagirkeriyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya armanca xwe ya Mîsakî Mîlî û xewn û xeyalên Osmanî de êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê berfireh kiriye.

Tevgerên Ciwanan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bo vê armanca xwe jî bi hezaran çeteyên ji derdorê civandiye bi kar tîne û destnîşan kir ku hêza herî mezin a li pêşiya pêkhatina van armancên dewleta Tirk dibe asteng, PKK û gerîlayên azadiyê ne.

Di daxuyaniyê de işaret bi êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hate kirin û hate ragihandin, ku dewleta Tirk çawa ku li Heftanîn û Garê bi berxwedaneke xurt a gerîla têk çû, li van herêman jî derbên giran dixwe.

Ciwanên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku dewleta Tirk bi destûra hêzên herêmî û navneteweyî êriş dike û çawa ku beriya niha li Helebçeya şehîd, li Serdeşt û Balîsanê çekên kîmyewî li dijî Kurdan hate bikaranîn, niha jî li çiyayê Mamreşo, Avaşînê li dijî gerîlayên Kurdistanê tên bikaranîn. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku gelek gerîla ji ber bikaranîna çekên kîmyewî şehîd bûn.

Ciwanan bal kişandin ser nêzîkatiya hin hêzên Başûrê Kurdistanê ku ji bo xatirê berjewendiyên xwe bêdeng in û mîna ku êrişek li ser Kurdistanê nîne tevdigerin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Divê gelê me baş zanibe, piştî dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê êriş wê yekser li ser Qendîlê bê kirin ku ev der keleha Kurdan e. Piştre jî wê Kerkûk, Mûsil, Hewlêr û Silêmaniye bê dagirkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê ev helwest nîşan dan:

“Bi navê ciwanên Başûrê Kurdistanê, ji bo têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst û dagirker, me biryar dan ku helwesta welatparêziyê nîşan bidin. Em banga Komalên Ciwan silav dikin û biryarê didin ku mil bi mil li gel gerîlayên Kurdistanê li dijî dijmin şer bikin. Em ê nehêlin ku xewnên wan ên qirêj pêk were.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dayikê ku di encamê tundiya polîsên faşist de 3 diran û milê wê hatibûn şikandin: “Polîs derewan dike”

Nivîsa Pêş

HPG: Divê kes nebe şirîkê dewleta Tirk a ji bo talankirina Kurdistanê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – HPG: Hêzên PDK’ê hewl dan êrîşî kampên me yên li Garê bikin

HPG: Divê kes nebe şirîkê dewleta Tirk a ji bo talankirina Kurdistanê

Li Girava Îmraliyê şewat derket!

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan parêzeran serî li dozgeriyê dan

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.