Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gerîlayên Serdemê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/05/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Gerîlayên Serdemê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand

Dewleta Tirk a dagirker ji bo tinekirina gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê rê û rêbazek nema ku neceriband. Ji sala 1984’an ve tevahiya derfetên xwe bi kar anîn, lê dîsa jî nekarî tevgera gerîla tine bike. Ji Ewrûpayê heta Emerîkayê, hêzên cîhanî dan pişta xwe û tiştek nema ku nekir. Bi piştgiriya NATO’yê şerekî bê eman li dijî gerîlayan meşand. Lê di encamê de niha tê dîtin ku tevgera gerîla tine nebûye. Gelek serokwezîr, serokomar û wezîrên dewletê guherîn û her carê soza tinekirina PKK’ê dan. Lê ew çûn û PKK ma.

Îro jî heman siyaset li Tirkiyê dewam dike. Bi taybetî ji sala 2015’an ve ji bo tinekirina tevgera gerîla dewleta Tirk seferber bûye. Çiqas endam û karmendên dewletê hebin, xistine xizmeta vî şerê qirêj. Ji çapemeniyê heta sazî û rêxistinên dewletê di vî şerî de tên bikaranîn. Lê dîsa jî nekarîn bighêjin encamê. Wezîrê Karê hundir ê dewletê Suleyman Soylu dehê caran derket û got, PKK li ber qedandinê ye. Lê em dibînin ku yê diqede ew bi xwe ye. Jixwe, karê sereke yê Soylu meşandina şerê qirêj e. Îro em dibînin ka bê çawa çete û mafyayên dewletê bi hev ketine û navê Suleyman Soylu di vê tevna qirêj de tê hildan.

Sedema pevketina wan jî berxwedana gerîlayên serdemê ye. Suleyman Soylu, çete û mafyayên dewletê ji bo tinekirina PKK’ê û Kurdan hatibûn erkdarkirin. Lê encama ku dixwestin bi dest nexistin. Lewma niha jî biryara tesfiyekirina wan hatiye dayîn. Siyaseta dewleta mafya jî ew e. Eger tu tine nekî, tu yê tine bibî.

Ew gerîlayên ku qala tinebûna wan dikirin, îro bûne gerîlayên serdemê. Yanî tine nabin. Heta beriya bi demekê, gelek kesan bawer kiribû ku tevgera gerîla wê nikaribe li pêşberî teknîka dewletê karibe bisekine. Lê îro em dibînin ku teknîka gerîla jî heye. Ji havîna 2020’an ve çalakiyên hewayî yên gerîlayan vê yekê nîşan didin. Êdî balafirên gerîla jî hene û ji ezmanan ve çalakiyan dikin. Dewleta ku digot, emê PKK’ê li cihê wan tine bikin, ew bi xwe li cihê xwe tine dibe. Îro Yekîneyên Parastina Hewayî ya gerîlayan hene. Di vê mehê de me li Amed û Batmanê dît bê çawa li dijî balafirgehên Artêşa Tirk çalakî kirin.

Gerîlayên serdemê bi taktîkên nû dewleta Tirk gêj kiriye. Lewma di çapemeniya Tirk de ji bo guhertina rojevê qala tiştên din dikin. Li şûna ku encamên çalakiyan nîqaş bikin, dibêjin PKK ev teknîk ji ku aniye. Wê demê qebûl dikin ku ev teknîk bi dewleta Tirk dide wendakirin. Wezîrê şer ê dewleta Tirk Hûlûsî Akar jî beriya bi demekê li xwe mikur hat ku nikarin bi gerîlayan. Helîkopterên wan nikarin dakevin Zapê. Hûlûsî Akar qala wê performansa gerîlayan jî kir. Ev yek nîşan dide ka bê tevgerên wan ên dagirkeriyê çawa têk çûne.
Rê û rêbazên gerîla yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ne nû ne. Ji sala 1997’an ve, dehê caran helîkopterên Artêşa Tirk hatin xistin. Sala 2016’an li Amedê balafireke F-16 ya Artêşê hat xistin. Herî dawî jî bi avakirina Yekîneyên Parastina Hewayî re têkoşîna gerîla ket qonaxeke nû. Ev qonaxa nû jî wê qedera dewleta Tirk destnîşan bike. Yan wê çok deynin û li pêşberî wê berxwedanê serî bitewînin yan jî wê siyaseta xwe ya bê encam a 40 salên dawî dubare bikin. Lê ew siyaseta li ser derew û xapandinê jî êdî nema dimeşe. Îro dinya alem dizane ku nikarin tevgera gerîla tine bikin. Di vî şerî de yê wenda dike Dewleta Tirk û xelkên li Tirkiyê ne.

Eger dewletê di salên borî de guh dabûya Rêber Apo wê ewqasî rezîl û ruswa nebûya. Çete û mafyayên di nava dewletê de îro rabûne hev, û ev yek dibe ku bi darbeyekê bi encam bibe. Sala 2016’an me mînaka wê dît. Erdogan wê demê artêşa xwe ya têkçûyî ceza kir. Niha jî berê xwe daye çete û mafyayên dewletê. Sedema vê pevketinê jî berxwedana gerîlayên serdemê ye. Gerîla ji erd û ezman li wan dixe. Ew jî ji neçarî pev dikevin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Netewperestî, Frankenştayn û organîzmaya ku gena wê hatî guherandin

Nivîsa Pêş

TAYBET – Ciwanên Helebê : Em xwe kom bikin, rêxistin bikin û tevlî seferberiyê bibin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Ciwanên Helebê : Em xwe kom bikin, rêxistin bikin û tevlî seferberiyê bibin

TAYBET - Ciwanên Helebê : Em xwe kom bikin, rêxistin bikin û tevlî seferberiyê bibin

Li Bordeauxê ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelan daketin qadan

Li Bordeauxê ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelan daketin qadan

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.