Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 şehîdan parvekir

"Malbatên hêja yên hevrêyên me Çekdar, Kûrtay, Çiya û Asmîn di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna şoreşê ya ku hevrêyên me yên şehîd dewrî me kiriye jî bigihînin serfiraziyê.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/05/2021 - 12:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 şehîdan parvekir

ANF Images

ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Me di daxuyaniya xwe ya di 10’ê Gulana 2021’an de diyar kiribû ku hêzên me di 9’ê Gulana 2021’an de li Girê Şehîd Çiya xwe bera nav hêzên dagirker dane, di vê çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin. Di vê çalakiyê de hevrêyên me Çekdar Ronahî û Kurtay Agît ên ku bi tarzeke fedaî çûbûn ser dagirkeran, piştî şerekî bi qehremanî şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Çekdar Ronahî
Nav û paşnav: Mûhammed Ocaklik
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Gulseren – Necat
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Gulana 2021’an – Metîna

 

Nasnav: Kûrtay Agît
Nav û paşnav: Mûhammed Kiliç
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Sakîne – Haydar
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Gulana 2021’an / Metîna

Hevrê Çekdar ê ku li Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye, bi çanda welatparêz û berxwedêr di temenekî ciwan de li dijî zilm û pêkutiya dewleta Tirk a qirker derketiye, ji bo têkoşîna li dijî vê feraseta qirker ketiye nav lêgerînan. Li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina li ser gelê Kurd wî ji dil biryar daye ku têkoşîna teqez bi berxwedana gerîla dikare pêk were û di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Çekdar her dem di nav guherîn û veguherînekê de bû û bi saya perwerdehiya ku dîtiye bûye yek ji gerîlayê Modernîteya Demokratîk a profesyonel. Bi girêdana Rêber Apo û şehîdan û bi îradeya Apoyî ya xurt li eniyên berxwedanê cih girtiye û bûye sembola berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker. Li hemberî tevgera qirkirin û dagirkeriyê wî qehremantiyeke mezin nîşan daye û ji bo rêhevalên xwe bûye îlham.

Hevrê Kûrtay ê ku li Geverê ji dayik bûye, bi berxwedêriya mezin a gelê Geverê mezin bûye, li hemberî siyaseta qirkirinê di temenekî ciwan de tevlî nav berxwedanê bûye. Li hemberî polîtîkayên nijadperest ên dewleta Tirk wî kevneşopî û çanda serhildanê ya Geverê di kesayetiya xwe de şênber kiriye. Hevrê Kûrtay li hemberî qirkirina li ser gelê Kurd bêdeng nemaye, di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Di nava demeke kurt de ew bi çiyayan re bûye yek. Demeke dirêj li qada Metînayê di nav pratîk de têkoşiyaye û di gelek çalakiyan de yên ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hatiye xistin wî pêşengtî kiriye. Hevrê Kûrtay bi ruhê fedaî û cesareta Apoyî di Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de bûye yek ji fermandarê mînak.

Me di daxuyaniya xwe ya di 10’ê Gulana 2021’an de diyar kiribû ku di 9’ê Gulanê de li qada Meyrokê ya Garê bomberdûmanek hatiye kirin û di vê bomberdûmanê de hevrêyê me Çiya Heftanîn şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:

Nasnav: Çiya Heftanîn
Nav û paşnav: Veyso Îsa
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dê û bav: Fatma – Adnan
Dîrok û cihê şehadetê: 9’ê Gulana 2021’an – Garê

Hevrê Çiya li Kobanê ya ku yek ji keleha berxwedanê ya Kurdistanê ye, di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Şoreşa Rojava ya bi felsefe û keda mezin a Rêber Apo dest pê kiriye, bandoreke mezin li wî kiriye û bi awayekî çalak tevlî nav xebatên şoreşê bûye. Hevrê Çiya di xebatan de heqîqeta Rêber Apo nas kiriye û ji bo ku îdeolojiya Apoyî baş nas bike, ketiye nav lêgerînê. Hevrê Çiya fêm kiriye ku bersiva herî xurt a ji bo van lêgerînan çiyayên Kurdistanê ye û li ser vî esasî tevlî nav refên gerîlayan bûye. Hevrê Çiya çiyayên Kurdistanê wekî warên azadiyê dîtiye, di warê îdeolojîk û leşkerî de ji bo ku xwe baş perwerde bike û bibe gerîlayekî profesyonel gelekî ked daye. Dema ku faşîzma DAÎŞ’ê pêk hatiye, ew di nav yekîneyên gerîlayan de cih girt û çû hawara civaka Êzidî. Wî li Şengalê jî peywira xwe ya şoreşgerî baş bi cih aniye. Dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişî Heftanînê kiriye, wî bêyî fikar berê xwe daye Heftanînê û li dijî dagirkeriyê şer kiriye. Herî dawîn jî li qada Garê xebatên xwe yên şoreşgerî dimeşand û li vê qadê di bomberdûmanê de şehîd bû.

Di 21’ê Gulana 2021’an de saet di 17.00’an de hevrêya me Asmîn Vîndar a ku li Metînayê li ser peywira xwe bû, di bomberdûmanê de şehîd bû.

Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:

Nasnav:Asmîn Vîndar
Nav û paşnav: Mîhrîban Sertkaya
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Vehbiye – Îsmaîl
Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Gulana 2021’an – Metîna

Hevrê Asmîn li Mêrdînê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Hevrê Asmîn di temenekî ciwan de li dijî feraseta dewleta Tirk a dagirker nijadperest û tecawizkar ketiye nav lêgerînan. Wê îdeolojiya Rêber Apo nas kiriye û ji bo ku meşa xwe ya azadiyê li çiyayên Kurdistanê bidomîne, di sala 2009’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Bi îlhama ku ji felsefeya Apoyî stendiye, wê geşbûan di Îdeolojiya Rizgariya Jinê û afirandin ji xwe re kiriye esas. Hevrê Asmîn bi kesayetiya xwe ya mutevazî û kedkar bêyî ku têkeve fikaran berê xwe daye qadên şerên gur. Li Metîna, Qendîl, Zap û Zagrosê têkoşiyaye û wekî fermandareke YJA Starê ya xurt peywirên girîng stendiye. Li hemberî tevgera dagirker a ku di sala 2019’an de li ser herêma Heftanînê hatibû destpêkirin, ew tevlî Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê bûye û pêşengtî ji gelek çalakiyên li dijî dagirkeran kiriye. Hevrê Asmîn li hemberî rejîma faşîst û qetlîamker tu carî dev ji têkoşînê bernedaye û di Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de jî di asta fermandariyê de cih girtiye. Wê li gelek qadan gelek peywir stendiye û hemû berpirsyariyên xwe bi serkeftî bi cih aniye. Hevrê Asmîn bi kesayetiya xwe ya milîtaniya fedaî ya Apoyî wê wekî hevrêyeke ku xeta fermandariya YJA Starê û helwesta jinên Kurd ên azad temsîl dike, wê her dem di têkoşîna me de cih bigire.

Malbatên hêja yên hevrêyên me Çekdar, Kûrtay, Çiya û Asmîn di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna şoreşê ya ku hevrêyên me yên şehîd dewrî me kiriye jî bigihînin serfiraziyê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Gerîla li Zûrîhê hat silav kirin

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir 4 bajarên faşîstan de agir pêxist

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Zarokên Agir 4 bajarên faşîstan de agir pêxist

Zarokên Agir 4 bajarên faşîstan de agir pêxist

Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re serlêdan

Ji bo hevdîtina Rêberê Gelan parêzeran serî li dozgeriyê dan

Manşet

  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

Herî zêde hatine xwendin

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Mazlûm Qamişlo hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.