Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

AKP, MHP û Mafya

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/05/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
AKP, MHP û Mafya
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Ahmet Aktaş

Hinek vê hevalbendiyê bi vî awayî jî bi nav dikin; Siyaset, Dewlet û Mafya!

Ji ber ku ev navtêdan, bi daxuyanî û videoyên Sedat Peker ve kete rojevê. Bi giranî şibandina bûyera Susurlukê ye.

Lê li gorî tê dîtin, vê carê bûyer gelek dorfireh e û ji ya Susurlukê mezintir e. Li wir hinek kesê ji siyasetê weke parlamenterê DYP’ê Sedat Bucak, ji ewlekariya dewletê Huseyîn Kocadag û ji mafyaya Ulkuciyan Abdulah Çatli bû. Belê vê carê ji serê dewletê heta binê dewletê di nava vê rêxistina vî karê qirêj û sûc de ye.

Erê navê Mehmet Agar derbas dibe û di pêş de tê xuyakirin û ji xwe ev kes di dema Susurlikê de jî wezirê hundur bû. Her wiha, dixwazin weke ku pirsgrêkek bi tenê berjewendiyên takekesî yên navbera Sedat Peker û Aladin Çakici bidin xuyakirin. Lê na xêr, yên di serê vê govendê de ne, R.Erdogan û Bahçelî ne.

Eger gotina dawiyê di serî de were gotin, ev pêvajo, encama xetimandina siyaset û kiryarên tunekirinê yên rêveberiya R.Erdogan a li hember têkoşîna Tevgera Azadiyê û bi giştî ya gelê Kurdistanê ye.

Vê pêvajoyê, bi hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015 re, ya binkeftina desthilatiya AKP’ê re û li hember wê serkeftina HDP’ê re destpê kir. Ya jî bi gotinek din, bi qelibandina maseya Dolmabahçe ya danûstandinê ya Pêvajoya Çareseriyê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatibû afirandin, destpê kir.

Di vê hilbijartinê de, R.Erdogan, dît ku bi tenê nikare desthilatiya xwe dewam bike, li hember atmosfer û hişmendiya vê Pêvajoya Çareseriyê ya Têkoşîna Tevgera Azadiylê û gelê Kurdistanê afirandiye.

Çare, di hevalbendiya bi Devlet Bahçelî re dît. Li pey vêna hevalbendiya Mehmet Agar jî lê hat zêdekirin.

Siyaseta qirêj û qirker, berê, tenê bi navê îslamî bû, vê carê tirkîtî jî lê hat barkirin. Helbet bi vêna re, li hember gel û hêzên pêvajoya çareseriyê êrîşkarî, sal bi sal, meh bi meh, roj bi roj bi leztir û zalimtir bû. Her wiha êrîşên ser Rojava û Başûr jî girantir û berfirehtir bû.

Jixwe piştî şikestina hilbijartinên 7’ê Hezîranê, dest bi komkujî û qirkirinan kir; ji Amedê destpêkir, derbasî Pirsûsê, Enqereya Gar û hwd. li pey hev dewam kir. Bi lez û bez û bi kotekî û sextekarî, xwe di hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an de bi ser xist.

Tengavbûn û lewaztiya AKP-R.Erdogan, her çû mezintir bû û Bahçeli, ev lawaztî û hewcedariya R.Erdogan xweş didît û li gorî vêna tevgeriya. Erê fermî û kesatî, di nava rêveberiyê de cih negirt, lê li paş perdê giraniya xwe li ser AKP û R.Erdogan gelek bi hostayî da xebitandin û armanên xwe pêk anî.

Ji alîkî din ve jî, yên fermî weke endamên MHP’ê nedihatin nasîn, mîna M.Agar-kurê wî Tolga û Suleyman Soylu, pratîk ew xistin cihê girîng ên desthilatiya dewletê. Bi vêna jî nerawestiya, mirovên serekê yên Ulkuci Mafya, weke Aladîn Çakici, hem ji girtîgehê derxistin û hem li dora xwe erkdar û tevgêr kir.

Erê R.Erdogan jî, destvala ranewestiya bû. Wî jî li gorî xwe hinek organîzasyonên mîna Bahçelî li dora xwe tevger kiri bû. Weke mînak, di bin fermandariya General Adnan Tanriverdi de, şirketa perwerdekirina mirovên kujer; SADAT dabû demezrandin. Her wiha wî jî Sedat Peker, mîna A.Çakici ji girtigehê derxistibû û li dora xwe, bi tevger kiri bû.

Belê bi videoyên Sedat Peker re, tê dîtin ku piştî hatina A.Çakici, nakokiyên navbera wan dijwar dibe û wî didin revandin. Her wiha sozên jê re hatine dayîn jî, pêk nehatine. Lewma ev videoyên dijber weşandine.

Îca diyar dibe ku ji aliyê Bahçeli ve, tara dora serê R.Erdogan hatiye tengav kirin. Bahçeli, li hevalbendên xwe xwedî derdikeve, lê heta niha tu deng ji R.Erdogan derneketiye.

Van bûyeran hemû ku mirov tîne ber hev, halê R.Erdogan ne halekî aram e. Zava çû, li pey wî generalê SADAT’ê dev ji kar berda, S.Peker reviya û hwd! Kêlî bi kêlî dewlet dikeve destê koma Bahçelî!

Gelo ew ê karibe xwe ji vî halî rizgar bike?

Berê li derve qadên ku kujer-çeteyên SADAT bişanda hebûn, niha ew jî nema ye. Wisa diyar e, li gorî plana wan, arteşa Bexdayê û Peşmergên Hewlêrê jî, weke dixwaze nikare li dijî gerilayên Tevgera Azadiyê bidin şerkirin!

Jixwe Wezirê Şer û Cengê Hulusi Akar, zor û zehmetiyên erdnigariya Kurdistanê ji bo xwe asteng dide nîşandan. Diyar e ne bi tenê tekerê helikopterê xwe, belê leşkerê xwe jî, weke dixwaze nikare bide şerkirin.

Behsa perwerdekirina segan/kûçikan dikin û bi pesindarî derdixin pêş. Dibe, ji ber ku êdî nikarin mirovan bide şerkirin, dixwazin li gel ÎHA û SÎHA, kuçikan bixin şer. Divê çareseriya vê mijarê jî ajalhez/hezkirên heywanan, hildin ser milên xwe!

Di encamê de, heta niha van rêxistinên kujer/sûcdar, desthilatdariya serokên/reîsên xwe diparastin, heta niha parastvanên wan bûn, lê xuya dibe ku ji îro pê ve, zû-dereng ew ê jî bibin zemînek ji bo serxwirê serok û reisên xwe. Li gorî şîroveyan, ev şerê navbera mafyayên wan, ji wan re ne xêr e. Hilweşandina saltanat û xanedaniya wan nêztir dike!

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Ji Penûsa Heval Rojinda Ji bo Rêhavalên xwe

Nivîsa Pêş

Dagirkerek dîsa kêm bû – Gerîla efû nake!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dagirkerek dîsa kêm bû – Gerîla efû nake!

Dagirkerek dîsa kêm bû - Gerîla efû nake!

Karayilan: Hedefa me têkbirina mêtingeriya Tirk e

Karayilan: Hedefa me têkbirina mêtingeriya Tirk e

Manşet

  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin
  • Li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê 15’ê Sibatê Wê Bi Çalakiyên Hemwext Bê Şermezarkirin
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    Bayık: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bang Ji Peymangeha Ranyayê: Hemû Ciwanên Kurdistanê Divê Piştgirîya Rojava’yê Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.