Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mikurhatin û gotin a gelê Başûr e

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/05/2021 - 0:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Mikurhatin û gotin a gelê Başûr e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Kendal CÛDÎ nivîsand 
Di êrişa qirkirinê ya nû de ku dewleta Tirk şeva 23`yê Nîsanê li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, hîna bi dijwarî dewam dike. Wekî her carê, siwarên azadiya Kurdistanê gerîlayên canbexş, bi lehengî li hemberî vê pîlana qirkirinê berxwedaneke ku di dîrokê de kêm tê dîtin, raber dikin.

Li gorî daxuyaniyên HPG û hevrêyên me yên rojnamevan ji çiyayên Kurdistanê, dewleta Tirk derbên giran ji destê hêzên gerîla dixwe. Wekî pêşiyên me gotine, “Hesabê wan li malê û li sûkê li hev derneket.” Di berxwedana gerîla ya li hemberî hêzên qirker de HPG`ê bîlançoya şerê deh rojên destpêkê ragihand. HPG`ê cezakirina 147 leşkerên Tirk ragihand, her wiha derb li 6 helîkopter û 2 dronan xistine.

Ev pîlana nû ya qirkirinê, bê guman beşek ji pîlana şerê Garê, beriya wê li Heftenînê û koka xwe vedigere aloziya ku li Zîne Wertê derketiye û ev êriş hemû jî di çarçoveya pêkanîna Mîsaqî Millî de ne.
Piştî destpêkirina şer bi çend rojan, 2 rayedarên payebilind ên dewleta Tirk a qirker têkildarî rêveçûna şer û armanca wê, li xwe mikur hatin. A yekê li ser zimanê wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar bû. Akar ji bo moralê leşkerên xwe yên ku nikarin li hemberî Bazên Zagrosê şer bikin, bilind bike, hate ser sînorê Başûrê Kurdistanê. Akar li xwe mikur hat ku leşkerên wî nikarin dakevin yan jî derkevin ser çiya. Akar bi gotina “Me 500 caran êrişên hewayî pêk anîne û tişta ji destê me hat, me kir” têkçûna dewleta Tirk bi awayekî zelal û eşkere derxist holê. Di çend salên dawîn de, ev cara yekê ye ku wezîrekî dewleta qirker bi vî awayî têkçûna hêza xwe li hemberî keç û xortên Kurdan ên li çiyayên azad nîşan dide.

Mikurhatina din li ser zimanê wezîrê karên hundir ê dewleta qirker Suleyman Soylu bû. Balkêş bû ku Soylu di mikurhatina xwe de negot, ew ê li dijî PKK`ê şer bikin, bi gotina, “Em ê li herêma Metîna ya bakurê Iraqê” bargehekê ava bikin, armanca dewleta xwe ya qirkir kişf kir. Bi vê yekê dewleta Tirk niyeta xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê careke din eşkere kir.

Meseleya dewleta Tirk ne PKK ye, êdî her kes vê yekê dizane. Gelê Başûr bi vê yekê hesiyaye. Lê gelo çima PDK vê rastiyê qebûl nake?

PDK li şûna ku li hemberî van êrişan bisekine, dagirkerriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê rewa dike. Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevdîtina xwe ya li gel televîzyona El-Cezîre de ku bûye alava propagandaya projeyên Erdogan li herêmê, bi awayekî sosret dibêje ti pirsgirêka dewleta Tirk bi Kurdan re tine ye, pirsgirêka dewleta Tirk bi PKK`ê re ye. Li vê sosretê binihêrin, mirov çawa ji dagirkeran re dibe alîkar ku axa mirov dagir bikin. Tenê ev yek li gel PDK`ê tê dîtin.

Heger gelê Başûrê Kurdistanê dixwaze xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk xelas bike, divê di serî de ji PDK`ê helwêsteke cidî bixwaze. Gelê Başûr divê ji PDK`ê bipirse tu çima li hemberî êrişên dewleta Tirk ên dagirkirinê bêdeng î û dewleta Tirk rewa dikî. Gotina dawî ya gelê Başûr e, divê îro beriya sibe, gelê Başûrê Kurdistanê serî ji vê dagirkeriyê re netewîne. Gelê Başûr bi hezaran şehîd dan da ku statuya xwe ya serbixwe hebe. Gelê Başûr wê rê nede kesên ku Başûr bikin mêtingeha dewleta Tirk.

Aliyekî din ku divê li hemberî êrişa dewleta Tirk a dagirker derkeve, ew jî hikûmeta navendî ya Iraqê ye. Her çi qas bi daxuyaniyeke şermokî nerazîbûn nîşanî vê êrişê dabin jî, lê li pişt perdeyê hikûmeta Iraqê bi rêveberiya Kazimî hevkarê vê êrişê ye. Kazimî ku hewl dide careke din desthilata xwe di hilbijartinên bê de biparêze, veşartî rê daye vê êrişê. Kazimî wekî dewleta Tirk a qirker naxwaze ti hebûneke Kurdan li herêmê hebe, dixwaze herêmên Kurdan hemûyan dagir bike.

Ji aliyê Kurdistanî ve divê gelê Kurd Başûrê Kurdistanê û gerîlayên ku parastina Başûrê Kurdistanê dikin, tenê nehêle. KNK amadekariya lidarxistina kongreyekê ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk dike û divê bi awayekî bi lez bikeve nava tevgerê. Îro gerîla erka xwe ya dîrokî pêk tîne, lê ji wan re helwêsteke hîna berfirehtir a Kurdistanî divê.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 12’Ê GULANA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla – Ji bo bîranîna rêheval Karwan Partîzan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Bi Wêneyan Berxwedana Cenga Heftanînê

Ji Pênûsa Gerîla - Ji bo bîranîna rêheval Karwan Partîzan

Li ser banga seferberiyê ya TCŞ û YJC’ê Ciwanên Kobanê di tevgerê de ne

Li ser banga seferberiyê ya TCŞ û YJC'ê Ciwanên Kobanê di tevgerê de ne

Manşet

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De
  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Sorxwîn û Azadî ji bo me xwedawendên pîroz in’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPS: Yekineyên me yên tollhildanê li stenbolê çalakî pêk anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.