Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Duran Kalkan: “Werin em bi hev re li dijî faşîzmê li ber xwe bidin”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/05/2021 - 14:54
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
Kalkan: ‘Em bang li ciwanên Kurd dikin ku bi peywira xwe rabin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan ji Medya Haber TV re axivî. Dûran Kalkan di destpêka axaftina xwe de di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha Gulanê û şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî.

Dûran Kalkan bi berfirehî qala wate û girîngiya meha Gulanê kir ku weke ‘Meha Şehîdan’ tê pênasekirin û bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku vê dema dawiyê giran kiriye.

‘EM FAŞÎZMÊ TÎNIN BER HILWEŞÎNÊ; AMERÎKA, EWROPA, RÛSYA WÊ LI SER PIYAN DIHÊLE’

Dûran Kalkan, axaftina bi telefonê ya Serokê DYE’yê Joe Biden a bi Tayyîp Erdogan re bi bîr xist û got, “Serokê DYE’yê bi mehan sekinî û rabû di 23’ê Nîsanê de bi telefonê li Tayyîp Erdogan geriya. 23’ê Nîsanê rojeke ji rêzê nîne, roja avabûna Meclîsa Tirkiyeyê ye. Lewma roja avabûna dewleta Tirk e, axaftina wê rojê bi serkêşê wê dewletê Tayyîp Erdogan re tê wateya peyamekê. Peyama ‘Em bi te re ne’ da û xwedî li vê êrişê derket. Gotina ‘Em bi te re ne’ hat wateya ‘êrişî Kurdan bike’. Yekser ev gotin negotibe jî aliyê din bi vî rengî fêhm kir û heman piştî axaftina telefonê kete nava liv û tevgerê. Êrişên li ser Metîna, Zap, Avaşîn û Zagrosê bi vî rengî dest pê kir.”

Dûran Kalkan got, “Em têdikoşin, tehdeyê lê dikin, siyaseta zîhniyeta mêtinger faşîst tengav dikin, bi sînor dikin, tînin ber hilweşînê, yekser Ewropa, Emerîka, Rûsya destê xwe dirêj dikin û hewl didin rizgar bike. Ev sîstem faşîzmê li ser piyan dihêle.”

‘JI BO QIRKIRINA KURDAN HEWL DIDIN PKK’Ê TASFIYE BIKIN’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê bi tunekirin û tasfiyekirina PKK’ê ya ku azadiya Kurdan dixwaze, hewl dide pêşî li qirkirina Kurdan veke û wiha dewam kir: “Êrişî PKK’ê dikin, ji ber ku yê li ser xeta azadiyê û hebûna Kurdan dimeşe PKK ye. Yê ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan rast fêhm dike û bi her awayî berdêlan dide PKK ye. Lewma dixwazin PKK’ê tune bikin.”

Dûran Kalkan got, “Faşîzma AKP-MHP’ê hemû hêza xwe bi kar tîne. Bi her awayî hêza xwe seferber dike. Derfetên xwe yên teknîkî hemûyan bi kar tîne. Her tişt daye pêş çavên xwe. Ji bo tunekirinê dike. Dixwaze gerîla bieciqîne. Di şexsê gerîla de dixwaze xeta PKK’ê lawaz bike, bi vî rengî Kurdan qir bike. Ji bo qirkirina Kurdan jî dixwaze hevkarekî hîn bi bandor çêbike. Em dibêjin êrişa dagirkeriyê. Belê, lê li pişt vê qirkirin heye. Ev êrişeke qirkirinê ye. Êrişa tunekirinê ye.”

‘PARLAMENTA KURDISTANÊ WÊ HÎN KENGÎ BIAXIVE?’

Dûran Kalkan bal kişand ser piştgiriya global, herêmî ya ji dewleta Tirk re û got, “Yên ku bi rengekî eşkere piştgiriyê nadin, bi awayekî veşartî piştgiriyê didin. Bi bêdengiyê piştgiriyê didin. Ji Bexda û Hewlêrê deng dernakeve. Gelo Parlamenta Kurdistanê wê kengî biaxive? Eger di dema dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê de bêdeng dimîne, wê kengî biaxive? Wê di kîjan rewşê de biryarê bide? Gelo ev parlament tenê jib o biryaran li dijî PKK’ê bide ava bûye? Li dijî PKK’ê nîqaşan dike, li dijî PKK’ê biryaran dide. Ji sala 1992’an û vir ve li dijî PKK’ê gelo çend biryar hatiye dayin? Bila carekê jî li dijî dewleta Tirk biryarê bide ku em jî bibînin. Hinek hene bi vî rengî piştgiriyê didin. Lewma divê ev yek sivik neyê dîtin, rewşeke cidî ye. Rewşenbîr, hunermend, jin û ciwan divê her kes bi vê zanibe. Siyaset û zîhniyeta dewleta Tirk a faşîst, qirker îro di şexsê AKP-MHP’ê de dixwaze encamê werbigire. Li ser vê bingehê êriş dike. Bi ser bikeve yan jî bi ser nekeve ew meseleyeke cuda ye. Ev êriş êrişa qirkirin û tunekirinê ye. Hesabê wê dikin ku dema gerîla bêbandor bikin dikarin encamê werbigirin. Di vî hesabî de ne neheq in. Her kes divê vê mijarê rast fêhm bike û bi rengekî cidî nêzîk bibe.”

‘ŞER DI HER ASTÊ DE DEWAM DIKE’

Dûran Kalkan destnîşan kir ku li dijî van êrişan gerîla xwedî berxwedan û parastineke gelekî girîng e û got, “Li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê şerekî giran diqewime. Diyar e ku wê hîn jî dewam bike. Bi hêza xwe ya teknîkê xwe danîne hin herêman. Ev yek serketina artêşê nîne. Me negot, ‘kes nikare ji aliyê leşkerî ve bê’. Hatin lê derketina ji vê derê cihê nîqaşê ye. Cihê nîqaşê ye ku li wir çawa dikare bimîne, yan jî wê karibin bimînin yan na. Em balê dikişînin ser vê yekê. Ji xwe li gelek qadên Kurdistanê bi cih bûne. Lewma dikare xwe bigihîne hin deveran, Lê belê her der wê bibe qada şer. Ev rewşeke welê ye ku jêderneketin nîne. Di rewşa heyî de hêzeke leşkerî ya li wê cografyayê bi cih bibe wê timî bibe hedefa êrişên gerîla. Sala 2016’an jî bi vî rengî li ser hin girên li Çelê bi cih bûn. Timî bûn hedefa êrişên gerîla. Gerîla timî lê da. Niha jî wê gerîla lê bide. Rewş bi vî rengî ye. Şer di her astê de dewam dike. Li hin deveran artêşa Tirk dikeve xefika gerîla, li ser vê bingehê çalakî tên lidarxistin. Li gorî bîlançoya dawî 147 kes ji wan hatine kuştin, gelek jî birîndar bûn. Hate eşkerekirin ku zerar li çend helîkopteran bûye. Hêza ku şer bike wê şehîdan jî bide. Em tevgereke welê ne ku şer û şehadet dane pêş çavên xwe… Her qad veguheriye qada şer.”

‘200 SALÊN DIN JÎ DERBAS BIBIN EV ŞER WÊ DEWAM BIKE, GEL WÊ LI BER XWE BIDE’

Dûran Kalkan bi dewamî got, “Em weke partî, gerîla û gelê ku dilxwazê PKK’ê ye, li dijî dagirkeran li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin. Em li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. PKK xwe weke hêza xweparastinê ya Kurdistanê, îradeya azadiyê dibîne. Vê dagirkeriyê jî weke hêza hilweşandinê dibîne û li dijî vê jî 40 sal in şer dike. Ev berxwedan 220 salin dewam dike. Gelê Kurd ne tenê bi PKK’ê li ber xwe da, berê jî li ber xwe da. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava li ber xwe da. 200 salên din jî derbas bibin ev şer, ev berxwedana gel wê dewam bike.”

‘WERIN EM KURDISTANÊ BI HEV RE BIPARÊZIN’

Kalkan bi bîr xist ku wan beriya niha banga ‘Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzin. Li ber dagirkeriyê rabin, azadiyê bi hev re biafirînin, demokrasiya Kurd bi hev re ava bikin’ li hêzên Kurd kirin û got, ‘Ev banga me li hêzên siyasî yên Kurd hemûyan bû. Me bang li partî û rêxistinên li başûr, Bakur û Rojava kir. Ev banga me dewam dike. Em di wê baweriyê de ne ku ya rast ev e. Di demekê de ku qirkerî, dagirkerî, qetilkirina gel û hewldanên ji bo tunekirina hêzên azadiyê dewam dike, rawestandin gelo xizmetê ji kê re dike? Rûniştin, jinedîtî hatin gelo tê çi wateyê? Parlamenta Başûrê Kurdistanê wê kengî biryarê bide? Parlamenta Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê kengî biryarê bide? Meclîsên li Bakur wê kengî biryarê bidin? Divê niha biaxivin. Gotin divê niha bên gotin, biryar divê niha bên dayin. Helwesta azadîparêziyê divê niha bê nîşandan.”

Kalkan diyar kir ku ew heman bangê li hêzên demokratîk ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî dikin û got, “Ev berxwedan berxwedana ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk e. Em bang li gelên Rojhilata Navîn, gelên Ereb û Fars, şoreşger û hêzên siyasî dikin; werin em bi hev re li dijî faşîzmê li ber xwe bidin. Bi hev re demokrasiyê ava bikin. Jiyana biratiyê ya demokratîk bi hev re ava bikin. Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk bi hev re ava bikin.”

‘TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ LI HER CIHÎ BE’

Dûran Kalkan di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir:

“Têkoşîna li dijî faşîzmê divê li her derê be. Gotina; ez piştgiriyê didim berxwedana gerîla têrê nake. Her kes divê li cihê lê ye berxwedana li dijî faşîzmê geş bikin. Êrişa faşîst li her cihî ye û faşîzm xwe ji her cihî xwedî dike. Yên ku êrişî Mamreşo û Zendûra dikin ji tûrîzma li Mersîn û Antalyayê pereyan qezenç dikin, ji filan karî pere qezenç dikin, wan pereyan dikin çek, pê êrişî gerîla dikin, zilmê li gelan û mirovan dikin. Yanî hedef li her derê ye, faşîzm li her derê ye, berxwedan jî divê li her derê be. Eger wê piştgiriyê bidin berxwedana gerîla ya li Mamreşo bila peydakirina derfetên madî yên çek û cebilxaneya li wir kom dikin asteng bikin. Mînak bila nehêlin ku li Antalya, Mersîn û Îzmîrê pere bê qezençkirin. Tenê bi vî rengî dibe.

Di serî de jin, ciwan bang li karker, kedkar, gelên me dikim ku li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat, li her derê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê, ji bo hilweşandina vê siyaset û zîhniyeta mêtinger qirker a faşîst têkoşînê mezin bikin. Wezîfe û ya pêwîst ev e. Roj ew roj e ku ji bo hilweşandina faşîzmê bi her awayî derfet bên bikaranîn û li her derê têkoşîn bê meşandin. Serketin bi vî rengî dibe. Bi taybetî divê ciwan nesekinin. Tevlîbûna li nava gerîla li nava têkoşînê nayê wateya hatina Mamreşo. Şer û faşîzm ne tenê li Mamreşo tê kirin, li her derê tê kirin. Li Stenbol, Îzmîr, Antalya, Çûkûrova, Derya Reş, Bakurê Kurdistanê, li Efrînê, li Başîkayê ye. Li her derê heye. Divê her kes vê bibîne û ya rast bike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: Li Amedê 6 Gerîla şehîd bûn

Nivîsa Pêş

Zindanan de Greva Birçîbûnê di roja 166’an de ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Zindanan de Greva Birçîbûnê di roja 166’an de ye

Zindanan de Greva Birçîbûnê di roja 166'an de ye

Artêşa TC’ê nikare li hember gerîla berxwe bide – Cerdewanan bi destê zorê dibin şer!

Artêşa TC'ê nikare li hember gerîla berxwe bide - Cerdewanan bi destê zorê dibin şer!

Manşet

  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.