Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dê sibê kamerayan jî ceza bikin!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/05/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Nexweşiya conagayê dîn
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Mehmet Alî Ertaş
Îktîdar li Tirkiyeyê ji bo rastiya hikûmetê neyê dîtin û cilê wan ê qirêj neyên xuyakirin, qedexe li ser qedexeyan îlan dikin. Ji bo zilma polîsên xwe yên li ser çalakgeran û sûcên wan veşêre, qedexe li ser qedeyan zêde dike. Ji bo delîlên sûc tarî bikin, vê carê êrîşî kamerayan dikin. Êrîşî wênekêşan dikin. Ku tu kes bertekan nîşanî vê yekê nedin, dê siberojê wênekêş, kamera û telefonan jî li rojnamegeran qedexe bikin. Çawa ku xistina kamera û wênekêşiyê li salonên Dadgehan qedexe kirin, dê siberojê kamera û wênekêşan li kolanan jî qedexe bikin.

Ji bo kom, rêxistin û partiyên muxalif dengê xwe bilind nekin çalakiyên wan qedexe dikin. Daxuyaniyên wan qedexe dikin. Ji bo bi temamî dengê civakê qut bikin; pêkûtî, zext û tundî û zilma li ser civakê pêş dixin veşêrin, di bin navê “heqaretê” de azadiya ramanê ji destê kes û civakê digirin û wan ceza dikin. Lê her çiqas bi hemû zagon, daraz, polîs, eskerên xwe hewl dide dengê çapemeniya muxalif qut bike û çapemeniya xwe serbest berde jî, dîsa nikarin bi ser bikevin. Dîsa nikarin roniyê tarî bikin. Nikarin heqîqetê veşêrin. Dê helbet cilê wan ên qirêj derkeve holê û bêhn bide. Bêhna wan a genî dê belav bibe. Her çend dizanin ku dê sûcê wan derkeve holê jî dîsa rêbazên şerê taybet pêş dixin. Bi hezaran kesên kujernediyar bi destê esker û polîs, tîmên taybet hatine kuştin. Rojnamegerên xwestin rastiyê ronî bikin li qadê qetilkirin. Binçav kirin, ceza kirin û avêtin zindanan. Lê dîsa nekarîbûn rastiyan veşêrin. Nikaribûn heqîqetê tune bikin. Her çend avahiyên rojnameyan bombe kirin û rojname sansur kirin jî dîsa rastî ronî bû. Her çend bi sedan weşanên çapemeniyê di bin navê OHAL’ê de girtin jî dîsa rastî ronî bû. Bi dehan caran torên malperên ajansan asteng kirin. Bi dehan caran rojnameger ceza kirin. Bi sedan caran li qadan gef li rojnamegeran xwarin. Kart û dîmenên wan desteser kirin. Lê dîsa rastî ronî bû.

Ji bo qirêjiya wan bêhn nede û qilêra wan reng nede vê carê li şûna ekranan reş bikin; bi mertalên polîsan rê li pêş kamerayan digirin, Ji bo rojname rûpelên spî çap bike; kartên wênekêşan desteser dikin, Ji bo malperên ajansan asteng bikin; dadgeh bi biryarê torê digire. Lê dîsa nekaribûn kuştina Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an a Amedê polîsan ew kuşt, veşêrin. Nikaribûn îşkenceya ku polîs li kolanên Enqere, Stenbol, Amed, Êlih, Wan Colemêrgê li nûnerên rêxistinên civakî û welatiyan dike veşêrin. Nikare rastiya polîsên ku li kolanê pêl li ser, pişt û piyê welatiyan dike veşêre. Nikare rastiya polîsên ku li Qada Taksîm, Kizilay, Parka Koşuyolu, Musa Anter, bi porê mirovan digire û li pey xwe bi erdê re kaş dike veşêre.

Li aliyê din ji bo civakê bitirsîne îşkenceya ku eskeran li Gundê Xirabê Bava û Telatê yên Nisêbînê li Abdî Aykut û welatiyan kir; li ser medyaya civakî parve kirin. Îşkenceya ku polîsên tîmên taybet li cenazeyê Hecî Bîrlîk kirin; li ser medyaya civakî parve kirin. Îşkenceya ku polîs û tîmên taybet li Gundê Derto yê Xalfetiya Rihayê kir; piştre wêneyên wan parve kir. Balkêş e dema polîs wêneyê îşkenceya xwe parve dikin nabe sûc. Lê dema rojnameger û welatî wêneyê îşkenceya polîs, esker û tîmên taybet parve dike dibe sûc. Niha jî dixwazin bi vê giştînameyê sansûr bikin.

Di salvegera Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de, dixwazin ji kok ve azadiyê tune bikin. Dixwazin darê ji kok ve dibirin. Di bin navê “Jiyana polîsan a taybet” de giştînameya “Qedexekirina kişandina dîmen û wêneyên polîsan” rê li pêş rojnamegeran digirin. Niha jî pêşiya çapemeniyê digirin û destûr nadin ku çapemenî xwe bigihîne rastiyan. Hemû rê û rêbazên astengiyê, danîn pêş çapemeniya azad. Kuştin, girtin, ceza kirin, bombe kirin. Sansur kirin. Lê dîsa bi ser neketin. Vê carê dixwazin azadiyê ji kok ve sansur bikin. Dixwazin ku tov negêje axê. Dizanin ku tov bêje axê dê aj bide. Wê rastî bi her awayî derkeve holê. Ku rêxistinên civakî, parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û hemû hêzên muxalif û demokratîk li dijî vê yekê bêdeng bimînin, dê zilma li ser wan hîn zêdetir bibe ku em naxwazin zilma li ser me zêde bibe, divê em teqez destûr nedin vê yekê. Divê hemû xebatkarên çapemeniya azad û hêzên muxelif û demokratîk bi hevre li dijî vê yeke bertekên xwe bînin ziman.

WELAT

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Ji bo bîranîna Heval Sarya

Nivîsa Pêş

Li Mêrdînê polîtîkayên qirêj – Hedef taybet Ciwanin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Mêrdînê polîtîkayên qirêj – Hedef taybet Ciwanin!

Li Mêrdînê polîtîkayên qirêj - Hedef taybet Ciwanin!

Berxwedana Zindana di roja 164’an de ye

Berxwedana Zindana di roja 164'an de ye

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.