ŞEHBA – Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê ji bo protestokirina tecrîda li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan meşek lidar xist. Jinên ciwan ku li ser rêya sereke ya gundê Marata yê navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bûn, posterên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hilda bûn.
Meş li kolana sereke ya di navbera navçeya Ehdasê û gundê Maratê de geriya, di meşê de diruşmeyên banga azadiya Rêberê Gelan Ocalan û protestokirina zextên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî hatin berzkirin.
Meşa jinên ciwan li ber parka navçeya Ehdasê sekinîn û deqeyeke rêz hate girtin.
Li vir endama Yekîtiya Jinên Ciwan Rosêl Ebdulhemîd daxuyanî xwend, têde rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li tevahî jinan, bi taybet jinên ciwan pîroz kir û li ser tecrîda li dijî Ocalan got, armanca tecrîdê hewldaneke ji bo şikandina îradeya gelên azadîxwaz e.
Her wiha hate desnîşan kir ku dewletên kapîtalîst hewl didin gelan ji hev parçe bikin û fikirê mirovî ku nîşaneyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xuya bû têk bibin da ku desthilata xwe li ser gelan ferz bikin.
Rosêl Ebdulhemîd diyar kir ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji tevahî mafên qanûnî bê par hatiye hiştin û desthilata Tirkiyê ku mafên girtiyên siyasî diçewisîne, tevahî qanûnên navneteweyî û mirovî bin pê dike.
Piştî xwendina daxuyaniyê, diruşmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.






