Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Di meşa serketinê de bûn meşale

HPG'ê 4 gerîlayên sala 2018'an li Qendîlê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Argeş, Botan, Çiyager û Sîpan bi şehadeta xwe di meşa serketinê ya gelê me de bûn meşale."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/04/2021 - 14:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG: Di meşa serketinê de bûn meşale
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“22’ê Adara 2018’an li herêma Qendîlê di bombardûmanê de hevrêyên me Argeş, Botan, Çiyager û Sîpan şehîd bûn.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Nasnav: Sîpan Çirav
Nav paşnav: Hasan Damar
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Taybet-Abdulcelîl
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Adara 2018 / Qendîl
Nasnav: Argeş Şoreş
Nav paşnav: Huseyîn Kamkar
Cihê jidayikbûnê: Mahabad
Dayik-Bav: Hacer-Xidir
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Adar 2018 / Qendîl
Nasnav: Botan Amed
Nav paşnav: Ahmet Gezer
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ayfer-Haci
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Adara 2018 / Qendîl
Nasnav: Çiyager Lice
Nav paşnav: Mûrat Işik
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Vesîfe-Hatîp
Dem û cihê şehadetê: 22’ê Adara 2018 / Qendîl

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên qirkirina Kurdan ku sala 2015’an giran kir, di sala 2018’an de gihand asta herî bilind. Zîhniyeta mêtinger a ku li her devera Kurdistanê êrişê dibe ser destketiyên gelê me, bi rêya  van êrişan dixwaze îradeya gelê me bişikîne û teslîm bigire. Lê belê gelê me yê welatparêz bi pêşengiya partiya me PKK’ê bi rengekî destanî li ber xwe da û her tim ev êrişên dijmin pûç kir. Dewleta Tirk ku li pêşbeî vê berxwedana bi pêşengiya partiya me hatiye ber hilweşandinê, ji bo vê têkçûna xwe binixumîne û polîtîkayên xwe yên faşîst bi gelên Tirkiyeyê bide qebûlkirin, şerê taybet derxistiye pêş. Di çarçoveya van polîtîkayên şerê taybet de, her firsendê temenekî datîne ber partiya me, lê bi vî rengî hewl dide ku temenê hebûna xwe dirêj bike. Yên ku dewleta Tirk a qirker xistin nava pozîsyoneke bi vî rengî ya bêçare, bêguman berxwedana dîrokî ya hevrêyên me yên şehîd bûne. Ewladên hêja yên Kurdistanê ku xwe ji tiştekî venagirin, bi vê berxwedana xwe hem dijminê qirker têk dibin hem jî têkoşîna me di rêya serketinê de bi lez bi pêş ve dibin. Hevrêyên me Argeş, Botan, Çiyager û Sîpan ên sala 2018’an li herêma Qendîlê di bombardûmanê de şehîd bûn, bi şehadeta xwe di vê meşa serketinê ya gelê me de bûn meşaleyek ku timî pêketîne.

Hevrêyê me Argeş li nava malbateke welatparêz a ji bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, ku li vî bajarî Qazî Mûhammed û hevrêyên wî li Qada Çarçirayê sirûda azadiyê xwendin. Hevrêyê me Argeş bi dîrok û çanda xwe dilsoz mezin bû. Bi hişmendî û terbiyeya welatparêziyê ya ji malbata xwe wergirtî tevlî nav atêkoşîna şoreşê bû. Hîn di ciwantiya xwe de tevlî karê rêxistina ciwanan bû. Di vê demê de ji aliyê rejîma Îranê ve gelek caran hate girtin, êşkence lê hate kirin. Hevrêyê me Argeş îradeyeke mezin nîşan da û ji têkoşîna xwe ti carî paşve gav neavêt. Hevrêyê me Argeş ku diyalektîka pêşketinê ya partiya me PKK’ê baş têgihîşt û pejirand, ji bo bicihanîna paradîgmaya Rêber Apo biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Bi gotina xwe, piştî ku tevlî nava refên gerîla bû xwe ji nû ve dît û di demeke kurt de li nava refên gerîla bi felsefeya Rêber Apo bû yek. Hevrêyê me Argeş ku wateyeke mezin da hevrêtiya PKK’ê, hewl da heqê vê hevrêtiyê di tevahiya jiyana xwe ya gerîla de pêk bîne. Yek ji xeyalên xwe yên herî mezin jî ew bû ku paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê bide nasîn, ji bo vê jî di jiyan û hevrêtiyê de bû milîtanekî bi mînak.

HEVRÊYÊ ME BOTAN HEVRÊYEKÎ KEDKAR Û DILNIMZ BÛ

Hevrêyê me Botan li navçeya Baglarê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û di nava serhildanên dijî dijmin de mezin bû. Mîna ciwanên Amedê hemûyan rastiya dijmin ji nêz ve nas kir û di dema herî dijwar a têkoşînê de, di nava şert û mercên ku dewleta Tirk a qirker hewl dida bi polîtîkayên şerê taybet ciwanên Kurd têk bibe, îradeyeke mezin nîşan da û tevlî nava refên gerîla bû. Bi tevlîbûna li nava refên gerîla dît ku warê wî çiya ye û bi vê coş û moralê tevlî karên şoreşê bû. Hevrêyê me Botan bi perwerdeya partiyê bi xwe re kete nava şert, bandora modernîteya kapîtalîst a li ser xwe yek bi yek ji holê rakir. Her ku bandora sîstemê ji ser xwe avêt, bêhtir xwe gihand cewhera xwe. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, dilnizm û bi sekna xwe ya leşkerî bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.

HEVRÊ ÇIYAGER PARÊZVANEKÎ XURT Ê FELSEFEYA APOYÎ BÛ

Hevrêyê me Çiyager li Licêya Amedê ji dayik bûye ya ku di dîroka me ya partiyê de xwedî cihekî girîng e û bi sedan şehîdên xwe bûye qiblegaha welatparêziyê. Hevrê Çiyager ji ber nasnameya welatparêziyê ya malbata xwe Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kiriye û piştî ku di nav xebatên ciwanan de bi çalakî têkoşiyaye ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger hatiye girtin. Hevrê Çiyager bi qasî 11 salan li zindanên dewleta Tirk maye û ligel hemû zext û êşkenceyan jî çanda berxwedana li zindanê ya ku ji Mazlûm, Kemal û Hayrî wergirtiye, bi biryardariyeke mezin domandiye. Polîtîkayên şerê taybet û rehabîlîtasyonê ya dijmin bandor li ser hevrê Çiyager nekiriye û hevrêyê me dema ji zindanê derketiye berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Hevrê Çiyager diyar kiriye ku danheviya wî ya îdeolojîk û teorîk a salan piştî ku hatiye çiyayên Kurdistanê xurttir bûye. Hevrê Çiyager zanîna xwe ya teorîk kariye li çiyayên Kurdistanê bike pratîk û bûye yek ji parêzvanê xurt ê felsefeya Apoyî.

HEVRÊ SÎPAN DI HER XEBATÊ DE SERKEFTIN JI XWE RE KIR ESAS

Hevrê Sîpan jî ji ber şewitandinên gundan ên di salên 1990’î de koçî metrepolên Tirkiyeyê kiriye û di nav malbateke welatparêz a Botanê de ji dayik bûye. Ligel ku ew ji Kurdistanê dûr mezin bûye jî ji çanda Botanê qut nebûye û polîtîkayên dijmin ên asîmîlasyonê pûç kiriye. Hevrê Sîpan ji bo li dijî polîtîkayên qirêj ên li ser gelê me bibe bersiv tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji dema ku tevlî nav refên gerîlayan bûye wî heyecaneke xurt xwe adapteyî jiyana çiyayan kiriye. Hevrê Sîpan coşa jiyana li çiyayan û gerîlatiyê bi enerjiya ciwanan kiriye yek û di her xebatê de serkeftin ji xwe re kiriye esas.

Malbatên hêja yên rêhevalên me yên şehîd ên qehreman di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanc û xeyalên şehîdên xwe teqez bi cih bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan li Efrînê li dijî tecrîdê meşiyan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan li Efrînê li dijî tecrîdê meşiyan

Jinên Ciwan li Efrînê li dijî tecrîdê meşiyan

Ciwanên Êlihê bi coşeke mezin 4’ê Nîsanê pîroz kir

Ciwanên Êlihê bi coşeke mezin 4'ê Nîsanê pîroz kir

Manşet

  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.