MARSÎLAYA
Li bajarê Marsîlyayê ya Fransayê jî ciwanên TCŞ’ê û TEKO-JIN’ê û ciwanên enternasyonalîst ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah ocalan bi dirûşma, ”Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne” çalakî kirin û xwestin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rabe.
Çalakiya li navenda Vîe Portê saet 19:00’an bi meşekê dest pê kir. Di çalakiyê de posterên Ocalan û alayên PKK’ê hatin hildan û gelek caran bi dirûşmeyan hate gotin,”Bê Serok Jiyan Nabe”, ”Kujer Erdogan”. Çalakgeran her wiha siyaseta gemarî ya Fransayê ya li ser Kurdan şermezar kirin.
EVRY
Ciwanên aktîvîst ên TCŞ’ê li herêma Evry ya Fransayê jî bi eynî dirûşmeyê û eynî mebestê çalakî kirin.
Ciwanên TCŞ’ê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar kirin, diyar kirin heta ku Ocalan ji hêla fizîkî ve azad bibe ew ê li qadan bin.
HAMBURG –
Aktîvîstên ciwan ên TCŞ û TekoJIN, ku li Hamburg, Almanya hatin cem hev, têkildarî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan û berxwedana Şengal çalakiyek li dar xistin.
Ciwanan diyar kirin ku ewên bê rawestan tevbigerin heya kuRêberê Gelan bi awayekî fîzîki azad bibeç
Di çalakiya xwe de ciwanan diyar kirin ku ew peymana hukumeta Iraqê qebûl nakin.


