NAVENDA NÛÇEYAN –
Zarokên Agir bîlançoya rêzeşawatên xwe ya meha Adara 2021’an bi daxuyaniyeke nivîskî raya gel re parvekir.
Daxuyanî wiha ye:
“Li hemberî dijminên ku Kurdistanê dagir dikin ji nesilek derbasbûna nesilekî din dîroka gelê Kurdistanê yê berxwedêr bi qehremanan ve hat afirandin. Zarokên kurd yên we gundên wan şewitandin û sirgunên bajarên xwe kirin we nikarî hezkirin û girêdana wan ji bo çiya, deşt, navçe û gundên wan tune bikin. Em li metrepolên Tirkiyê bi sond xwarina evîna welat û hesap pirsîna tiştên ku we bi me dan kişandin mezin bûn. Her gotin, hewar, lorîn û destanên dayîkên me di hindirê me de bûn tofanên tolhildanê. Stranên îsyanê, helbest û sloganên ser zimanên me, di dîlanên me de deng vedide.Gelê Kurd yê Mezopotamyayê çawa di dîrokê de li hemberî Dehaq’an bi agirê berxwedanê cejna azadiyê Newroz afirandiye, îro jî li hemberî zaliman ev agir geştir dibe. Agirê kîna dil û çavên me de venemirî û wê venemire. Keç û xortên kurd yên ku agirê Newrozê bi bedena xwe pêxistin îro talîmata geşkirina agirê newrozê didin me. Em neçarin ku li hemberî êrîşên tunekirinê hebûna xwe biparêzin, ji ber ku her gelên bindest li hemberî êrîşên qirkirinê ji bo azadîya xwe neçare ku serî li her riyên tekoşînê bidin. Em li hemberî dijminekî ku tu maf û şansê jiyanê nade Kurdan, tenê Kurdên mirî û belengaz qebûl dike û li hemberî Kurdên azadîxwaz hemû êrîşên dij mirovahiyê bi kar tîne re rû bi rû ne. Kiryarên ku bi me dan jiyankirin û didin jiyankirin, hewarên dayîkên me yên ku cîhanê dihejîne û qehremanên di nefasa xwe ya dawî bi dirûşme û tililîyan pêşwazî dikin me ji bo wan di bajarên dagirkeran de agirê tolhildanê pêxist û emê vî agirî geştir bikin.Em jî wekî berfîna ku li çiyayên kurdistanê ji bin berfê serî hildide û kulîlk vedike rûxmê hemû dext, tundî, tehdît, tedbîr û astengiyên wan jî bûn meşaleyek di bajarên neyaran de her pêxistî man. Her Kurdên xwedî şeref û namûs divê vê meşaleyê destek ji destê din bigire û li hemû bajarên dagirkeran de pêxistî bihêlin, ev deynê stuyê me hemûyane. Fabriqa, erebe, kargeh, mal û heta trafoyên wan di hemû qadên jiyana wan de çi tiştên ku tên şewitandin divê em bişewitînin û koletiya ku li ser Kurdan tê ferzkirin qebûl nekin, vê bi agirê xwe yê îsyanê yê ku nayê tefandin nîşan bidin. Me di meha Adarê de ji Behra Reş heta Egeyê, ji wir heta Marmarayê ji wir heta Behra SPî bi giştî di 32 bajarên Tirkan de 102 cih bi agirê tolê şewitand û kir xwelî.
BÎLANÇO;
Erebe: 10
Kamyon-Tir: 5
Xanî-Bîna: 22
Fabrîqa: 20
Kargeh: 10
Tesîsa Berheman: 2
Oto Galerî: 1
Minibûs: 1
Haleya fêkî û sebze: 2
Cihê pazarê: 1
Kepçe: 2
Yat- Gemî: 1
Vagona Tren: 2
Cafê: 1
Sîte: 1
Market: 2
Xanîye Dîrokî: 1
Depo: 5
Îstasyona Benzînxanê: 1
Sazî: 1
Maxaza: 2
Dikan:5
Qad-Arazî: 2
Sazliken Gola Eber: 1
Kovanên Mêşan: 50
Trafo: 1″


