Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 24, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: “Her roja dîlgirtina Rêbertî ji azadiya jinan û gelan diçe”

Xwedîderketina li Rêbertî ku îsal bi 8'ê Adarê dest pê kir û bi Newrozê gihîşte asta herî bilind, bi biryardarî têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî Newroza îsal kir Newroza Rêbertî. Em 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê me ya îsal ji her demê bêhtir bikin roja xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya Rêbertî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
01/04/2021 - 10:11
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê ya li ser 4’ê Nîsanê wiha ye:

“4’ê Nîsanê ku rojbûna Rêberê me ye, em jin û gelê Kurd weke rojbûna xwe dibînin. Li ser vê bingehê vê rojê li Rêberê xwe pîroz dikin; temenekî bi tenduristiyeke baş û dirêj ê têkoşînê jê re hêvî dikin; vê rojê di serî de li jinan, li gelê xwe û gelan hemûyan pîroz dikin.

Jiyana Rêberê me û têkoşîna gelê Kurd bûne yek, bûye rastiyek ji hev nayê cuda kirin ku ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Rêberê me têkildarî jiyana xwe, têkildarî têkoşîna me qala sê bûyînên mezin dike.

SÊ BÛYÎNÊN MEZIN…

Bûyîna destpêkê jidayikbûna biyolojîk a 4’ê Nîsanê ye. Dayika me ya mezin dayika Uweyşê bi anîna Rêbertî ya li dinyayê re bû wesîleya bûyînên mezin û ji bo me jinan û gelê Kurd rê li ber bûyînê vekir. Lewma bi wesîleya rojê em şukranên xwe pêşkêşî dayika xwe ya mezin dayika Uweyşê dikin.

Bûyîna duyemîn; destpêka berxwedana PKK’ê ye ku di serî de jin, tevahiya gelê Kurd ê li ber mirin û tunebûnê bû ji xweliyên xwe jinûve afirand, ruh, can, hêvî da wan.

Bûyîna sêyemîn; Ew pêvajo ye ku bi kûrbûna Rêberê me ya li ser paradîgmaya nû re li Îmraliyê gihîşte encamekê. Paradîgmaya nû ya Rêberê me hem destwerdaneke girîng a li krîza sîstema sedsala 21’ê ye, hem jî pêngaveke girîng pêşkêşî hêzên demokratîk şoreşger ên xitimî ne, dike. Lewma bi bûyîna sêyemîn re, bi îdîaya çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê û cîhanê re Rêberê me bûye xwedî karakterekî gerdûnî.

‘ÊDÎ DEMA AZADIYÊ YE’

Aliyên vê paradîgmayê ku di şexsê jin û civaka Kurd de bi cih hatin anîn, ji bo jinan, ji bo gelan veguherî çavkaniyeke mezin a hêvî û sûdwergirtinê. Eger îro di asta navneteweyî de xwedî li Rêberê me tê derketin, di asta parzemînan de kampanyayên ji bo azadiya Rêberê me tên birêvebirin û li qada navneteweyî ewqasî bi pêşketiye, ev yek encameke rastiya paradîgmayî ya Rêberê me ye ku em weke bûyîna sêyemîn pênase dikin. Divê êdî jin nehêlin ku Rêberekî bûye rêberê gelê Kurd, rêberê gelan û mirovahiyê di nava tecrîdê de, di nava şert û mercên dîlgirtinê de bê hiştin. Ji ber vê yekê em dibêjin, ku ji bo Rêbertî ‘dem dema azadiyê ye’.

Rêberê me di nava tecrîda giran de, bi kiryar û zextên faşîst ên AKP-MHP’ê re rû bi rû ye. Di vê demê de neçarmayina wan a ragihandina dengê Rêberê me nayê wê wateyê ku ev xeterî nîne. Weke ku ji axaftina kurt a Rêberê me jî tê fêhmkirin ku ew li dijî van kiryaran xwedî sekneke berxwedêriyê ye. Bi vê zîhniyeta faşîst, bi van kiryaran re jiyana Rêberê me êdî ewle nîne. Lewma ji bilî azadiya fîzîkî ya Rêberê me, nepêkane ku bi tiştekî din mirov bê xapandin. Lewma jin, ciwan, gel û dostên me li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêbertî kampanyayên têkoşînê dimeşînin.

Her roja dîlgirtina Rêbertî ji azadiya jinan û gelan diçe.

Her roja dîlgirtinê tê wateya giranbûna şer, komkujî, kaos û neçareseriyê.

Her roja dîlgirtinê û tecrîdê tê wateya sazî û bicihbûna faşîzmê li Tirkiyeyê. Lewma kampanya û têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ne tenê karê gelê Kurd e, her wiha karê bingehîn ê hêzên demokratîk û dijberên faşîzmê ye.

Xwedîderketina li Rêbertî ku îsal bi 8’ê Adarê dest pê kir û bi Newrozê gihîşte asta herî bilind, bi biryardarî têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî Newroza îsal kir Newroza Rêbertî. Em 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê me ya îsal ji her demê bêhtir bikin roja xurtkirina têkoşînê ji bo azadiya Rêbertî. Kampanya û têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî, ji bo encamê werbigirin divê bênavber bên meşandin. Li ser vê bingehê em bang li jin û ciwanan, bang li tevahiya gelê xwe dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê me misoger bibe, heta encam bê wergirtin bêrawestan têkoşîna xwe dewam bikin.

Bi têgihiştina rojbûna Rêberê me rojbûna me, azadiya Rêberê me azadiya me ye, em dibêjin ku sala 2021’ê em ê bikin sala azadiya Rêber Apo. Bi vê bîr û baweriyê em azadiya fîzîkî ya Rêbertî weke bingeha kar û têkoşîna xwe dibînin. Em careke din roja bûyîna gelê xwe pîroz dikin û biryardarî û îdîaya xwe ya ji bo azadiyê dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Dusseldorfê Ciwan ji bo azadiya Rêberê Gelan daketin qadan

Nivîsa Pêş

Berxwedan didome: Komê 26. grev dewr girtin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedan didome: Komê 26. grev dewr girtin

Berxwedan didome: Komê 26. grev dewr girtin

Zarokên Agir bîlançoya meha adarê parvekir: Faşîzm Dişewite

Zarokên Agir bîlançoya meha adarê parvekir: Faşîzm Dişewite

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • ‘Li Îstîklalê 20 Ciwan Hatin Binçavkirin’
  • Ciwan Panel Pêk tinin: ‘Di Civaka Sosyalist de Rola Ciwanan’
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist
  • Ciwanên Dêra Zorê Derbarê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de Daxuyaniyek Weşand
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Darxist
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamîşloyê Çalakiyek Bîranînê Darxist

Herî zêde hatine xwendin

  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Herema Cizîrê Ciwan Hemberê Erîşan Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hemayê Ciwanek Hat Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de Gel Li Ser Pê ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinen Ciwan Ji Bo Bîranina Şehîd Berfîn Nûrhaq Dar Çandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Ser Êrişên Heleb’ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Daxuyaniya Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.