LAVRIO – Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Yewnanîstanê dest bi greva birçîbûnê kir.
Greva birçîbûnê ya ji 8 kesan pêk tê û 5 rojan, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Lavrio, Yewnanîstan, di 4 Çile de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji hêla koma 17’emîn bi tedbîrên vîrusa corona, ve hate dewr girtin, bi bîranîna şehîdên şoreşê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dû re daxuyaniya KCK’ê ya ji aliyê Cemil Bayık ve hatîbû dayîn hate temaşekirin.
Koma 18’an berxwedana greva birçîbûnê ya li zîndanan silav kir û bi diruşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Zindanan” ve grev dewr girtin. Bi desteserkirina koma 18’an re, greva birçîbûnê di roja 86’an de bi coş û moralek mezin berdewam dike.


