Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 22, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Malbata Şenyaşar Bibiryare: “Bêedaletî me aresteyî vir kir.”

Ferit Şenyaşar di derheqê çalakiya xwe û dayîka xwe de ji Ajansa MA'yê re axivî: "Heke edalet pêk bihata em niha ne li vir bûn."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/03/2021 - 12:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Malbata Şenyaşar Bibiryare: “Bêedaletî me aresteyî vir kir.”
ParvekeTweet

RIHA – Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re li ber Edliyeya Rihayê nobeta “Edaletê” digire, diyar kir ku bi piştgiriya milyonan çalakiya xwe didomînin û ev tişt got: “Bêedaletî me aresteyî vir kir.”

Dema Hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, bi xizm û parastvanên xwe êrişî Malbata Şenyaşar kir û Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar kuşt. Di encama bersiv dayîna Malbata Şenyaşar kekê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Haci Esvet Şenyaşar, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar bi daxwaza “Edaletê” di 9’ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar 21 roj in didome.
HERKES DIÇE SERDANA WAN
Di vê pevajoyê de rondikên Emîne Şenyaşar qet ziwa nabin. Welatiyên ku ji rewşê agahdar in tên cem wan û piştgirî didin wan. Kesên ku agahiya wan ji rewşê jîne jî malbat wan agahdar dike. Welatiyên ku cara yekemîn bûyerê dibihîzin jî rondikên xwe nagirin û bi malbatê re rondik dibarînin. Ji roja ku çalakiyê dest pê kiriye ve her roj ji beşên cuda yên civakê kes tên serdana Malbata Şenyaşar û piştgiriya wan dikin. Di vê pêvajoyê de Emîne Şenyaşar ku got, ‘Êdî sebra me nema’ û dest bi çalakiyê kir jî 2 caran hat binçavkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî carek hat binçavkirin.
‘WEKE KARMENDEKÎ’
Ferît Şenyaşar ku ji ko kujiyê sax xelas bû û 21 roj in bi dayika xwe re nobet digire rojên ku li pey xwe hiştin nirxand. Şenyaşar, diyar kir ku ji roja ku komkujî pêk hatiye ve li “Edaletê” digerin û beriya nobetê tu deriyê ku lê nedane nemaye û  ji ber ku edalet li edliyeyan pêk tê ji bo çalakiya xwe ber Edliyeya Rihayê hilbijartine û wiha got: “Dema ku me dest bi çalakiyê kir me xwest ku 24 saetan bidomînin lê ji ber ku di seriya 65’an de ye wê zehmet bikişanda. Piştî navbeynkariya Baroya Rihayê me biryar da ku çalakiya xwe di navbera saet 08.00 û 17.00’an de pêk bînin. Weke karmendan em saet di 08.00’an de tên û saet 17.0’an de diçin mala xwe.”
‘ME MIRINÊ DAYE BER ÇAVÊN XWE’
Têkildarî nobeta ku digirin Şenyaşar, destnîşan kir ku dem deman tên astengkirin, lê bi biryarên ku çalakiya xwe bidomînin û ev tişt anîn ziman: “21 roj in dema ku em ji malê derdikevin her tiştî didine ber çavên xwe û wisa ji malê derdikevin. Em binçavkirin, girtin û mirinê jî didine ber çavên xwe. Em hatin astengkirin, hatin binçavkirin lê di paşde gav navêt. Ji ber ku dayika min got, ‘parlamenter û xizmên wî hevjîn û zarokên min qetil kirin’ wê binçav kirin. Di îfadeyên xwe de jî dayika min gotinên xwe dubare kir û got ku Parlamenter Yildiz û xizmên xwe qetil kirine. Em ji vê ev encam derdixin: Heke hûn parlamenter bin komkujî qanûnî ye lê anîna ziman a komkujiya parlamenter sûc e. Heke ev sûc be em ê vî sûcî bidomînin.”
‘BÊEDALETÎ ME ARESTE DIKE’ 
Şenyaşar, got ku di bin çavan de polisan ji wan pirsa ku “Kî we areste dike” kirine û berteke nîşanî vê pirsa polisan da û ev bersiv da: “Bêadeletî me aresteyî vir kir. Heke edalet pêk bihata em niha ne li vir bûn. Dayika min di seriya 65’an de ye, dilê wê ditengije û rondikên wê 24 saet diherikin. Bila edalet pêk bê em ê biçin mala xwe. Hemû dinya dizane ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî çêbûye. Ji derveyî bajar parêzer û welatî tên ber edliyeyê. Kesên ku têkildarî komkujiyê ne xwedî agahî ne, dema ku em wan agahdar dikin matmayî dimînin. Naxwazin ji me bawer bikin lê dema ku em delîlên şênber nîşanî wan didin rondikên çavên xwe nagirin.”
‘EM EDALET TUNE DAXWAZ DIKIN’
Di berdewama axaftina xwe de Şenyaşar, bi lêv kir ku nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk wan bi tenê nahêlin û wiha pêde çû: “Li gel ku dawiyên hefteyê edliye girtî ye jî em nobeta xwe didomînin. Em dizanin ku Serdozgerê Komarê yê Rihayê di bin zexteke mezin a siyasî de ye. Ne xwedî vîn e, em ji wî edaleta ku di avahiya edliyeyê de tuneye daxwaz dikin. Dema ku me bi rêveberên AKP’ê yên bajar re hevdîtin kir qebûl kirin ku parlamenterê wan komkujî pêk aniye û gotin ku ew komkujiyê lanet dikin û demek din weke gelê Rihayê dê wî nexwazin. Gelê Rihayê AKP’î be jî dizane ku rastî çî ye lê rêveberên paye bilind ê AKP’ê parlamenter diparêzin.”
‘WÊ TÊKOŞÎNA ME BENAVBER BIDOME’
Derbarê qedexeya Walîtiya Rihayê ya 15 rojan de jî Şenyaşar, ev tişt got: “Wê ji niha şûn ve têkoşîna me bênavber bidome. Biryara qedexeyê ya walîtiyê heye, wê li dijî van qedexeyan di çaroveya mafên me yên demokratîk de em ê têkoşîna xwe bidomînin. Danişîn heye, wê biryarek derkeve. Dozger û dadgerên ku wê di 2’ê nîsanê de biryar bidin di bin zexteke mezin de ne. Heke dii biryara ku bidin de edalet pêk neyê wê weke lekeyeke reş derbasî dîroka hiqûqê ya Tirkiyeyê bibe. Wê di dadgehên bilind de jî vegere. Parêzer û serokên baroyan ên xwedî wijdan bila weke çavdêr tevlî danişînê bibin.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindana di roja 123’an de ye

Nivîsa Pêş

Parêzerê Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Divê hemû rojan weke roja 8’ê adarê bê destgirtin û bê pêşxistin

Parêzerê Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

LEZGÎN – HPG: Serbazek, 10 leşkerên dagirker û kontrayek hatin kuştin

Karayilan: "Dewleta Tirk di dema xwe ya herî lewaz de ye"

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan MESEM’ê Protesto Kir
  • Bi pêşengtiya ciwanan li Kobanê berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirinû Hejmara Birîndaran Derket 6’an
  • Jinen Ciwan Ji Bo Bîranina Şehîd Berfîn Nûrhaq Dar Çandin
  • Şehîd Berfîn Nûrhaq Li Şengalê Hat Bîranîn
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan
  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

Herî zêde hatine xwendin

  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Encama Teqînek De Jinek Ciwan Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Firatê li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berfîn Nûrhaq Li Şengalê Hat Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.