WAN – Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 4 deqeyan de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re diyar kir ku ew vê hevdîtinê qebûl nakin, dewlet xeternak tevdigere û ew dixwaze bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ciwanan diyar kir ku ew van polîtîkayên li dijî Reberê Gelan tên meşandin li qadê çalakiyan de red dikin.
Ciwanên Welatparêz li Wanê Pankarta “Rêber Apo Xeta me a Sor e, Emê jiyana bê Serok ji serê we de hilweşînin” daliqandin.
Ciwanên Welatparêz daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku Ew vê hevdîtina xapînok tu carê qebul nakin û eger mijara gotinê Rêberê wan be divê tu kes sebra wan îmtahan neke. Ciwanan diyar kir ku heta ew agahiyekî Rêberê xwe negrin dev ji qadan bernadin.”



