Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: “Nûçeyên li ser jiyana Rêberê me destpêka şerekî bê dawî û kûr e”

"Siyaseta qirkirin û dagirkeriyê ya hêzên hegemonparêz a cîhanî û heremî li ser vîna azadî, gel û partiya me ya azadiyê di asta xwe ya herî jor de û bi taybetî bi hemû rê û rêbazên xwe dewam dike."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/03/2021 - 10:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: Serfiraziya vînê nîşan dan
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona Partiya Azadiyê ya Jinên Kurdistanê (PAJK) li ser malpera xwe ya înternetê pajk.org’ê daxuaniyek weşand.

Daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê wiha ye:

“Siyaseta qirkirin û dagirkeriyê ya hêzên hegemonparêz a cîhanî û heremî li ser vîna azadî, gel û partiya me ya azadiyê di asta xwe ya herî jor de û bi taybetî bi hemû rê û rêbazên xwe dewam dike. Misogeriya ji nû ve dizaynkirina cîhan û herêmê li ser tunekirin, qirkirin, tasfiyekirina weke kes û fikr di serî de Rêbertiya me, partiya me, kadro û sempatîzanên tevgera me û her wiha hemu kesên ku ji bo azadî û aşîtiya heremî û cîhanî têdikoşin tê rêvebirin.

Ev zêdeyî çil sal in siyaseta qirkirina Kurdên azad û statuya wan bi awayekî pergalî dibe hedef û li ser tîfaq û berjewendiyên hevbeş ên hêzên dagirker ên cîhanî birêve diçe. Bi taybetî di vê demê de bi armanca ji holê rakirin, tasfiyekirin û qirkirinê ev siyaset tê rêvebirin. Ev jî vê rastiyê diyar dike ku tu proje û siyaseteke hêzên cîhanî ya li ser esasê naskirina vîna gelê Kurd, di serî de Rêber APO ku temsîla hebûna gelê me dike û her wiha projeya çareseriya pirsgirêka Kurd di rojevê de tuneye û diyarkirina wan a çareseriyê jî ji xapandinê wêdetir nîne. Îro ev siyaset bi awayekî vekirî, plankirî û pergalî li dijî gelê Kurd dimeşe. Ev jî vê yekê nîşan dide ku gelê Kurd ê ku misogeriya aştiya cîhanî ye ji pêvajoya xwe ya herî krîtîk û xeter derbas dibe. Ev kêlî çawa ku ji bo hebûn û nasnameya azad a her Kurdek kêliyên metirsîdar e, di heman demê de ji bo pêknehatina aştiya cîhanî jî kêliya herî xetere ye. Di vê wateyê de siyaset û êrişên ku li ser esasê qirkirin û şikandina vîn û hebûna gelê me birêve diçin, weke partî û gel me bi têkoşîna xwe ev siyaset pûç kir. Herî dawî êrişa ku di 22’emîn salvegera komploya navneteweyî de ya 15’ê Sibatê bi konseptek hevbeş a hêzên cîhanî di serî de dewleta Tirk û xeta xiyanetê ya li Kurdistanê li ser herêma Garê pêk hat, parçeyekî ji vê siyaseta qirkirin û tunekirina vîna gelê Kurd bû. Bi têkoşîn, şer û berxwedana gerîlayên azadiyê ev siyaset li Garê hate pûçkirin û veguherî şikandina polîtîka û siyaseta wî ya qirkirinê ku li ser gelê me tê meşandin.

‘NÛÇEYÊN LI SER JIYANA RÊBERÊ ME, DESTPÊKA ŞEREKÎ BÊDAWÎ Û KÛR E’

Dewleta dagirker û faşîst a Tirk bi tifaqa hêzên hegemonparêz a cîhanê, armanca ku li Garê nikaribû bidest bixe, bi êrişkirina li ser hebûna Rêbertiya me dixwazin armanca xwe pêk bînin. Di vê wateyê de nûçeyên ku li ser jiyan û tenduristiya Rêbertiya me, destpêka şerekî bê dawî û kûr a li hemberî partî û vîna gelê me nîşan dide. Bi rêya van nûçeyan destpêka şerekî neveger û bê kontrol li ser gelê me tê meşandin. Êdî sînorê vî şerî ne tenê bi awayekî leşkerî tê meşandin, di hemû qadên jiyanê de ev şer dimeşe.

‘DEWLETA TIRK BI HEZARAN CARÎ HEDÊ XWE DERBAS KIRIYE, JI BILÎ TÊKOŞÎNEKE DIJWAR RÊYEK DIN A AZADIYÊ NÎNE’

Di vê wateyê de divê gelê bi vê siyaset û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd tê ferzkirin zanibe. Divê em bizanibin ku di serî de dewleta Tirk a qirker û alîgirên wî yên ku siyaseta li dijî Kurd dimeşînin, bi vê sepanên xwe hedê xwe bi hezaran caran derbas kirin. Êdî ji bo gelê Kurd ji derveyî têkoşînekê dijwar û hevpar, ti rêyeke din a xwe gihandina azadiyê nemaye. Îro ev şer, şerê her Kurdek e. Lewra di derbarê van nûçeyên ku qesta jiyan û tenduristiya Rêber APO dike, divê kes di têkoşînê de dudil nebe. Êdî li Kurdistanê de tu rojev û siyasetek din nikare têkoşînê şilû bike û bin sihê de bihêle. Di vê wateyê de wekê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê di têkoşîn û şerê xwe de bi biryardarî û vînek mezin a ku me ji Rêbertiya xwe girtiye, di vê pêvajoyê de em ê bi gel, heval û dostên xwe yên têkoşîna azadiyê re bimeşînin.

‘HETA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBERTÎ TI HINCET NIKARE ME JÎ VÎ ŞERÎ VEGERÎNE’

Heya ku em di vî şerî de sernekevin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe ku armanca me ya sereke ye pêk neynin, tu heceta ku me ji vê şerê paş de bide tune ye. Lewra divê her kes bi biryardarî bimeşe, bijî û şer bike. Ji ber ev şerê hebûnê ye.

‘DI VÎ ŞERÊ AZADIYÊ DE DIVÊ HER KES BI ERK Û ROLA XWE RABE’

Li ser vê bingehê di serî de em bang li tevahî gel û civaka xwe dikin, ji bo xwedî derketina Rêber APO bi ruhê şerê gelê şoreşgerî bi hemû hêza xwe û bi rêbazên xiluqkar dakevin qadan û xwedî li vîna xwe derkevin. Em bang li hemû dost û hezkiriyên Rêber APO yên cîhanî, kes û aliyên demokrat, rewşenbîr, anarşîst, femînîst, azadîxwaz, jîngehparêz û bi taybetî jin û ciwanan dikin da ku xwedî li Rêber APO derkevin. Di vî şerê azadiyê de divê her kes bi erk û rola xwe rabe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Berxwedana Zindanan di roja 110’emîn de ye

Nivîsa Pêş

Dayîka Emîne Şenyaşar li dijî edaleta Tirka ji berxwe dide

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dayîka Emîne Şenyaşar li dijî edaleta Tirka ji berxwe dide

Dayîka Emîne Şenyaşar li dijî edaleta Tirka ji berxwe dide

Gel û Ciwanên Qamişlo ji bo Rêber APO li kolana ne

Gel û Ciwanên Qamişlo ji bo Rêber APO li kolana ne

Manşet

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?
  • Ciwan Bi Pêşengiya TCŞ’yê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Li Parîsê Semînarek Lidarxistin
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû
  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîlayên Ereb: Ev Êrîş Li Dijî Hemû Gelên Herêmê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.