Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: “Gelê me, hemû dostên me û hêzên demokratîk divê rabin ser pêyan”

Gelê me, hemû dostên me û hêzên demokratîk divê serî hildin û têkevin têkoşîna agahiyên zelal ên derbarê tendirustiya Rêber Apo.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/03/2021 - 10:10
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê îddîayên li ser tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Derbarê tendirustî û jiyana Rêber hin îddîa hatine kirin, ev îddîyan jî dispêrin parlementerekî MHP’ê yê li Tirkiyeyê. Ji ber vê jî parêzeran bi lez ji bo hevdîtina bi Rêber Apo daxwaza serlêdanê Kirin, gelê me jî li her derê daketine qadan, ji bo derbarê tendirustiya Rêber Apo agahiyan werbigirin xwestine parêzer û malbata wî biçin serdana wî. Ev nûçeyên li ser Rêber Apo cîddî ne û teqez divê were zelalkirin. Nêzikbûneke neyînî ya derbarê tendirustî û jiyana rêberekî gel, tê wateya qirkirina li ser wî gelî. Ev biryara qirkirina gel bi xwe ye. Li hemberî her rewşa neyînî wê gelê me û Tevgera Azadiyê wê karibe bi her awayî bersivê bide vî şerî.

DEWLETA TIRK, CPT Û KONSEYA EWROPAYÊ BERPIRSYARÊN TENDIRISTÎ Û JIYANA RÊBER APO NE

Dewleta Tirk bi xwe berpirsyarê tendirustî û jiyana Rêber Apo ye. Saziyên navneteweyî yên ji bo girtiyan jî berpirsyar in. CPT û Konseya Ewropayê wê berpirsyarê her rewşa neyînî ya li ser tendirustî û jiyana Rêbertiya me be. Rêber Apo gotibû her rewşa neyînî ya li ser tendirustî û jiyana min divê siyasî were dîtin, dewleta Tirk û saziyên têkildar hişyar kiribû. Bal kişandibû ser vî tiştî ku divê gelê me jî van hêzan berpirsyar bibîne.

DIVÊ MALBAT Û PARÊZERÊN WÎ HEVDÎTINA RÛBIRÛ BI RÊBER APO RE BIKIN

Divê ev nûçe cîddî werin nirxandin. Di nav dewlet û hêzên siyasî de gelek alî hene ku dijminatiya Rêber Apo dikin. Rayedarên dewletê bi xwe bi salan berê gotibûn ew nikare ji wir sax derkeve û diyar kiribûn ku helwest û feraseta wan a li hemberî Rêber Apo çawa ye. Berpirsariyeke dîrokî ye ku divê hevdîtin bi Rêber Apo pêk were û rewşa wî ya tendirustî û ewlehiyê were zelalkirin. Gelê me, hemû dostên me û hêzên demokratîk divê serî hildin û têkevin têkoşîna agahiyên zelal ên derbarê tendirustiya Rêber Apo. Dema ku mesele Rêber Apo tu daxuyanî ne ya bawerkirinê ye. Divê teqez malbat û parêzerên Rêber Apo hevdîtina rûbirû pê re bikin.

Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Ev jî îspat dike ku li hemberî Rêber Apo dijminatiyeke çawa dikin. Ev tecrîd di heman demê de tê wateya êrîşa li ser tendirustiya Rêber Apo. Li Îmraliyê ne hiqûq, ne mafên mirovan û ne jî helwesta divê nîşanî girtiyan were kirin, tuneye. Tekane rê maye ku divê ev tişt biqede. Ev jî azadiya Rêber Apo ye.

AGIRÊ NEWROZÊ YÊ SALA 2021’AN DIVÊ BI PÊNGAVA AZADKIRINA RÊBERTIYÊ WERE GEŞKIRIN

Nûçeyên derbarê Îmraliyê nîşan daye ku pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ di wextê de hatiye destpêkirin. Divê ji îro were destpêkirin û agirê Newroza 2021’an wekî pêngava azadkirina Rêbertiyê were geşkirin. Gelê me yê ku li her derê Newrozê pîroz dike, divê Newrozê bikin têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo. Jixwe azadiya Rêber Apo ya gelê me bûye yek. Pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadkirina Rêber Apo û ya Kurdistanê divê bibe hedefa pêşîn. Heke qadên Newrozê bibin qadên têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd û azadiya Rêber Apo ew ê pêşiya hemû rewşên neyînî yên li ser Rêber Apo were girtin.

Gelê me yê li Ewropa û Rojava ji bo tenduristî û ewlekariya Rêber Apo derhal rabûye ser piyan. Gelê me yê li Bakur jî divê pîrozbahiyên Newrozê bi pêngava azadkirina Rêbertî re bike yek û li her derê dakeve qadan. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera ku lê ye, divê li dijî êrişên li ser tenduristî û jiyana Rêber Apo rabe ser piyan, bi dirûşma Rêbertiyê Azad, Kurdistana Azad li her cihî Newrozê pêşwazî bike.

Gelê me heta ku têkildarî ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo agahiyeke eşkere û zelal wernegirt, divê çalakiyên xwe yên di vî warî de bênavber dewam bike.

EM HIŞYARIYÊ DIDIN DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê

Desthilatdariya AKP-MHP’ê di asta destpêkê de ji ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo berpirsyar e, lewma em hişyariyê didin vê desthilatdariyê. Her nêzîkatiyeke neyînî ya li hemberî Rêber Apo wê bibe sedem ku rê û rêbazên têkoşîna me bigihêje asteke cuda. Tê zanîn ku dema mijar ewlekarî, tenduristî û jiyana Rêbertî be, gelê me jî, tevgera me jî çawa hesas in. Ji ber vê yekê bêyî ku saetek jî dereng bibe, rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo divê bi rengekî ku gelê Kurd pê bawer bike, bê zelalkirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Însiyatîfa Gel: Emê Her Derê Bikin Qadên Çalakiyan

Nivîsa Pêş

Berxwedana Zindanan di roja 110’emîn de ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Berxwedana Zindanan di roja 110’emîn de ye

Berxwedana Zindanan di roja 110'emîn de ye

PAJK: Serfiraziya vînê nîşan dan

PAJK: "Nûçeyên li ser jiyana Rêberê me destpêka şerekî bê dawî û kûr e"

Manşet

  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin
  • Li Dêrikê 3 Şehîd Hatin Oxirkirin
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû
  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.