Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: “Pîvana serketinê ji nêzîkatiya li hember Şehîdan tê raberkirin diyar dibe”

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê:"Em di 43. saliya avabûna Tevgera Azadiyê de ji her demê zêdetir bihêz, nêzîkî azadî û serketinê ne."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
31/12/2020 - 9:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
PKK: “Em pêngava berxwedanê pêşbixin û bibin serkeftinê”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê têkildarî sala nû peyamek da.

Peyama komîteyê wiha ye:

“Li hemberî dagirkerî, qirkirin û kiryarên şerê teybet me saleke tijî bi berxwedan li pey xwe hişt û em dikevin saleke nû. Bi pêşengtiya Rêber APO berxwedana ku tevger û gelê me da meşandin destketiyên dîrokî û pêşketinên girîng bi xwe re anîn. Bêguman di dîroka tevgera me ya azadiyê de her pêşketin bi keda mezin a Rêbertiya me, bi qehremanî, bi fedayitî û bi fedakariya Şehîdên me yên nemir û binirx çêbûne. Ji ber vê yekê rastiya tevgera azadiyê ku îro ji bo hemû mirovahiyê û gelên bindest bûyê hêviya jiyana azad bi rastiya Şehîdan hatiye avakirin. Li ser vê bingehê em bi wesîleya sersalê di şexsê Şehîdên me yên mezin û nemir hevrê Kasim Engîn, Leyla Agirî, Egîd Civyan, Yilmaz Dêrsim, Amara Batman û hemû şehîdên me yên qehreman ku ji bo azadiya gelan canê xwe fedakirin û her wiha di şexsê hevrê Sitki BEKTAŞ de şehîdên berxwedana zindanan bi hurmet bi bîr tînin, soza serxistina armanc u xeyalên wan dubare dikin.

Em di serî de sersala dayîkên me yên fedakar ku di mezinkirina qehraman û wêrekên Kurdistanê de xwedî kedek mezinin, gelê me yê welatparêz û malbatên me yên Şehîdan ku li hember her cûre zehmetiyan û êrîşên qirkirinê ên faşîzmê, bûne hevrêyên şehîdan pîroz dikin. Em di şexsê malbatên xwe yên Şehîdan de, soza xwe ya azadiya Rêbertî û Kurdistana azad ji bo gelê Kurd û gelên azadîxwaz hemûyan dubare dikin.

Hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê li hember berxwedana mezin a tevgera me û gelê me raber kir, derbên mirinê xwarin û li bin ket. Faşîzma ku tecrîdbûyî û ketiye nava krîz û kaosek mezin bi hemû derfetên xwe diperpite. Ji ber vê yekê li hember nirxên herî mezin ên tevgera azadiyê û gelê Kurd ketiye nava kiryarên hovane. Dewleta faşîst ku ti pîvanên exlaqî, wîcdanî û civakî nas nake, bi xerakirina goristanan dixwaze bîra civakî ji holê rake û tine bike. Êşkenceya ku li ser cenazeyên gerîlayên azadiyê tê kirin dide nîşandan ku faşîzm li hember Şehîdên me ketiye nava tirs û xofek mezin. Desthilatdariya faşîst ku bi rojan cenazeyên hevrêyên me di morgan de dihêle, bi nedana cenazeyan malbatên me diêşîne. Faşîzma AKP-MHP’ê her tim ji ronahiya ku Şehîdên me dane avakirin ditirse. Ji ber vê yekê ye ku di tarîtiyê de definkirina cenazeyan weke tiştek ji rêzê dide nîşandan û hewl dide vê yekê weke zextekê li ser gelê me bide meşandin. Faşîzmeke ewqas hovane li beramberî me disekine ku cenazeyên şehîdên me bi kargoyan ji malbat û dayîkên me yên hêja re dişîne. Lê dayîkên me yên fedakâr û bi rûmet, bi nîşandayîna helwest û girtina nobeta li ber goristanên zarokên xwe bersivek mezin dan faşîzma AKP-MHP’ê. Em vê berxwedana dayîkên xwe silav dikin û ji bîr nekîn ku wê faşîzm di tarîtî û xwîna xwe de bifetise. Her rojê ji faşîzma qirker û dagirker hesabên giran tên xwestin û wê were xwestin.

Malbatên Hêja;

Em di 43. saliya avabûna Tevgera Azadiyê de ji her demê zêdetir bihêz, nêzîkî azadî û serketinê ne. Ev yek bi têkoşîna ewladên we yên herî hêja ku di pêşxistina têkoşînê de gumanek herî biçûk jî nekete dilê wan, pêk hat. Şehîdên me felsefeya jiyan û vîna azad in. Her tim em di bin ronahiya jiyan û têkoşîna wan de xwe li ber çavan re derbas dikin û ji bo pêngavên mezin û serketinên girîng xwe amade dikin. Rêber APO şehîdên têkoşîna azadiyê kirin bingeha gavên dîrokî û serketinên mezin. Em jî li ser vê bingehê bi erkên xwe radibin û têkoşîna azadiyê mezin dikin.
Pîvana serketinê ji nêzîkatiya li hember Şehîdan tê raberkirin diyar dibe. Serketin, encex em di bin fermandariya Şehîdên nemir de xwedî li erk û berpirsiyartiyên xwe derbikevin gengaz dibe. Ji ber vê yekê pêşengiya we malbatên Şehîdan, ji her demê zêdetir girînge. Dem dema avakirina xeleka berxwedanê ya li dora şehîdên qehremane. Şehîdên me misogeriya jiyana azad û temînata serketinê ne. Bi qasî ku em Şehîdan bi bîr tînin û bi wan serbilind dibin, hewce ye em wan bikin bingeha têkoşîna li hemberî faşîzm, dagirkerî û îxanetê. Ji ber vê yekê oxirkirina girseyî yên şehîdên me wê bibe darbeya herî mezin a li hemberî dagirkerî, qirkirin û tinekirinê. Hewce ye bi tu awayî bi şev sipartina axê ya şehîdan neyê qebûlkirin, berewajî divê li beramberî wê helwestek xurt were nîşandan û ji dagirkeran hesab were xwestin. Hewce ye ku her şehîdek bibe wesîleya berxwedana topyekûn. Bi pêngava ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’ û ‘PARASTINA JIN Û CIVAKA AZAD’ wê faşîzm û dagirkerî birûxe, tecrîda Îmraliyê parçe bibe û Kurdistan azad bibe. Bi vê bîr û baweriyê em ê li ser xeta Rêbertî û rastiya şehîdan têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin û malbatên xwe yên Şehîdan ên bi rûmet û hêja silav dikin.

Bi vê wesîleyê em sersala we careke din pîroz dikin û soza serxistina armanc û xeyalên Şehîdan dubare dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Greva birçîbûnê di roja 35’an de bi awayekî bi biryar berdewam dike

Nivîsa Pêş

TAYBET – Meşa Dirêj a Ciwanan ya 7 rojan bi şahiyeke mezin dawî bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanan bi biryardariyek mezin meşa xwe dighînin armanca xwe

TAYBET - Meşa Dirêj a Ciwanan ya 7 rojan bi şahiyeke mezin dawî bû

LEZGÎN – Ji Zarokên Agir bîlançoya meha Gulanê: Gelek wesayit, fabrîka û kargeh hatine şewitandin

Zarokên Agir Bilançoya şewatên xwe yên meha Kanûnê parvekir

Manşet

  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Ciwanên kû bi tevlîbuna xwe ya hamleya Serî Hilde erd û ezman hejandin Banga tevlîbunê kirin.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ANALÎZ – Civak û hunera exlaqî -1-

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kronolojiya PKK’ê – Beşa 2

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.