Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Ciwanên Şengalê çalakiya ‘Mertalên Zindî’ dan destpêkirin

Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) li dijî peymana ser Şengalê û hewldanên dagirkirina herêmê, çalakiya “Mertalên Zindî” da destpêkirin. Ciwanan diyar kirin ku heta xeteriyên li ser herêmê bidawî dibin, ewê bişev û roj liser piyan bin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/11/2020 - 0:03
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ciwanên Şengalê çalakiya ‘Mertalên Zindî’ dan destpêkirin
ParvekeTweet

ŞENGAL – Hêrs û nerazîbûna gelê Şengalê ya li hemberî peymana li ser Şengalê hatiye îmzekirin û hewldanên dagirkirina herêmê herku diçe zêdetir dibe.

Ciwanên Êzîdxanê jî ku ji roja îmzekirina peymanê (9 cotmeh 2020) heta niha li ser piyan e, îro jî derketin ser Çiyayê Şengalê.

Ciwanan tevî baranê û hewayê sar jî, li devera Amûd a Çiyayê Şengalê çadir vegirt û çalakiya “Mertalên Zindî” da destpêkirin.

Di çalakiyê de ciwanan agir pêxist û pankarta “Çiyayê Şengalê rûmeta me ye emê rûmeta xwe biparêzin” vekir.

Li devera Amud a li ser riya herêma Çilmêre ku dibe lûtkeya Çiyayê Şengalê û artêşa Iraqê dixwaze bikeve wir, daxuyanî hat dayîn.

Di çalakiya ku gelek ciwan tevlî bûn de, li ser navê ciwanan Kînana Dawid daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke civaka Êzidî em di pêvajoyek hebûn û tunebûnê re derbas dibin. Dijminên mirovahiyê, dijminên ku 74 ferman bi serê civaka me anîn, îro jî bi rûyekî cuda dixwazin fermana 75’an pêk bînin û bi hevpeymana Hewler, Baxda û Enqereyê re me tune bikin. Ev biryara ku bêyî îradeya gelê me hatiye dayîn, li dijî aramiya Şengalê ye.

Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ciwanên Êzidî ji bo parastina ol, bawerî, ax û civaka xwe, ref bi ref cihê xwe di nav têkoşînê de girtin, tevlî YBŞ û Asayîşa Êzîdxanê bûn.

Bi berxwedana bi pêşengiya jin û ciwanên Êzîdxanê re, DAIŞ’a ku bibû belaya serê cîhanê û tu kesî nekarîbû têk bibe, li ser vê xakê têk çû.

Jin û ciwanên Êzidî bi têkoşîn û kedeke bêhempa gihîştin fikra azad û îro bi hezaran jin di nav vê têkoşînê de, li beramberî dijminên mirovahiyê liber xwe didin.

Em weke Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî tu carî nahelin ku deskeftiyên bi xwîna şehîdên me, bi kedeke pir mezin hatina bidestxistin pêşkêşî neyar û dijminên me bên kirin.

Çawa ku di fermana 3’yê Tebaxê de pêşengên vê civakê, ango ciwanên Êzîdxanê heya dawiyê liber xwe dan, em ê jî li ser şopa wan bimeşin û dest ji berxwedanê bernedin.

Di roja me ya îro de jî bi hewildanekd pir mezin dixwazin vê tifaqê pêk bînin û me tune bikin. Hêzên wekî PDK’ê ku di fermanê de terka miletê me kir, li şûna ku were lêborîna xwe bixwaze, li bendê ye ku were ser vê xakê. Lê pêwîste navê Şengalê jî neyîne ser ziman, eger tenê li ser me ciwanan jî mabe, em nahelin Şengal bibe xewnên şevên wan. PDK îro pişta xwe dide dewleta Tirk. 74 ferman jî bi destê Osmaniyan pêk hatine.

Me jî dîroka xwe jibîr nekiriye ku em xayîntiyê li ol, bawerî û welatê xwe bikin. Em tucarî xayîntiya PDK’ê û bêdengiya Netewen Yekbûyî (NY) ku ji fermaneke din re çavên xwe digirin jibîr nakin.

Dewleta Iraqê jî li şûna ku beramberî vê yekê  dengê xwe derxîne, dibe hevkarê wan û dixwaze çiyayê me yê pîroz dagir bike. Lê belê çiyayê me rûmeta me ye û em ê heya dawiyê parastina çiyayê xwe bikin, em rê nadin ku çiyayê me ji me bistînin.

Wekî Yekîtiya Ciwanên Êzidî heya ev xeterî û erîşên li ser xaka me bidawî nebin, emê bişev û roj li ser piyan bin û parastina çiyayê xwe bikin.

Em di serî de bang li ciwanên Êzidî û hemû ciwanan dikin ku xwedî li çiyayê xwe derkevin. Xwederketina çiya, xwedîderketina rûmeta xwe ye. Dem dema xweserî â azadiya Şengalê ye.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

FLAŞ – Ciwan diherikin nava refên Gerîla: 16 Ciwan tevlî PKK’ê bûn

Nivîsa Pêş

Ciwanên Dirbêsiyê Salvegera 43’emîn damezrandina PKK’ê pîroz kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Dirbêsiyê Salvegera 43’emîn damezrandina PKK’ê pîroz kirin

Ciwanên Dirbêsiyê Salvegera 43'emîn damezrandina PKK'ê pîroz kirin

“Werin em li hember dagirkerî şer bikin û jiyaneke azad jiyan bikin”

"Werin em li hember dagirkerî şer bikin û jiyaneke azad jiyan bikin"

Manşet

  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin
  • Belavkirina Belavokan Li Cenevreyê Beriya Meşa Dirêj a 7ê Sibatê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG: ‘Heke ku teknîka we yê şapînozî hebe, ê me jî mertala me ya muthîş heye!’HPG: ‘Sizin uyduruk teknolojiniz varsa, bizim de mükemmel kalkanlarımız var'[:de]HPG: „Wenn ihr eure billige Technologie habt, haben wir unsere ausgezeichneten Schutzschilder“

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG: ”Em li hember hewldana dagirkeriya ya tu hêzekî û pêkanînên faşîzan bêdeng nemînin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li dijî cerdevanekî dewleta dagirker Yekîneyên Tolhildanê çalakî pêk anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla lê da Kepçe û operatorê wî îmha bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.