Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA STAR: Xeta Bêrîtan rêbaza jiyan û têkoşînê ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR'ê: Em bang li ciwanan û jinan hemûyan dikin ku di xeta Bêrîtan de têbikoşin, li çar aliyên Kurdistanê li ser xeta Bêrîtan li ber xwe bidin û serhildana azadiyê bi ser bixînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/10/2020 - 15:52
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
YJA Star: ‘Civaka azad wê bi giyanê berxwedêr yên jinan were afirandin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendê ya YJA STAR’ê bi wesîleya salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hevrê Bêrîtan ku abîdeya berxwedanê ya mezin a meha Cotmehê, sembola bedewî, azadî û şer, fermandara bêhempa ya artêşbûna jinê ye, di salvegera 28’an a şehadeta wê de bi rêzdarî bi bîr tînin û di şexsê Gûrbetellî Ersoz, Saryla, Meryem, Elefterya, Hêlîn Çerkez, Ronahî Alman û bi dehan lehengên jin ên di meha Cotmehê de şehîd bûn li pêşiya bîranîna şehîdên xwe hemûyan bi rêzdarî bejan xwe ditewînin û Rêber Apo silav dikin ku ev kevneşopiya berxwedanê ya jinên Kurd afirand.

Meha Cotmehê, meheke berxwedan û têkoşînê ye ku bi berxwedana Bêrîtan weke destpêka artêşbûna jinê bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdan hate nivîsandin. Ji sala 1992’an û vir ve hêzên navneteweyî, teslîmkar û noker ji bo tunekirina tevgera me êriş dikin. Gerîlaya têkoşîna azadiyê ya PKK’ê Bêrîtan ku keçeke leheng a Kurd bû, bi sekna xwe ji tevahiya cîhanê re ragihand ku gel û jinên Kurd ti carî teslîm nabin û ev berxwedan wê bi ser bikeve. Bêrîtan bi vê sekna xwe û helwesta xwe ya aadîparêz, weke nûnereke rastiya berxwedanê ya dîroka jinên Kurd, mîrateya ku ji Besêyan, ji Zarîfeyan wergirt, radestî nifşê ku wê paşerojê biafirîne kir. Li dijî hêzên PDK’ê yên netewperest û noker ên ku hewl didan wê teslîm bigirin, wê jiyana bi rûmet hilbijart, çeka xwe şikand û bêteredût xwe ji zinaran avêt, bi vî rengî li dijî teslîmiyetê bû banga berxwedanê. Rêber Apo ev bang weke nasnameya bi rûmet a jinên Kurd dît û bi armanca birêxistinkirina banga azadiyê ya jinên Kurd, ji bo bîranîna Bêrîtan piştî salekê ‘artêşbûna jinê’ ragihand.

Hevala Bêrîtan modela milîtaniya jinê ya Artêşbûna Jinê di kesayetiya xwe de şênber kir, pîvanên Şoreşa Jinê ya Azad veguherand perspektîfa jiyanê ya timî, felsefe û xeta jiyanê ya azad di şexsê milîtanên jin de şênber kir. Ji bo pirsa ‘Divê mirov çawa bijî û çawa têbikoşe’ bû bersiveke tûj. Rastiya Şehîd Bêrîtan weke manîfestoya jiyana bi rûmet û azadîparêz bû ronahiya dil û hişmendiya me.”

Fermandariyê diyar kir, ku artêşbûna jinên Kurd ku bi salane li ser xeta Bêrîtan mezin dibe, îro li çar parçeyên Kurdistanê destanan dinivîsîne, bûye çavkaniya rizgarî û hêviyê ya gel û jinan.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Jinên Kurd li ser rêya Bêrîtan artêşbûn û rêxistinbûna jinê bi pêş ve birin, xeta jiyana bi rûmet veguherand sîstemekê. Ev sîstem niha bûye tirsa herî mezin a hêzên kapîtalîst.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên bi konsepta hevpar a hêzên navneteweyî ya bi serkêşiya AKP û PDK’ê li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tên kirin, xweranegirtin, êriş û qirkirina li jiyana bi rûmet a Kurdan, li Kurdên azad û azadiya jinê ye.

Fermandariyê ragihand ku DAÎŞ bi rêya AKP a ku dijminê jinan, êrişkar û rûyê herî qirêj ê sîstema bi serweriya mêr e, hîn bêhtir hov dibe û destnîşan kir, “Hewldanên dewleta Tirk ku civakê vediguherîne hêzeke mîlîtarîst, her roj bi polîtîka û pêkanînên bêperwa dewam dikin. Tundî û destdirêjiya ku îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dijî jinan tê kirin, êrişa li her cihî ya li dijî jinan, di şexsê azadiya jinê û jinê de êrişa li dijî jiyana azad a gelan e.

XETA BÊRÎTAN RÊBAZA JIYAN Û TÊKOŞÎNÊ YE

Lê belê gelê Kurd ku xeta berxwedanê ji xwe re kiriye yekane rê û felsefeya jiyanê, îro li Rojava bi Zîn û Dilovanan, li Rojhilat bi Şîrîn Elemhûyî û li çiyê bi Esmer, Nûcan û Zelalan berxwedaneke efsanewî ya bêhempa nîşan didin û destnîşan dikin ku xeta Bêrîtan rêbazeke jiyanê ye, rêbazeke têkoşînê ye. Manîfestoya berxwedan û azadiyê ya ku keçeke Kurd a Dersimî li van çiyayan nivîsî ji bo gelê Kurd bû bijarka jiyanê. Keç û xortên Kurd û Ereb ên li Efrîn, Serêkaniyê, Heftanînê rabûn, bi berxwedana xwe ya bêhempa ev yek bi rengekî zelal nîşan dan.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê destnîşan kir ku rastiya fedayîtiyê ya di şexsê şehîdan de hate afirandin, hebûna herî bi rûmet û esîl a gel û vê tevgerê ye û wiha dewam kir: “Rastiya ku vî ruhê fedayî nîşanî tevahiya cîhanê da ew e ku gel û jinên Kurd ti carî teslîmiyetê, esaretê, bêrûmetiyê, koletiyê qebûl nakin û xwedî wê hêzên e ku wê paşverûtiyê têk bibin. Artêşa me ya Jinê ku bi vê têgihiştinê li dijî çeteyên Tirk ên dagirker şer dike û hewl dide azadiya jinê biafirîne, li her cihî deriyê rûmetê, azadî û rizgariya jinê vekir. Bi vê hêza manewî weke Hêzên Gerîla yên YJA STAR’ê, em hêza pêşeng û çalakger a pêngava ‘DEM DEMA AZADIYE’ ne.

Li her devera ku pêwîstiya gelê me û jinan bi têkoşîna azadiyê heye, weke YJA STAR’ê em ê li wir bin û her tim amade bin. Eşqa azadiyê û xeta berxwedanê ya Bêrîtan wê artêşa me, milîtaniya me, dilsoziya me ya bi gelê xwe re û hezkirina Rêbertî teqez bi ser bixîne û armancên Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad bi cih bîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de afirînerê têkoşîna azadiya jinê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin û di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên azadiyê bi rêzdarî hatin bibîranîn û soz hate dayin ku wê xeta wan bi serketinê tacîdar bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR’ê herî dawî ev bang kir: “Em bang li ciwanan û jinan hemûyan dikin ku di xeta Bêrîtan de têbikoşin, li çar aliyên Kurdistanê li ser xeta Bêrîtan li ber xwe bidin û serhildana azadiyê bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şewata ku ji ber leşkerên dagirker dest pê kir, dewam dike

Nivîsa Pêş

PDK’ê îxaneta xwe dewam dike: Vê carê hêzên xwe şand Garê!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PDK’ê îxaneta xwe dewam dike: Vê carê hêzên xwe şand Garê!

PDK'ê îxaneta xwe dewam dike: Vê carê hêzên xwe şand Garê!

Yekîneyên Tolhildanê: 9’ê Cotmehê roja hesabpirsînê ye

LEZGÎN - Yekîneyên Tolhildanê li 5 bajaran li faşîzmê dan

Manşet

  • Meşa Mezin a Ji Bo Rojava Li Hamburgê
  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Guven; ”Bila sala nû bibe sala serkeftina berxwedanê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Bi armancan ve girêdana şidandî mitlaq dide qezenckirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gerîla lê da Kepçe û operatorê wî îmha bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em ji bo mirovatiyê jî, ji bo jinê jî binkeftinê napejirînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwanên Hesekê 29 şehîdên Asayîşê bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên gerîla didome: leşkerek hate cezakirin û 4 jî birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.