Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK’ê Bêrîtan bi bîr anî

Koordînasyona KJK'ê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera 28'an a şehadeta wê de bi bîr anî û bi vê wesîleyê hêzên YJA Starê yên li Heftanînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer dikin, silav kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/10/2020 - 11:17
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: Xeta Bêrîtan li ber xwe dide
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û ji bo Gulnaz Karataş (Bêrîtan) got, “Di 25’ê Cotmeha 1992’an di şerê berxwedanê de yê dijî Kurdên noker, li Xakurkê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştî ku fîşekên xwe nema ji bo bi saxî nekeve dest, li dijî banga teslîmiyetê ya pêşmergeyên PDK’ê mîna Besêyên di dema komkujiya Dersimê de xwe ji zinar avêt û bi lehengî şehîd bû.”

Di daxuyaniya KJK’ê de hate gotin, “Havênê xet û dîroka me ya azadiya jinê, berxwedan e. Sekna me ya berxwedêr û azadiyê ku bi pêşengiya Seroka Apo dest pê kir û di şexsê hevala Sakîne Cansiz de şênber bû, têkoşîna me ya azadiya jinê timî mezin kir. Ev têkoşîna me ya azadiyê bi bi hezaran şehîdên jin, bi berdêlên mezin, bi berxwedanên destanî bi pêş ve çû.

Meha Cotmehê ew meh e ku herî zêde şehîdên jin di wê mehê de hatine dayin. Di şexsê hevalên Gulnaz Karataş, Azîme Berwar, Rewşen, Gûrbetellî Ersoz, Meryem Çolak, Çîçek Gabar, Zinarîn Dêrik, Arîn Mîrkan, Gulnaz Ege, Çerkez Hêlîn, Canda Turk, Andrea Wolf, Lêgerîn Arjantîn, Hemrîn Xelef, Rojîn Gewda de şehîdên Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Dema ku mirov bala xwe bidin ser şehîdên meha Cotmehê yên tevgera me ya azadiya jinê, wê bê dîtin ku tevgera me tevgereke çiqasî azadîparêz û fedayî ye, di şexsê şehîdên me de tevgera me çawa yekîtiya jinê ya neteweyî, Rojhilata Navîn û cîhanê afirandiye. Di afirandina vê karaktera gerdûnî û berxwedêriya tevgera me de girîng e pêşengî û keda rêberê me careke din bê destnîşankirin.

Hevala me Bêrîtan (Gulnaz Karataş) hevalek, pêşengek me ye ku bi rengê herî bi heybet nîşanî me da ku pîvanên azadiyê yên xet û dîroka me ya azadiya jinê li dijî nokerî û xiyanetê xwedî sekneke bi çi rengî ye. Fermandara me ye. Di 25’ê Cotmeha 1992’an de tevlî şerê Xakurkê yê dijî Kurdên noker bû, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û piştî ku fîşekên xwe nema ji bo bi saxî nekeve dest, li dijî banga teslîmiyetê ya pêşmergeyên PDK’ê mîna Besêyên di dema komkujiya Dersimê de xwe ji zinar avêt û bi lehengî şehîd bû. Bi israra xwe ya ji bo têgihiştina feraseta azadiya jinê ya Rêberê me, bi hêza xwe ya şîrovekirina vê ferasetê û bi biryardariya xwe ya ji bo pêkanînê, bû şehîdeke pêşeng a têkoşîna me. Di pêşvebirina artêşbûna jinê de bû çavkaniya hêz û sûdwergirtinê. Têkiliya navbera hezkirin, bedewî, azadî û şer bi rengekî xurt danî, di nava jiyanê de temsîl kir û felsefeya azadiya jinê, pîvanên jiyanê yên Serok Apo, berxwedana asta herî bilind a awarte ya jinên azad temsîl kir.

Berxwedana ku hevala me Şehîd Bêrîtan li dijî nokerî, teslîmiyetê nîşan da, cewhera xeta me ya azadîparêziya jinê ye. Îro jî ji bo jinên Kurd rabûna li ber xeta xiyanet-nokeriyê, wezîfeyeke jiyanî ye. PDK îro jî herî dawî bi peymana qirêj a li ser Şengalê mohr kir, dixwaze bi heman rolê rabe.

Li dijî vê yekê, jinên Kurd jî bi helwesta berxwedanê û azadîparêziyê ya Bêrîtan li tevahiya Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê têkoşînê mezin dikin.

Hêzên me yên YJA Starê yên li Cenga Heftanînê ku dewama dîroka me ya berxwedan û azadiya jinê ye, temsîleke bi heybet a dîroka me ya jinê li vir nîşan didin. Ruhê berxwedêrî û teslîmnebûnê yê hevala me Şehîd Bêrîtan li vir bi heybetî temsîl dikin. Li vê derê ji bo jin û gelê Kurd, ji bo gelên Rojhialta Navîn û tevahiya jinên cîhanê dîrokeke nû tê nivîsandin.

Hêzên me yên YJA Starê zêdeyî çar meh in li Cenga Heftanînê pêşengiya gerîlayên Modernîteya Demokratîk bi fedakarî û wêrekiyeke mezin dixin meriyetê û kêliyên azadiyê yên herî bedew ên gelê me diafirînin.

Em hêzên xwe yên YJA Starê yên li Heftanînê ku bi ruhekî mezin ê fedayî, bi wêrekiyeke xurt, bi fedakariyeke bilind pêşengiyê dikin û detanên lehengiyê li berxwedana Heftanînê diafirînin, bi serbilindî em wan silav dikin û pîroz dikin. Di serî de hevalên Esmer û Nûcan em şehîdên Heftanînê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em li ku dibin bila bibin, berxwedan ava me ya jiyanê ye.

Ji ber vê yekê em Serok Apo careke din silav dikin ku kevneşopî û tabûyên jinan dikin kole, zincîrên koletiyê parçe kiriye û rê li ber me vekiriye. Minetdariya xwe radigihînin.

Bi hezkirineke mezin, bi rêzdarî û dilsoziyê em Serok Apo silav dikin ku 21 sal in li Îmraliyê di nava sîstema êşkenceyê ya mezin de li ber xwe dide. Em careke din soz didin ku em ê hêjayî wî bibin.

Em hevala xwe Şehîd Berîtan a ku 25’ê Cotmehê şehîd bû, hevrêyên xwe yên jin ên di meha Cotmehê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û bang li jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê dikin ku di çarçoveya pêngava me ya “LI DIJÎ QIRKIRINA JINAN EM JIN Û CIVAKA AZAD DIPARÊZIN’ yekîtiya mezin a jinan biafirînin, têkoşîneke hevpar bimeşînin û berxwedanê mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 23’Ê COTMEHA 2020’AN

Nivîsa Pêş

QSD: Di şerê Eyn Îsa de 10 dagirker hatin kuştin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Şerê Tinekirina Terorê: Di mehekê de 651 çete hatine kuştin.

QSD: Di şerê Eyn Îsa de 10 dagirker hatin kuştin

LEZGÎN – Ji YPS’ê li dijî faşîstan li Stenbolê çalakî

LEZGÎN - Ji YPS'ê li dijî faşîstan li Stenbolê çalakî

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPG: ”Em li hember hewldana dagirkeriya ya tu hêzekî û pêkanînên faşîzan bêdeng nemînin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şengal dê destûr nede fermaneke din: Nobed di roja 99’an de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Amed Hênê erdhej

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwanên Hesekê 29 şehîdên Asayîşê bi bîr anîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzeran ji bo hevdîtina bi Rêber APO re serlêdan kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dûran Kalkan: Gotin heye lê tu gavên piratîkî nîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.