Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

“Şengal divê ji aliyê Şengaliyan ve bê birêvebirin”

Koordînasyona KJK'ê: Hêzên PDK'ê ku sla 2014'an civaka me ya Êzidî li naverastê hiştin, li şûna ku rexnedayina xwe bidin û piştgiriyê bidin xweseriya Şengalê, rabûne bi hikumeta Iraqê re peymanek mohr kirine ku tê wateya qirkirineke nû.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/10/2020 - 12:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
KJK: “AKP’ê negihaşt armanca xwe”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê têkildarî peymana ku PDK’ê bi hikumeta Iraqê re li ser Şengalê îmze kir, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Peymana PDK’ê ya bi hikumeta Iraqê re ku tê wateya fermana 74’an, ji aliyê cewherî ve xiyaneteke nû ya li Şengalê ye. Bi vê peymanê re ku di salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêberê me Abdullah Ocalan hate kirin, peyam ji tevahiya gelê me, jinan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re hatiye dayin.”

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku gelê Şengalê nûnerê çand, ol û dîroka herî qedîm a Rojhilata Navîn e û destnîşan kir ku li gel 73 fermanên lê rabûne jî bi berxwedanê xwe gihandina vê serdemê.

Koordînasyona KJK’ê bi bîr xist ku di sala 2014’an de li pêş çavên tevahiya cîhanê li Şengalê qirkirineke mezin pêk hat û bi hezaran mirov; jin, zarok, extiyar yan hatin kuştin yan jî dîl hatin girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Qirkirina jinê ya sedsala 21’ê ku ji bo mirovahiyê cihê şerma herî mezin e, ji aliyê hêza faşîst a tarîtiyê ya li dijî jinên Kurd, ji aliyê DAÎŞ’ê ve bi rengekî zalimane hate kirin. Jinên Êzidî dîl hatin girtin, li bazaran hatin firotin, destdirêjî li wan hate kirin, ji mirovahiyê hatin derxistin, hatin kuştin. Dema ku ev komkujî dibû, Şengal di bin parastina hêzên PDK’ê de bû. Pêşmergeyan dest ji Şengalê berdan û reviyan. Yê ku fermana vê da PDK bû. Li dijî êrişa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê, yên bi hawara civaka Êzidî ve çûn hêzên me yên HPG-YJA Starê bûn. Bi nirx û qîmeta ji bo Êzidiyan, ji bo gelên herêmê hemûyan ku di îdeolojiya azadiyê ya Serok Apo de heye, bi perspektîfa jiyana azad û wekhev gerîlayên PKK û PAJK’ê Kurdistan û Rojhilata navîn parastin, bi ruhekî fedayî yê mezin şerê xweparastinê meşandin, Şengal û Rojhilata Navîn ji destê van çeteyên dîn û har derxistin.

XAKA PÎROZ A ŞENGALÊ BI HEWLDANA BI SEDAN GERÎLA HATE PARASTIN

Mîna ku di şexsê fermandarê mezin, hevrêyê me Şehîd Egîd Civyan de hate dîtin, xaka Şengalê ya pîroz bi hewldana bi sedan gerîlayî hate parastin. Gelê me yê Şengalê li ser vê bingehê karîbûn vegerin xaka xwe. Êzidiyên ku di dîrokê de 73 caran ferman lê rabûn, yekemcar artêşa xwe, meclîsa xwe ava kirin. Yekemcar Rêveberiya Xweser a Şengalê hate avakirin.

Piştî fermana 73’an Şengaliyan cara yekemîn meclîs û rêxistinên xwe ava kir ku pê xwe bi rê ve dibin. Rêveberiya Xweser a Şengalê ava bû. Jinên Şengalî bûn hêza pêşeng û tevlî karên jinûve avakirina Şengalê, azadkirinê û berxwedanê bûn. YBŞ, Y JŞ, Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê, Meclîsa Jinê ya Şengalê û gelê Şengalê gihîştin wê astê ku pirsgirêkan çareser bikin û karên xwe bi rengekî serketî meşandin. Li gorî derfetên xwe Şengal ji nû ve ava kirin, tovên jiyana azad û wekhev jinûve reşandin û mezin kirin.

Lê belê hêzên ku naxwazin li Rojhilata Navîn Kurdîtiya azad, kesayetiya azad, jinên azad hebin, di 9’ê Cotmehê de li hev kom bûn û mohra xwe danîn yek ji peymanên ne bi xêr ên dîrokê. Peymana PDK’ê ya bi hikumeta Iraqê re ku tê wateya fermana 74’an, ji aliyê cewherî ve xiyaneteke nû ya li Şengalê ye. Bi vê peymanê re ku di salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêberê me Abdullah Ocalan hate kirin, peyam ji tevahiya gelê me, jinan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê re hatiye dayin. Em careke din radigihînin ku ti peymanên ku koletiyê li ser gelê me yê Êzidî, li ser jinan, tevahiya gelê me û gelên me ferz dike, qebûl nakin.

HÊZÊN KU SALA 2014’AN GELÊ ME YÊ ÊZIDÎ LI NAVERASTÊ HIŞTIN, MOHRA XWE DANÎN BINÊ PEYMANEKE KU TÊ WATEYA QIRKIRINEKE NÛ

Em, peymana qirêj a ku 9’ê Cotmehê di navbera hikumeta Iraqê û PDK’ê de bi pejirandina Neteweyên Yekbûyî hate mohrkirin, şermezar dikin.

Hêzên PDK’ê ku sala 2014’an civaka me ya Êzidî li naverastê hiştin, li şûna ku rexnedayina xwe bidin û piştgiriyê bidin xweseriya Şengalê, rabûne bi hikumeta Iraqê re peymanek mohr kirine ku tê wateya qirkirineke nû. Bi hezaran jinên Êzidî hîn jî li çar aliyên Rojhilata Navîn hatine belavkirin, dîlgirtî ne. Di rewşeke wiha de ev peymana hatiye amadekirin asta têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk, dewleta Iraqê re radixe pêş çavan. PDK li dijî gelê Kurd, li dijî jinan dikeve nava her cûre têkiliyên dijminane û bêpîvan. Ya rast ew e ku îradeya Şengalê di destê Şengaliyan de be. Nêzîkatiya bi wijdan û edaletî wiha ye. Hêzên ku li Şengalê biyanî ne, ew hêzên ku mohra xwe danîne binê vê peymanê ne. Divê Şengal xweser be. Û divê xwe bi xwe biparêze û bi rê ve bibe.

Em jinên Kurd diyar dikin ku em ê vê peymana qirêj a di navbera PDK û hikumeta Iraqê de tu carî qebûl nekin û em ê bi hemû hêza xwe li dijî vî tiştî têbikoşin.

Em dizanin ku jinên Êzidî yên li Şengalê têdikoşin wekî Nazê Naîf Kaval, Nûjiyan, Bêrîvan Şengal ji bo parastina axa xwe wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Helwesta Nazê Naîf Kaval a berxwedêr û wêrek wê bibe helwesta hemû jin û dayikên Şengalê.

DI ÇARÇOVEYA PÊNGAVA XWE DE DIVÊ EM XWEDÎ LI ŞENGALÊ DERKEVIN

PDK’ê tevî dewleta Tirk û hikumeta Iraqê ev tifaq çêkiriye. Wê jin û gelên Şengalê vê tifaqê qebûl nekin. Li ser vî esasî çalakiyên jin û dayikên Şengalê di serî de, em çalakiyên gelên xwe yên Ewropayê û vê helwesta wan a dîrokî silav dikin.

Gelê me yê Şengalê divê yekîtiya xwe û helwesta xwe ya berxwedanê xurt bikin.

Jinan ji bîr nekirin ku jinên Êzidî çawa li bazarên hêsîran hatin firotin, tecawizî wan hate kirin û hatin kuştin. Wê gelên me tu carî vê qetlîamê ji bîr nekin.

Ji ber vê jî pêngavên azadiyê yên ku KCK û me KJK’ê îlan kiriye, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Em bi pêngavên xwe yên azadiyê, azadbûna rêbertî, gel û jinan diafirînin. Em li dijî tecrîd, dagirkerî û faşîzmê berxwedanê geş dikin.

Li ser esasê pêngava ‘Em li dijî qirkirina jinan, mirovên azad û civakê diparêzin’ ya KJK’ê, pêngavên azadiyê yên jinan a ku li her qadê didome, dîrokî ye. Li dijî qirkirinên li ser jinan û polîtîkayên şerê taybet em li ber xwe didin û ji bo azadbûna rêbertiya xwe, em xebatên parastina Kurdistana azad û mirovayetiya azad dikin.

Di çarçoveya pêngava me KJK’ê ya bi navê ‘Em li dijî qirkirina jinan, mirovên azad û civakê diparêzin’ jinên li Başûrê Kurdistanê di serî de, em bang li tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn û dinyayê dikin ku xwedî li Şengalê derkevin û çalakiyan geş bikin.

Jin û gelên Şengalê ne bi tenê ye. Divê gelê Şengalê, Şengalê biparêze.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li 2 bajaran çalakiyên “Ji Ocalan re azadî”

Nivîsa Pêş

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan

Parêzerên Rêberê Gelan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan

TAYBET – Ji Gerîlayên Botanê heya Gerîlayên Zagrosê re…

TAYBET - Ji Gerîlayên Botanê heya Gerîlayên Zagrosê re...

Manşet

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Deklerasyona Mîtînga ‘Hêvî û Azadî’ Hat Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.