Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: ‘Komplo wê bi fedakarî, wêrekî û kar bê pûçkirin’

Koordînasyona KJK'ê: 10'ê Cotmehê weke 'Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî' hatiye ragihandin. Divê bi xurtî xwedî li vê biryara hêja bê derketin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
09/10/2020 - 9:20
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK’ê ji bo Dayika Guzel peyama sersaxiyê weşand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona KJK’ê têkildarî salvegera komploya navneteweyî daxuyanî da û ji bo pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina jin a azad û civakê ye’ ya KJK’ê û pêngava ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê banga tevlîbûna xurt kir.

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku 9’ê Cotmeha 1998’an roja destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev komploya li dijî mirovahiyê bi tundî şermezar kir.

Di şexsê şehîdên ku li dijî komploya navnetweyî bedena xwe dan ber agir, her wiha şehîdên Heftanînê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Komploya navneteweyî di nava hevkarî û tifaqa zîhniyeta mêr a hegemonîk a tarî de ji aliyê hêzên NATO’yê ve bi rengekî veşartî li dijî Serok Apo hate kirin. Di rastiyê de li dijî paşeroja azad a mirovahiyê bi taybetî jî li dijî jinan hate kirin. Ev komplo ji aliyê hêzên pêşengê hegemonya global DYE, Îngilistan û Îsraîlê ve hate plankirin û bicihanîn. Hêzên noker û teslîmkar ên herêmî yên li Kurdistanê jî piştgirî dan vê komployê.

Rêberê me îdeolojiya xwe li ser rizgariya jinê, gelan û xwezayê ava kiriye. Beriya her tiştî karê ji bo afirandina mirovên azad, jinên azad, bi daxwazeke mezin timî meşand. Her tim hewl da ku şer bi kesayetên azad, kesayetên milîtan bimeşîne. Bi afirandina milîtaniya azad, karê pêkanîna civakîbûneke azad û nû li ser vê bingehê meşand.

Timî plan kiriye ku divê jin a xwe be, li ser vê bingehê rêxistiniya xwe ya xweser û şoreşa jinê pêk bînin. Modela têkilî û jiyanê ya li ser koletiya jinê ava bûye ti carî qebûl nekiriye. Red kiriye ku xaka Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên emperyalîst ve bê talankirin. Ji xwe re kiriye armanc ku jin, gel hemû xwe bi xwe bi rê ve bibin, biryarên xwe bi xwe bidin, xwedî li nirx, çand, zimanê xwe derkevin û li ber nêzîkatî û zîhniyeta mêtinger rabûye.

Ji bo afirandina civaka azad jî beriya her tiştî diyar kiriye ku divê xaka Kurdistanê ji dagirkeriyê bê rizgarkirin. Jin, Kurd gihand wê astê ku bibe gerîla û artêşa gel a ku ne ji bo xelkê, lê ji bo xwe şer dikin. Ev sekna Rêberê me û karên wî, hesabên sîstema kapîtalîst modernîst ji hev xist. Ji ser ku sîstema hegemonîk a global dixwest jinan, lewma Kurdistanê û Rojhilata Navîn, tevahiya cîhanê di bin serweriya xwe de bihêlin. Ji bo vê armanca xwe pêk bînin, li dijî Rêberê me komployeke navneteweyî ya ku di dîrokê de mînaka wê nehatiye dîtin, xistin meriyetê. Di 15’ê Sibata 1999’an de girtin û xistin zindana Îmraliyê.

‘KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI BERXWEDANÊ HATE PÛÇKIRIN

Bi rêya komploya navneteweyî hate xwestin ku têkoşîn azadiya jinê û gelê me bi temamî bê qedandin. Li dijî vê yekê, Rêberê me, jinan, gelê me, dostên me yên li çar aliyên cîhanê, hêzên demokrasî û azadiyê bi rengekî mezin li ber xwe dan. Komplo li ser vê bingehê hate pûçkirin.

Jin û gelê me zanin ku komploya navneteweyî di vê serdemê de hîn neqediya ye, berevajî; dewleta Tirk a mêtinger dagirker ji ber tengaviya li polîtîkaya xwe ya hundirîn û derve bi hemû hêza xwe êrişên xwe dewam dike.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo serxistina komploya navneteweyî bi polîtîkayeke şerê taybet a hov êrişî jinên Kurd dike. Di bin navê eşq û têkiliyê de jinên Kurd dixe, dike ajan û dixe nava fûhûşê. Bi hezaran jinên azad ên li Kurdistanê li ber xwe didin xistiye zindanê, heta dawiyê pêşî li tundiya li jinê vekiriye, ji bo jin li malê bên girtin û ji qada jiyana civakî bên derxistin nêzîkatî û êrişên bi her rengî nîşan dane.

Plansaziyeke stratejîk a komploya navneteweyî, pêkanînên şerê taybet ên li dijî jinan e. Ev pêkanîn di heman demê de ji bo pûçkirina projeya civaka azad, jinên azad a Rêberê me ye.

EM BI XURTÎ TEVLÎ PÊNGAVAN BIBIN

Em vê serdema ku tê de ne baş binirxînin û bi xurtî tevlî pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê dem dema parastina jin a azad û civakê ye’ ya KJK’ê û pêngava ‘Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye’ ya KCK’ê bibin. Em vê rewşa tengav a dewleta Tirk rast binirxînin û bi hemû hêza xwe giraniyê bidin ser karên azadiyê. Komploya navneteweyî bi fedakarî, wêrekî û karekî mezin pûç bikin.

Li ser vê bingehê em bang li jinan, gelê xwe û dostên xwe dikin ku li ser bingeha pûçkirina komploya navneteweyî berxwedanê mezin bikin, xwedî li rêberê xwe derkevin, heta ku rêberê me azad bibe karên xwe her timî bimeşînin.

10’ê Cotmehê weke ‘Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî’ hate ragihandin. Divê bi xurtî xwedî li vê biryara hêja derkevin. Rêberê me bi pratîkkirina îdeolojî û fikrê xwe ji bo jinan, gelan bûye rêberekî gerdûnî, fîlozofek û bûye rêber. Hêzên demokrasî û azadiyê, sosyalîst, çepgir û hêzên demokratîk nêrînên Rêberê me ji dil qebûl dikin.

Bi wesîleya 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Rêbertî ya Cîhanî em bang li gelê xwe, jinên cîhanê hemûyan û gelan dikin ku xwedî li rêberê me derkevin, bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.

Komploya navneteweyî ya qirêj ku di şexsê Rêberê me de li dijî jinan, gelan, azadiyê û mirovahiyê hate kirin, wê bi berxwedana me ya hevpar bê pûçkirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîlaya YJA STAR Rojevîn Roj: Divê Ciwan berê xwe bidin çiyayên azad

Nivîsa Pêş

“Meydana Garê ya Enqerê AKP-MHP tirsand”

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn

"Meydana Garê ya Enqerê AKP-MHP tirsand"

Gerîlaya YJA-STAR Sema: Azadî li çiyayên Kurdistanê ye

Gerîlaya YJA-STAR Sema: Azadî li çiyayên Kurdistanê ye

Manşet

  • MKG: Meha Çileyê 5 Rojnamegerên Jin Hatin Binçvakirin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe
  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.