Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 Gerîlayan eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên nasnameyê yên çar gerîlayan ragihand, ku Tebax û Îlonê li Mêrdînê û Colemergê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/09/2020 - 14:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 Gerîlayan eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 5’ê Tebaxê li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê 2 gerîla, di navbeyna 20-26’ê Îlonê de li Colemergê du gerîla şehîd bûne.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

5’ê Tebaxê artêşa dagirker a TC’ê li bejahiya navçeya Dêrikê ya Mêrdînê operasyonek daye destpêkirin. 8’ê Tebaxê saet 20.00’an di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şerekî giran dest pê kiriye û heta 9’ê Tebaxê nîvroyê domandiye. Di vî şerî de 3 dagirker hatine cezakirin, gelek dagirker jî birîndar bûne. Hevrêyên me Dîren Avent û Hêvî Herekol ku di vî şerî de bi lehengî şer kirine, ji bo ku nekevin dest dijmin,  piştî ku çekên xwe  îmha kirine, bombeyên li ser xwe teqandine û bi rengekî fedayî şehîd bûne. Agahiyên berfireh ên nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Dîren Avent
Nav Paşnav: Gulîstan Şahîn
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Esmer Perî – Hacî
Dem û Cİhê Şehîdbûnê: 08 Tebax 2020 / Mêrdîn

Nasnav: Hêvî Herekol
Nav Paşnav: Hunav Ayhan
Cihê Bûyinê: Sêrt
Navê Dê û Bav: Atîşah – Nezîr
Dem û Cİhê Şehîdbûnê: 08 Tebax 2020 / Mêrdîn

Hevrêyên me Dîren û Hêvî her yek ji wan di demên cihê de, li nav malbatên welatparêz jidayik bûne û bi bîreweriyeke welatparêz gihaştine. Li dijî polîtîkayên qirkirinê û çanda tecawizê ya dewleta Tirk a li ser Kurdan her demê berxwedana dane ber xwe û di vê rêyê de berxwedana dastanî ya jinên Kurd ku berdêlên mezin dane, bi hevrêyên me Dîren û Hêvî re kelecanî û hêviyeke mezin çêkiriye. Fêhm kirine ku li dijî gavên dewleta TC’ê ya mêtingeriya qirker berxwdaniya gerîla pir lêzim e û tevlî nav refên gerîla bûne.  Di demeke kurt de li ser felsefeya Rêber Apo serwext bûne, li ser xeta azadiya jinê geş bûne û bûne xwedî pratîkeke mezin. Hevrêyên me Dîren û Hêvî, bi tecrûbe û vîneke qeyîm berê xwe dane Bakurê Kurdistanê. Hevrêyên me bi berxwedaniyeke mezin, bi vîna jinê ya azad û helwesta fedayî ya Apoyî bersiv dane bangê teslîmbûnê yên dijmin, piştî şerê rojekê heta bi guleyên xwe yên dawî şer kirine û tevlî nav karwanên nemiran bûne. Berxwedana dastanî ya hevrêyên me Dîren û Hêvî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê wê bibe perspektîfa berxwedanê û sedema serfiraziyê.

20’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li qadên Sirtê Bakê, Sirtê Tasotê û Şehîd Mordem ên qadên Simbilê yên Colemergê operasyon dane destpêkirin. Operasyon heta 26’ê Îlonê êvarî dom kiriye, di encama şer û êrîşên hewayî de hevvrêyên me Resûl Herekol û Brûsk Kop şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Resul Herekol
Nav Paşnav: Mehmet Nazım Îlhan
Cihê Bûyinê: Sêrt
Navê Dê û Bav: Makbule – Abdulmuhsîn
Dem û Cİhê Şehîdbûnê: 21 Îlon 2020 / Colemêrg

Nasnav: Brusk Kop
Nav Paşnav: Samet Kara
Cihê Bûyinê: Mûş
Navê Dê û Bav: Müsbet – Mehmet Zahir
Dem û Cİhê Şehîdbûnê: 21 Îlon 2020 / Colemêrg

Hevrêyê me Resûl li Sêrtê jidayik bûye. Hevrêyê me li nav malbateke welatparêz digihe, hê zû partiya me nas dike û 2013’an tevlî nav refên gerîla dibe û ji bo ku xeyalên li ser azadiyê yên gelê me bi cih bîne dibe xwedî kedeke bêhempa û hewldaneke domdar. Hevrêyê me bi dilnizmî, bi tevlêbûneke bêhesibanî, bi hezkirin û hurmeteke bêdawî ya li nav hevrêyên xwe tê naskirin, demeke dirêj, li cografyaya herî asê ya Zagroan li ser rêça Reşîdan gerîlatiyê dike. Hevrêyên me di demên herî zor de, li refên herî pêş cih girtiye û di nav wan çalakiyan de cih girtiye ku derbên giran li dagirkeran hatine xistin, bûye fermandar, tecrûbeya gerîla, çand û sincê partiyê veguhazsyina hevrêyan û bûye yek ji fermanarê leheng ê şerê me yê azadiyê.

Hevrêyê me Brûsk ku li Mûşê jidayik bûyî, li nav malbateke welatparêz gihaştiye û li gel ku ji ber koçberbûnê li metropolên dewleta  TC’ê maye jî her demê dilsozî nirxên Kurdistanê maye. Dagirkeran hewl dane ku bi zorê wî bikin leşker, li Kurdistanê bikin parçeyek ji artêşa dagriker, hevrêyê me serî li ber vê netewandiye, ji artêşa TC’ê ya faşîst firar kiriye, tevlî nav refên gerîla bûye û bûye milîtanek ji artêşa azadiyê.  Hevrêyê me Brûsek li dijî dagirkeran kîn û hêrsa xwe li ser xeta partiyê geş kiriye û di gerîlatiyê de bûye pispor, li Zagrosan demeke dirêj gerîlatî kiriye û derbên giran li dagirkeran daye.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd em sersaxiyê didin hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz û soz didin ku têkoşîna şehîdên em yên leheng em bibin serî, serfiraz bikin.”

 

1 Ji 18
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

10.

11.

12.

13.

14.

15.

16.

17.

18.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê ji bo bombardûmana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyanî da

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Yekîneya Tolhildanê bi dehan wesayit û kargehên ‘faşîstan’ şewitand û bekçiyek cezakirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li Wan û Amedê çalakî kirin

LEZGÎN - Yekîneya Tolhildanê bi dehan wesayit û kargehên 'faşîstan' şewitand û bekçiyek cezakirin

LEZGÎN – Jinên Tîrêjên Rojê 6 wesayit, kargehek û kemyonek şewitandin

LEZGÎN - Jinên Tîrêjên Rojê 6 wesayit, kargehek û kemyonek şewitandin

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.