Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê CPT bi berpirsyariya xwe rabe!

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir, ku rapora CPT têrker nîne û di serî de CPT bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kir, ku ji bo bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê hîn bêhtir bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/08/2020 - 18:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan
ParvekeTweet

STENBOL – Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dike têkildarî rapora CPT daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) têkildarî serdanên xwe yên navbera salên 2017 û 2019’an ên li girtîgehên Tirkiyeyê rapor weşand. Yek ji girtîgehên ku di navbera 6-17’ê Gulana 2019’an de serdana wan kir Girtîgeha Îmraliyê bû. Rapora li ser serdana 2019’an a li Girtîgeha Îmraliyê, bi zimanekî kêm û bi tirs hatibe amadekirin jî, ji bo balê bikişîne ser bêhiqûqî û sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê raporeke girîng e.

Rapor di mijara gelek pêkanînan de daneyên cidî pêşkêş dike. Weke ku tê zanîn Girtîgeha Îmraliyê bi sîstemeke taybet û bi ewlekariya bilind tê birêvebirin. Ev sîstema ku li Tirkiyeyê yekemcar li Îmraliyê bi cih hate anîn û niha veguheriye sîstemeke ceza ya giştî, weke Rejîma Bicihanîna Ceza ya Girankirî tê binavkirin. Ji xwe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî serlêdana li ser Îmraliyê hate kirin weke binpêkirina qedexeya êşkenceyê pênase kir. CPT ku di raporên xwe yên beriya niha de xwestibû ku dest ji vê rejîmê bê berdan û bê revîzekirin, heman daxwaz di vê rapora dawî de jî anî ziman.

Yek ji aliyên balkêş ên rapora vê dawiyê ya CPT ew e; astengkirina hevdîtinên parêzeran ku sala 2011’an dest pê kir û astengkirina hevdîtinên malbatê yên ji sala 2014’an ve zêde bûn, eşkere bû ku bûye mijareke diyalog û nîqaşê ya navbera CPT û hikumeta Tirkiyeyê. CPT bal kişand ser birîna têkiliya bi derve re ya ji 15’ê Tîrmeha 2016’an a bi Rewşa Awarte re û ev yek weke ‘tecrîda’ di girtîbûnê de pênase kir. Her wiha tevî ku Rewşa Awarte sala 2018’an hate rakirin, redkirina serlêdanên ji bo hevdîtinan weke rewşeke cihê fikaran nirxand.

Di rapora CPT de her wiha binpêkirina qedexeya êşkenceyê hate bibîrxistin. Di raporê de; pêkanîna hucreyê ku li Îmraliyê veguheriye rewşeke rûtîn, astengkirina danûstandina girtiyan a bi hev re, astengkirina hevdîtina girtiyan a bi malbatê û parêzeran re, astengkirina pêwendiya girtiyan a bi derve re ya nivîskî, ji aliyê pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ve weke rewşeke nayê qebûlkirin hate destnîşankirin.

CPT hin pêşketinên di Gulana 2019’an de qewimîn erênî nirxand ku hingî serdan çêbû. Ji xwe wê demê li girtîgehên Tirkiyeyê, li derve û gelek deverên dinyayê zêdeyî sê hezar kesayetên siyasî ketin greva birçîbûnê û rojiya mirinê. Di dema krîtîk a van çalakiyan de Wezareta Edaletê bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexe li ser hevdîtinê nîne û piştre hevdîtina parêzeran a ji sala 2011’an ve dihate astengkirin, dest pê kir. Ev hevdîtin jî di mehên Gulan, Hezîran û Tebaxê de hatin lidarxistin ku mîna CPT tespît kir, hingî cezayên dîsîplînê yên bêhiqûqî û kêfî lê hebû. Lê belê ji Tebaxa 2019’an ve tevî ku biryareke qanûnî nîne, hevdîtinên parêzeran tê astengkirin. CPT bal kişand ser pêwîstiya dewamkirina bi rêk û pêk a hevdîtinan û li ser hejmara hevdîtinên malbatê û parêzeran ên li Îmraliyê ji hikumetê agahiyên mehane xwest, ku ev yek girîng e.

Di dewama raporê de CPT diyar kir ku rapor bi erêkirina dewleta endam rapor hatiye parvekirin. Tevî ku eşkerekirina raporên CPT bi erêkirina dewletan ve girêdayî jî be divê neyê jibîrkirin ku CPT ne saziya hiqûqa dewletan e, CPT saziya hiqûqa mafên mirovan e. CPT bi hincetên dîplomatîk hewl bide mekanîzmaya erêkirinê timî bi cih bîne jî, mixabin bi xemsarî nêzî xemsariya xwe û asta xwe dibe ku di ser dewletan re ye. Wezîfeyeke yekane ya CPT heye, ew jî pêşîgirtina li êşkenceyê ya li nava Sîstema Hiqûqê ya Ewropayê ye. Peymana saziyê vê yekê destnîşan dike.

Li gel vê yekê, CPT 21 sal in her carê qala Rejîma Înfazê ya Girankirî û kiryarên wê yên bêhiqûqî dike, lê mixabin tenê rica û libergerandinê weke çareseriyê dibîne. Bêguman hêza zext û zorê ya dewletan heye. Dîroka mafên mirovan jî ji ber vê yekê mekanîzmayên cuda û bi bandor afirandiye. Xala 10/2 a peymana CPT wê erkê dide ku dewleta endam a ku bi israr li dijî peymanê tevdigere ji raya giştî re eşkere bike. Mixabin CPT vî mafî û wezîfeyê naxe rojeva xwe.

CPT ku erka xwe heye li Îmraliyê kontrolê bike û yek ji saziyên bi bandor ên li qada navneteweyî ye, serdan û rapora wê gelekî girîng e. Û vê serdanê bi zimanekî dîplomatîk jî be careke din destnîşan kiriye ku Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê bi rejîma êşkenceyê tê birêvebirin. Lê mixabin di rewşa heyî de tenê serdan û rapor têrê nake. Bêhiqûqî û kêfiyet roj bi roj bi sazî dibe, mayinde dibe. Ji ber vê yekê di serî de CPT em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin, ku ji bo bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê hîn bêhtir bikevin nava hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekemîn Pêşbirka hunerî ya Şehîd Sarîna Sarya pêk hat

Nivîsa Pêş

Li Cizîrê Kurdî qedexe ye!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Cizîrê Kurdî qedexe ye!

Li Cizîrê Kurdî qedexe ye!

LEZGÎN – Şervanên QSD’ê 7 leşkerên dagirker ên Tirk kuştin û panzêrek jî teqandin

Rêveberiya Xweser qanûna çavdêriya giştî, parastina û rêvebirina miklên kesên neamade derxist

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.