Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê ji bo Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî sersaxî xwest

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê: Em careke din Ezîz Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî bi bîr tînin û hêvîdar in ku cihê wî bihuşt be. Bila serê malbata wî ya hêza û dilxwazên rêya Qedîrî sax be.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
24/07/2020 - 12:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: Wê hesab ji kujerên Cemîl û Demhat bê pirsîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê wiha ye:

“Bi navê komîteyê me dixwestin ku beşdarî merasîma serxweşiyê ya Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî bibin, kerb û kesera xwe nîşan bidin û sersaxiyê yekser ji we malbata hêza û Terîqeta Qedîrî re ragihînin. Lê belê weke ku hûn jî texmîn dikin, ji ber hin sedeman me nekarî vê daxwaza xwe bi cih bînin. Lewma bi derengî jî be me xwest peyama sersaxiyê bi we re parve bikin

Beriya her tiştî em ji malbata hêja û şopdarên Ezîz Şêx re sersaxiyê û sebrê hêvî dikin. Bila serê malbata hêja û civata Terîqata Qedîrî sax be, rehma xwedê lê be û cihê wî bihuşt be.

Bi navê tevgerê em di wê baweriyê de ne ku di cewhera terîqetan de hewldana wê yekê heye ku nirxên demokratîk ên Îslamê, pîvanên maf û edaletê, exlaqê parvekirin û piştevaniyê bi civatê re bide fêhmkirin. Yek ji hewldanên bingehîn ên terîqetê ew e ku Îslama Mûhammedî bi pakî bi Misilmanan bide fêhmkirin, li ber zilm û neheqiyê bide rakirin. Weke ku tê zanîn Terîqata Qedîrî weke terîqeta destpêkê ya vê xetê tê dîtin. Terîqeta Qedîrî ji ber ku terîqeta destpêkê ye û ji aliyê alim û pîr ên Kurdan ve li Kurdistanê hatiye destpêkirin, ji bo me hîn bi wate û hêja ye.

ALIMEK BÛ, XIZMETKAREKÎ RÊYA BAWERIYÊ BÛ

Qedîrîtî, li medrese û dergahên terîqetê parvekirin, piştevanî, berpirsyarî, dilnizmî û nirxên bi vî rengî yên jiyanê bi gelê Kurd û her nasnameya tevlî terîqetê bû da fêhmkirin û bi vî rengî wezîfeyeke girîng a olî û neteweyî bi cih anî. Îro jî hewl dide van hewldanên xwe bidomîne. her wiha kevneşopiyeke me ya baweriyê ye ku xizmeteke mezin li Kurdî, çand û wêjeya Kurd kiriye. Em di wê baweriyê de ne ku ev kevneşopiya kevnare îro jî li ser van pîvanên bingehîn hewl dide hîn bêhtir xizmetê bike. Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî alimek bû, xizmetkarekî rêya baweriyê bû ku heta dawiya temenê xwe li gel hemû zor û zehmetiyan hewl da vê kevneşopiyê bidomîne. Kesayetekî bêhempa bû ku nirxên olî û neteweyî temsîl dikir.

Weke ku tê zanîn Qedîrîtiyê di heman demê de gelek pêşengên gel ên lîdertiyê ji doza Kurdistanê û welatparêziya Kurd re bikin, bi hezaran têkoşerên dilsozê doza gelê xwe afirand. Ya ku rêzdar Şêx hewl da temsîl bike ev pîvan bû. Bi vê wesîleyê em gelekî bi wefata wî êşiyan û em di wê baweriyê de ne ku hemû şopdar û derwîşên dilsozê bîranîna wî ne, wê vê kevneşopiya Îslam a Kurd bidomînin, ku Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî hewl dida temsîl bike. Em bang li wan dikin ku hîn bêhtir tevkariyê li têkoşîna yekîtiyê ya gelê Kurd bikin. Ji bo mirovên me yên xwedî bawerî û paqij heta bi hetayê li xaka Kurdistanê aram be, em di wê baweriyê de ne ku wê destekek xurt a madî û manewî bidin têkoşîna jiyan û welatê azad. Em hêvîdar in ku wê van wezîfeyên xwe yên olî û neteweyî di çarçoveya dilsoziya bi bîranîna aliman û baweriya xwe de hîn bêhtir bi cih bînin. Em zanin ku ev daxwaz û bendewarî di heman demê de xwesteka rehmetî ye. Bi vê wesîleyê em rehmetî Ezîz Şêx Mihemed Ebdulkerîm Kesnezanî careke din bi bîr tînin û hêvîdar in ku cihê wî bihuşt be. Ji malbata wî ya hêja û dilxwazên rêya Qedîrî re sersaxiyê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zanîngeha Rojava dest bi kampanyaya piştgiriyê kir

Nivîsa Pêş

KBDH: Em bêdeng namînin, natirsin, rajêr nabin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KBDH; ”Xweparastin Divê Li Hemû Rojhilata Navîn Belav Bibe”

KBDH: Em bêdeng namînin, natirsin, rajêr nabin

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Manşet

  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.