Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – HPG: Li Heftanîn 14 leşker û 2 kontra hatin cezakirin

Li Heftanînî 14 leşker, Şırnaxê jî 2 kontra hatin cezakirin. Her wiha HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li Şirnexê jî şehîd bûne eşkere kir.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
08/07/2020 - 17:50
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
LEZGÎN – HPG: Li Heftanîn 14 leşker û 2 kontra hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî da: “Çalakiyên hêzên me yên li dijî tevgera dagirkeriyê ya li Herêma Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê devam dike. Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me yên di çarçoveya Pêngavaa Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê wiha ye;

LI HEFTANÎNÊ LI DU NUQTEYAN ÇALAKÎ

7’ê Tîrmehê saet 09:30’î Hêzên YJA Star li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Qesrokê bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku bi îsabet li sitargehên dijmin ên li gir hate xistin de, stargeh bi temamî hatiye rûxandin û 12 leşkerên Tirk hatine cezakirin.

8’ê Tîrmehê (îro) di saetên sibê de hêzên YJA Star li dijî dagirkerên li Şeşdara 2 çalakiyên sekvaniyê lidar xistin, di van çalakiyan de 2 leşker hatin cezakirin.

Heman demê 3’yê Tîrmehê di êrîşa hewayî a artêşa TC’ê ya dagirker a li devera Xantûran de hevrêyên me Goran Goyî û Viyan Devrîm şehîd bûne. Em ê piştre agahiyên li ser nasnameya hevrêyên xwe bi raya giştî re parve bikin.

LI BESTAYÊ 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

27’ê Hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li devera Masîro ya herêma Besta ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiribûn.Hêzên dagirker piştî bi balafirên şer û helîkopteran dever bombe kir û şûnde bi helîkopterên Skorsky leşker danîne deverê. Di tevahiya operasyonê de Fermandar Sarya Besta û hevrêyên me Viyan û Avareş şehîd bûne.

Nasnav: Sarya Besta
Nav û Paşnav: Meryem Kaplan
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayikê-Bav: Mayse – Hacî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Besta /27’ê Hezîrana 2020

 

Nasnav: Vejîn Agir
Nav û Paşnav: Besna Tuman
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayikê-Bav: Cevahîr – Mûstafa
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Besta /27’ê Hezîrana 2020

 

Nasnav: Avareş Helhel
Nav û Paşnav: Mûsa Bûlan
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayikê-Bav: Menîce – Huseyîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Besta /27’ê Hezîrana 2020

 

Rêhevala me Sarya Besta di sala 1990’an de li Colemêrgê ji dayik bû û hê di ciwaniya xwe de rastiya dijmin û pergala kapîtalîst dîtiye. Rêheval Sarya di sala 2005’an de tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Ji roja ku hatiye çiyayên Kurdistanê bi dilê xwe yê ciwan û kesayetiya xwe ya dirust nirxên rêhevaltiyê her dem di asta bilind de jiyaye. Bi saya jîr û jêhatîbûna xwe, di demeke kurt de bûye gerîllayeke zana. Rêheval Sarya bi tecrubeya leşkerî, danheviya îdeolojîk û tecrubeya rêxistinî bûye yek ji fermandara YJA Starê. Rêheval Sarya hemû peywir û berpirsyariyên xwe ji dil bi cih aniye û li her qada ku maye di dilê rêhevalên xwe de cih girtiye.

Rêheval Vejîn Agir li Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye û êrîşên dewleta Tirk a dagirker qebûl nekiye, di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Vejîn li Botanê têkoşîneke çalak bi rê ve biriye. Di şer de jî bêyî westan û rawestan xwedî li kar û berpirsyariyên xwe derketiye. Heta ku şehîd bûye rêheval Vejîn di nav artêşabûna YJA-Starê de bûye yek ji fermandara YJA-Starê.

Rêheval Avareş Helhel di sala 1997’an de li Hezroya Amedê ji dayik bûye. Di ciwaniya xwe de tevlî nav xebatên ciwanan bûye, ji ber zexên giran ên dijmin di sala 2015’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Avareş ji roja ku tevlî nav refên gerîla bû, bi berpirsyariyeke mezin têkoşiyaye, her dem di eniyên pêş de cih girtiye. Rêheval Avareş heta kêlîka şehîd bûye bi awayekî fedakar tevlî nav xebatan bûye.

Malbatên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê heta dawiyê bidomînin.

LI KATO JÎRKA OPERASYONA LEŞKERÎ

1’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya li devera Kanî Reş a dikeve herêma Deriyê Qaçê ya girêdayî Herêma Kato Jîrka ya Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû, ketiye di bin kontrola hêzên me de. Hêzên me piştî demekê yekîneya ku xistibûn kontrolê û şûnde çalakiyek li dijî wan kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li yekîneya dijmin hate xistin de nehate zanîn bê ka çend leşker hatine cezakirin an jî birîdarkirin.

DU KONTRA LI CÛDÎ HATIN CEZAKIRIN

5’ê Tîrmehê hêzên me kesên bi navê Sebahattîn Gungor û Hejar Batman ên di bin navê nêçîrvaniyê de li herêma Cûdiyê wêneyên bejahiyê dikişand û nexşeya deverê dikişandin ji aliyê hêzên me ve hatin tesbîtkirin û li gel TC’ê kar dikirin cezakirine. Li ser van şexsan jî 2 çek, 2 bêtêl, 1 durbîn jî hatiye desteserkirin.

LI QADÊN GERÎLA ÊRÎŞÊN ESMANÎ

7’ê Tîrmehê saet 19:30’î balafirên şer ên artêşa TC’ê devera Kerker û Sîda ya Herêmên Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Di vê bomberdûmanê de ti ziyan negihiştiye hêzên me.”

 

1 Ji 9
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

FLAŞ – Gerîla TV dîmenê çalakiya sekvaniyê ya gerîlayên HPG’ê ya li Heftanîn parve kir

Nivîsa Pêş

Keştiya ku ji 100 koçberan re bû goristan aîdî serokê Akp’ê yê navçeyê ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Keştiya ku ji 100 koçberan re bû goristan aîdî serokê Akp’ê yê navçeyê ye

Keştiya ku ji 100 koçberan re bû goristan aîdî serokê Akp’ê yê navçeyê ye

ROJEVA 2’Ê HEZÎRANÊ 2019’AN

ROJEVA 9’Ê TÎRMEHA 2020’AN

Manşet

  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.