Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Li Îmraliyê çi diqewime?

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/02/2020 - 0:58
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Serlêdanên parêzeran ya hevdîtina bi Ocalan re cara 795’emîn hat redkirin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Duh li Grava Îmraliyê ya ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 21 salin tê tecrîdkirin, şewat derket. Bi derketina şewatê gelê Kurd û nûnerên partî û rêxistinên Kurdan ketin nava fikar û tevgerê. Şewata duh pêkanînên berê anîn bîra mirovan. Ocalan, berê gotina rayedaran a ‘Em 150 metre nêzî te ne’ wekî gef û îmhaya li dijî xwe pênase kiribû. Berê jî pêkanînên jahrkirin, porjêkirin û tecrîda mutlaq xwestibûn peyamê bidin Ocalan. Bi şewata duh dîsa pirsa ‘bi rasti jî agirekî xwezayî bû an jî xwestin peyamê bidin? di mejiyan de ava kir.

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 21 salin li Grava Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Heta niha hat jahrîkirin, porê wî jê kirin, li erdê dirêj kirin û gelek caran cezayê hucreyê lê birîn. Duh hat diyar kirin ku li gravê şewat derketiye. Piştî vê agahiyê nûnerên partî û saziyên Kurdan li gelek cihan daxuyanî dan û fikarên xwe anîn ziman. Nûneran xwest bi lez rayedar têkildarî vê mijarê daxuyaniyê bidin. Ji ber pêkanînên 21 salin li ser Ocalan tên meşandin, bûyera duh li Îmraliyê rû da dîsa pirs û fikar di meşî û aqilan de ava kir. Ocalan berê têkildardî gotina rayedaran a “Em 150 metre nêzî te ne” wekî gef, şantaj û hewldana îmhakirinê pênase kiribû.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu tev li qanalek TV  bû û anî ziman ku şewata li daristana Îmraliyê derketiye hatiye kontrolkirin. Piştî vê yekê agahiya ku li Îmraliyê şewat derketiye belav bû. Piştî şewata li Îmraliyê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Kurd ketin nava fikar û meraqê û li gelek navendan daxuyanî hat dayîn. Ji ber ku Ocalan ê 21 salin girtî ye heta niha rastî gelek pêkanînên cuda hatin. Her dem gef lê hatin xwarin. Her dem rastî zextên fîzîkî û derûnî tên. Ocalan 21 salin tecrîdkiriye, bi rêk û pêk rastî tundiyan tê. Pişti zextên li ser Ocalan zêde bûn, di 12’ê Îlona 2012’an degirtî ketin greva birçîbûnê û li ser vê yekê di 3’ê çile de heyet çûn Îmraliyê û heta 5’ê Nîsana 2015’an hevdîtinê berdewam kir. Dîsa piştî hevdîtin ji ser Ocalan qut bûn, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 7-8’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir û li hemû girtîgehan belav bû. Bi hezaran girtî ketin grevê û çalakiya Guven 200 rojan berdewam kir. Li ser çalakiya girtiyan piştî 8 sal şûndeparêzer di 2’ê Gulana 2019’an de çûn Îmraliyê. Parêzeran 5 caran û malbatê 3 caran hevdîtin kir û di 7’ê tebaxê de hevdîtina parêzeranû di 12’ê Tebaxê de hevdîtina malbatê bi temam qut bû. Ocalan di 21 salan de rastî gelek êrîşên fîzîkî hat. Parê Ocalan bi zorê hat jêkirin, Jahrînî kirin. Di 15’ê sibatê de hat diyar kirin ku girtîgeh hatiye bomkirin. Duh jî hat diyar kirin ku şewat li Îmarliyê derketiye. Vê yekê bi xwe re fikar û pirs anîn. Ocalan, di serdema AKP’e de 3 caran rastî pêvajoyên krîtîk hatin. Di 1’ê adara 2007’an de parêzeran tayê porê Ocalan birin lêkolîn kirin û hat fêrbûn ku Ocalan hêdî hêdî tê jahrîkirin. Ev yek bû sedem ku Kurd li gelek welat û bajaran dest bi çalakiyan bikin û bi rojan Kurdan bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman.

PORÊ OCALAN BI ZORÊ JÊKIRIN

Dîsa di pêvajoya ku tecrîd didomiya de bi zorê parê Ocalan ji kok ve jêkirin. Di Tîrmeha 2008’an de bêyî daxwaza Ocalan parê Ocalan hat jêkirin. Ocalan di 4’ê Tîrmeha 2008’an de bi rêya parêzeran diyar kir ku bêyî vîna wî parê wî hatiye jêkirin. Ocalan bi gotina “Parê min ji kok ve jêkirin. Dewlet bi vê yekê dixwaze bêje ‘Em dema bixwazin em dikarin te di kontrolê de bigirin. Em çi bixwazin dikarin bikin. Tu di destê me de ye. Du 24 saetan di kontrola me de ye.’ ”

Di îlona 2007’an doe jî xwestibûn bi zorê parê Ocalan ji kok ve jêkin.

TECRÎDA DI NAVA TECRÎDÊ DE 

Ocalan ji ber şertên hewaya li Îmraliyê nexweş ketin û nexweşiyên Ocalan zêde bûn. Di Tîrmeha 2008’an de dîsa  li dijî Ocalan êrîşên fîzîkî pêş ketin. Di cotmeha 2008’an de rastî cezayê hucreyê hat. Ocalan hucre wekî “Darbestê” pênase kir. Dîsa li gel vî cezayê hucreyê rayedaran hat li hucreyê lêgerîn kirin û Ocalan li erdê dirêj kirin. Li ser vê yekê rayedaran Odeya Ocalan guhertin û odeya Ocalan bêtir biçûk kirin. Ocalan ev yek tecrîda di nava tecrîdê de pênase kir.

OCALAN: DIXWAZIN MIN ÎMHA BIKIN

Ocalan di çileya 2005’an de 20 rojan rastî cezayê hucreyê hat. Dîsa 7 rojan rastî cezayê fîîlî yê hucreyê hat. Ocalan, zext, tundî û êrîşên li dijî xwe nirxand û anî ziman ku dixwazin wî bêdeng bikin. Di 18’e çileyê de bi rêya parêzeran got “Serokwezîr Tayyip Erdogan û Deniz Baykal di vê meseleyê de hevkarên hev ên stratejîk in. Dixwazin min bêdeng bikin. 7 salin dixwazin vê yekê bikin. Di şertên hucreyê de 7 salin li ber xwe didim. Ji bo aştiyê min hewl da bijîn û li ber xwe didim. Li gel vê yekê dixwazin min bêdeng bikin. Belkî jî dixwazin îmha bikin.”

DIKARIN LI VIR MIN BIKUJIN

Ocalan, li dijî hewldan û planên li dijî xwe anî ziman ku yên ketine nava hewldana 15’ê Tîrmeha 2016’an dikarin berê xwe bidin wî jî. Ocalan di hevdîtina bi heyeta HDP’ê ya 7’ê Hezîrana 2013’an de bal kişand ser kuştina Hevjînê Pervin Buldan Savaş Buldan û wiha got: “Ez mirovekî polîtik im. Dikarin her kêliyê min li vir bikujin. Ev welat welatê darbeyan e.”

150 METRE EM TÛRÎ TE NE

Heyeta Îmraliyê rojek beriya Mutabakaqa Dolmabahçe ya 28’ê Sibata 2015’an çûn Îmraliyê. Ocalan, di vê hevdîtinê de diyar kir ku rayedaran anîne ziman ku 150 metre dûrî wî ne û gotine ‘Ji bîr neke em 150 metre li dûrî te ne.’ Ez vê yekê tu carî ji bîr nakim. Niha jî dibin ku li vir bin. Dikarin min bikujin. Ez jî dikarim bimirim. Lê dê encama wê pir bi tirs be.”

Niha jî hat diyar kirin ku li Îmraliyê şewat derketiye. Gelo dîsa dixwazin bi vê yekê peyamekê bidin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Tirbespiyê bi meşeke meşaleyan ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daketin kolanan

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê wesayita AKP’yiyekî şewitandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê wesayita AKP’yiyekî şewitandin

LEZGÎN - Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê wesayita AKP'yiyekî şewitandin

KJK: “Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike”

KJK: Ev lîstina bi êgir e

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.