Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Endama KJC Rehşan Zagros: Rojava bexçeyê gula yê Modernîteya Demokratîke

Endama Komalên Jinên Ciwan Rehşan Zagros; " Rêber Apo dibêje; “Şoreşa jinê , Şoreşa gula ye.”  Îro Rojava netewekî ku wek Serokatî dibêjê baxçeyekî gula ye. Her netewekî, her meshebekî bi hêza xwe ya cewherî di nav axa Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe digire.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/01/2020 - 10:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Komalên Jinên Ciwan Rehşan Zagros di derbarê 2’emîn Salvegera dagirkirina Efrînê de ji ajansa me re axivî û wiha diyar kir: ” Bi rihê xwe ye fedaî, bi Ciwantiya xwe pêwîste em di kolana de bin, di Serhildana de bin. Pêwîste ev tûndiya ku tê kirin li hember vê tevrê me hebe”.

Rehşan wiha dest bi axaftina xwe kir û  got: “Di serî de hemû Şehîdên Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê bibîrtînim. Bi soza Karkeran, Avesta Xabûran, Îlam û Yadê Eqîdeyan em ê her tim şopdarê wan bin û soza xwe hertim bi wan re nû bikin.

20 Çileyê de, dagirkirina Efrînê 2 salê xwe tijî dike. Ji ber vê jî dagirkeriya dewleta Tirk, dagirkeriya dewletên faşist ,dewletên global em şermezar dikin û qebûl nakin. Wekî hêza ciwan û Jinên Ciwan jî em dibêjin hertim emê şopdarê Şehîdê xwe bin, her tim bi esasê tolgirtina wan wek Gerîlla yê vejînê, bi nûbûyînê mezintir gav bavêjin. Bi rihê Ciwantî, li hember dagirkeriya dewleta Tirka Faşîst hertim tekoşîn bikin û gor wê jî tevbigerin.

Dewleta Tirk îro li Efrînê bin navê welatê xwe parastin de, sînorê xwe parastin de êrîşên herî hovane li ser axa Efrînê û ser gelê Efrînê dîsa li ser axa Bakurê Sûriyê didin meşandin. Ev dagirkeriya ku dewleta Tirk dike nayê qebûl kirin. Ji ber ku wehşetekî, êrîşek pir tund li ser Jin, li ser Ciwan, li ser Zarok û Gel jî dide meşandin ev yek jî tu carî nayê qebûl kirin. Ev ne wijdan qebûl dike, ne jî mirovahî qebûl dike.

Îro dîrok berxwedaniyên ku têne meşandin hemû dinivîsînê. Çawa ku Avestayan li berxweda, xwe kir bombe û dilê dijmin de teqand, çawa ku Karkeran bi rihê fedayî tevgeriyan, ji bo ku em gavên xurtir bavêjin û berbi azadiyê ve biçin ji bo ku em jiyanekî nû ava bikin, ji bo me ev hevala dibin peşeng û sembole azadiyê.  Ji ber vî jî weki ciwan , jin, civak pêwîste hertim em ser piya bin. Em hewil bidin ku ew dagirkeriya ku dewleta tirk dike, di bin navê parastina tirkiyê, bin navê sînorê xwe mezin bike pêwîste ney qebûl kirin. Çawa ku li Efrînê berxwedanî hate kirin pêwîste hertim berxwedanî mezintir be, tekoşîn kirin zedetir be. Pêwîste zêdetir em li ser piya bin, jin û gel hemû bibin yek. Bi yek destî dengê çepik nayê, ji ber vî jî pêwîste bi hemû hêza xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe em di nav tekoşînê da bin. Erep, Suryanî, Ermenî û Kurd pêwîste bibin yek, bi hevdû re li hember faşîzma heyî, dagirkeriya heyî tekoşîn bidin meşandin. Dagirkeriya ku li ser Efrînê hate kirin bi navê sînor tênê mezin kirin, axa tirkiyê parastin da hat kirin le bele qirqirina ku te kirin, qetlîama ku te kirin em dibînin. Li Til Rifatê dema ku zarokên pênc salî, heşt salî û her wekî din hatin şehîd xistin jî di bin navê parastina tirkiyê de hat kirin. Êdî pêwîste gelê tirkiyê jî şiyar bibe. Dagirkeriya ku tê kirin êdî qebûl neke. Pêwîste hemû gel bi demokrasiya xwe bi wijdanê xwe rabin ser piya. Li hember vê faşîzmê bi tûndî bisekinin û li berxwe bidin.

“Îro Rojava baxçeyekî gula ye”

Di Rojhilata Navîn de şerê ku îro tê jiyan kirin, li ser axa Sûriyê tê kirin. Ji bo ku modernîteya kapîtalîzm, sîstema hegemonîk ji nûve xwe ava bike. Ji bo ku xwe bi hêz bike hemû şerê xwe li ser axa Rojhilata Navîn dike. Taybet jî dagirkeriya xwe, li ser axa Kurdistanê dike. Ji ber ku axa Kurdistanê axekî pir dewlemende, axekî pir rengînê çavê dewletên global jî li vî yekê ye. Hemû kes sermaya xwe, hêza xwe û bi pareyê xwe difikirê. Çavên wan dewletên hegemon li petrol, ax û genimê ku di Kurdistanê de çê dibe. Pêwîste gelê me li hember van êrîşa hişyar be. Pêwîste Jinên Ciwan û tevahî Jinên cîhanê li hember wan hişyar bin. Me dît ku piştî dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Gire Spî dewleta tirk çi anî serê Jinên Ciwan, Zarokan. Qetil kirinê ku dike, tecawizê ku pêş dixe, dizî û talanê ku pêş dixe hemû jî di bin navê gelê tirkiyê were parastin de dike. Mirov dibîne dewleta tirk ji ber hêza demokrasî û azadiyê ditirse vê yekê dike. Hêza ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêş ketiye, hêza sosyalîst, hêza berxwedaniya gelan hêza demokrasiyê. Dewleta Tirk ji hêza gelan ditirse, hêza azadiya jinê ditirse ji ber ku Şoreşa Rojava, Şoreşa azadiya jinê ye. Rêber Apo dibêje; “Şoreşa jinê , Şoreşa gula ye.”  Îro Rojava netewekî ku wek Serokatî dibêjê baxçeyekî gula ye. Her netewekî, her meshebekî bi hêza xwe ya cewherî di nav axa Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe digire. Em dixwazin bibin mifteya Şoreşa Kurdistanê, emê ber bi we ve jî bimeşin. Lê belê dewletên hegemonîk, dewletên global li hember vê yekê hertim êrîşê xwe dike. Em jî wek ciwan wek Jinên Ciwan pêwîste li hember şerê ku tê kirin, şerê taybet ê ku tê meşandin re em di nav tekoşînê de bin. Bi rihê xwe ye fedaî, bi ciwantiya xwe pêwîste em di kolana de bin, di serhildana de bin. Pêwîste ev tûndiya ku tê kirin li hember vî tewrê me hebe.

“An Serkeftin, An Serkeftin”

Rehşan di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman û got: “Bangawaziya me ji bo ciwan û jinên ciwan, gelê welatparez û gelê azadîxaz li hember dewletê dagirkerê ku dixwazin axa Kurdistanê dagir dike em hertim di nav şer de bin. Bi tekoşînekî bê hempa bi berxwedaniyekî , bi serkeftinê bifikirin û xwe di hedef de kîlît bikin. Di ve pevajoyê da li hember dewletên osmanî sekinandin û li beramberê vî şer kirin ,tekoşîn kirin pêwîste.

Ji ber vê yekê ji çiyayên Kurdistanê, ji çiyayên azad hemû hevalên ku di çeperên şer de ne bi germahiyekî hembez dikin. Slav û hurmetê xwe ji wan re rê dikim. Şehîdên ku ve dawiyê li Heftanîn, Xaxûrkê û berxwedaniya Rûmetê bibîrtinim û dibejim emê hertim şopdarê wan bibin. Wek jin, wek ciwan hertim emê li ser piya bibin. Berxwedan Jiyane, Berxwedan Jiyane, An Serkeftin, An Serkeftin.

NC / FARAŞÎN SÎDAR

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Di Modernîteya Kapîtalîst de Heqîqet û Xerîbketin

Nivîsa Pêş

3 roketan avêtin sefaretxaneya Emerîkayê ya li herêma Kesk a Bexdayê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
3 roketan avêtin sefaretxaneya Emerîkayê ya li herêma Kesk a Bexdayê

3 roketan avêtin sefaretxaneya Emerîkayê ya li herêma Kesk a Bexdayê

LEZGÎN – Yekîneya Tolhildanê şewata li otela Beyoglûyê girt ser xwe

LEZGÎN - Yekîneya Tolhildanê şewata li otela Beyoglûyê girt ser xwe

Manşet

  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.