Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê çar gerîlayên li Agirî û Hatayê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê çar gerîlayên li Agirî û Hatayê şehîd bûn bi bîr anî. HPG'ê her wiha ragihand ku li Heftanînê jî leşkerek hatiye kuştin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
29/11/2019 - 14:25
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya der barê mijarê wiha ye:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike di 27’ê Mijdarê de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li komek ji leşkerên li ser gir hate xistin û di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên me heman rojê li kamerayên mobese yên li ser gir xistin û yek ji wan kamerayên mobese îmha kirin.

Di daxuyaniya 27’ê Mijdarê de me ragihandibûn ku artêşa Tirk a dagirker di 25’ê Mijdarê de li geliyê Ermûşê yê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyonekê kir. Hêzên dagirker heman rojê ji êvarê heta şevê bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombe li herêmê barandin. Liv û tevgera hêzên dagirker heta sibeha 26’ê Mijdarê dewam kir. Ji ber bombardûmana di vê operasyonê de tiştek bi hêzên me nehat.

Di daxuyaniya xwe ya 14’ê Mijdarê de me ragihandibûn ku artêşa Tirk a dagirker di 7-9’ê Mijdarê de li qada Kirê Hallac a navçeya Bazîdê ya Agiriyê dest bi operasyonê kir û me ragihandibûn ku di operasyonê de 3 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne:

Nasnav: Delîl Serhat
Nav paşnav: Halîs Ersayan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Zahîde-Îsa
Dem û cihê şehadetê: 9’ê Mijdara 2019’an / Wan

***

Nasnav: Erîş Mordem
Nav paşnav: Emren Şems
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Dîlber-Lezgîn
Dem û cihê şehadetê: 9’ê Mijdara 2019’an / Wan

***

Nasnav: Harûn Newroz
Nav paşnav: Azîz Pûlmahmût
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Pîrîze-Osman
Dem û cihê şehadetê: 9’ê Mijdara 2019’an / Wan

Her wiha di daxuyaniya xwe ya 14’ê Mijdarê de me ragihandibûn ku di 26’ê Cotmehê de li bejahiya navçeya Skenderûn a Hatayê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer qewimî û hevalekî me yê ku li dijî dijmin bi lehengî şer kir şehîd bû. Agahiyê der barê hevalê me yê şehîd bû:

Nasnav: Hawar Haware
Nav paşnav: Reşût Mûsa
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-Bav: Zekiye-Hesen
Dem û cihê şehadetê: 9’ê Mijdara 2019’an / Wan

Kurdistan di herikîna dîrokê de timî bû hedefa êrişên dagirkeriyê û gelê Kurdistanê jî li dijî van êrişan her tim nirxên xwe û xaka xwe parast. Gelê Kurdistanê li dijî van êrişan ti carî serî netewand û bi hêza xwe berxwedana xwe dewam kir û xwe gihand vê serdemê. Kesayetên leheng ên ji nava Kurdistanê afirîn, bûn parêzvanên gelê xwe û di vê oxirê de berdêlên mezin dan. Ji van lehengan Delîl, Erîş, Harûn û Hawar hêviyên azadiyê yên gelê xwe hildan ser milan û bi rengekî çalak tevlî têkoşîna li çiyayên Kurdistanê bûn. Li her devera ku lê kar kirin bi fedakariya xwe bûn hevrêyên bi mînak û ji bo jiyaneke azad di nava her şert û mercî de têkoşiyan û bûn nûnerê jiyana azad.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Delîl, Erîş, Harûn û Hawar em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya salvegera PKK’ê destpê kir

Nivîsa Pêş

Li Eyn Îsayê mayina dagirkeran teqiya: Sivîlek birîndar bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Eyn Îsayê mayina dagirkeran teqiya: Sivîlek birîndar bû

Li Eyn Îsayê mayina dagirkeran teqiya: Sivîlek birîndar bû

Li Yewnanîstanê damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin

Li Yewnanîstanê damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin

Manşet

  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.