Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirker û serdana Erdogan a Washingtonê hatin şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên bajarên Hesekê û Dirbêsiyê serdana Erdogan a Washingtonê şermezar kir û diyar kir ku tu peymanên ku hebûna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef bigirin, qebûl nakin û destnîşan kir ku serdana Erdogan a Washingtonê, nameyeke nû ya qirkirina gel e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
13/11/2019 - 15:52
di nav Çalakî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Li Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirker û serdana Erdogan a Washingtonê hatin şermezar kirin
Li Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirker û serdana Erdogan a Washingtonê hatin şermezar kirin
Li Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirker û serdana Erdogan a Washingtonê hatin şermezar kirin
Li Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirker û serdana Erdogan a Washingtonê hatin şermezar kirin
Li Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirker û serdana Erdogan a Washingtonê hatin şermezar kirin
Li Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirker û serdana Erdogan a Washingtonê hatin şermezar kirin
Li Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirker û serdana Erdogan a Washingtonê hatin şermezar kirin
Li Hesekê û Dirbêsiyê êrîşên dagirker û serdana Erdogan a Washingtonê hatin şermezar kirin
ParvekeTweet

DIRBÊSIYÊ – Bi hezaran şêniyên Dirbêsiyê meşeke girseyî ya şermezarkirina êrîşên dagirkeriya tirk û serdana Erdogan a Amerîkayê ku dê serokê Amerîkayê Trump bibine, li dar xist.

Şêniyan di meşê de pankartên “Xwîna şehîdan û qîrîna zarokên me dê lêpirsîna we bikin”, ” Em xwediyê axê ne… Erdogan dagirker e û divê bê darizandin” û “Em ê li hember her peymanek ku hebûn, rûmet , nasnameya me hedef digire, derkevin” hilgirtin.

Li aliyekî dîtir jî şêniyan wêneyên qurbaniyên bombebarana dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, alên QSD’ê, alên YPG û YPJ’ê jî hildan.

Meş ji pêş Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest pê kir û li kolanên sereke yên bajêr gerî. Piştre şêniyan di nava dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD’ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê de û şermezarkirina pêşwazîkirina Erdogan de, berê xwe da Qada Şehîdan.

Li qada şehîdan meş vegerî mîtîngê û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) endamê rêveber Mesoc Mihemed axivî û şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîr anîn.

Mihemed anî ziman ku qonaxa niha, qonaxeke dîrokî ye ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dewleta Tirk li ber xwe didin. Ew jî ji dewletên herî mezin di NATO’yê de ye. Şênî bi çekên sivik li hember topavêj û balafiran li ber xwe didin.

Mihemed serdana serokê AKP’ê Erdogan a Amerîkayê şermezar kir û îşaret pê kir ku Erdogan hewl dide peymanên nû der barê qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wek çawa li Girê Spî û Serêkaniyê kiriye, pêk bîne.

Mesoc Mihemed li dawiyê bang li dewletên cîhanê kir ku li rex QSD’ê yê ku çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê têk biriye û ji ber tevahî dewletên cîhanê ve şer kiriye, bisekinin.

Hesekê

Li bajarê Hesekê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan meşeke şermezarkirina li dijî serdana Erdogan a ji DYA’yê re li dar xist.

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê li taxa Muftî kom bûn û ber bi Navenda Çand û Hunerê ya taxa Salihiyê ve herikîn. Şêniyan alên QSD’ê û pankartên bi nivîsên” Xwîna şehîdan û qêrîna zarokên me dê lêpirsîna we bikin”, ” Em xwediyê axê ne…Erdogan dagirker e û divê bê darizandin” û “Em ê li hember her peymanek ku hebûn, rûmet , nasnameya me hedef digire, derkevin”û wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê hilda bûn.

Meş li pêş Navenda Çand û Hunerê vegerî mîtîngê û bi deqeyeke rêzigirtinê dest pê kir. Dûvre endama Kongre Star a Serêkaniyê Nalîn Mihemed axivî û wiha got: “Êrişên ku Erdogan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne bi hinceta avakirina herêma ewle ya li herêmên sînor bûn. Herêma ewle ya ku Erdogan behsa wê dike, êdî bûne herêmên kuştin, wêrankirin û pergendeyê.”

Nalîn wiha lê zêde kir: “Bi serdana Erdogan a Amerîkayê re nîşaneya erêkirina êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên me û dagirkirina wê eşkere dibe. Em gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê heta nefesa dawî li ber xwe bidin.”

Ji aliyê xwe ve jî hevserokê Meclisa kantona Hesekê Abdulxenî Oso wiha da zanîn: “Êrişên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne, îmzeya şermê ya li eniya mirovahiyê ye. Êriş bi hincetên parastina ewlehiya nîştimanî yan jî bi îdîayên vegera koçberan li warên xwe pêk hatin.”

Oso diyar kir ku tevahî binpêkirinên ewlehî yên ku li herêmê pêk dihatin, ji aliyê dewleta Tirk ve bûn. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji tevahî cîhanê re sepand ku şerê terorê dikin û bi hezaran şehîd ji bo rizgarkirina mirovahî ji terorê da.”

Oso got êdî Erdogan gefan li dewletên Ewropayê bi şandina koçberan ji dewletên wan re dixwe, da ku siyasetên dijminatiyê li dijî tevahî dewletên cîhanê pêk bîne. Ew jî piştî Erdogan xwe xiste krîzeke mezin ku nikare xwe jê rizgar bike û ji lew re dê serdana DYA’yê bike.

Her du meş bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê, şehîdan û şermezarkirina serdana Erdogan a Amerîkayê bi dawî bûn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Reqayê bi sedan ciwan beşdarî Erka Xweparastinê bûn

Nivîsa Pêş

Dîmenê êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî gundên Til Temirê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dîmenê êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî gundên Til Temirê

Dîmenê êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî gundên Til Temirê

HBDH’ê çar şoreşgerên ku li Rojava şehîd ketin bi bîr anî

HBDH'ê çar şoreşgerên ku li Rojava şehîd ketin bi bîr anî

Manşet

  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.