Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rojnivîs : Ji Sakîneyan heta bi Amara Ronahiyan, mîrateya têkoşînê

Ji gerîlayên YJA Starê Amara Ronahî di rojnivîska xwe de qala têkoşîna Sakîne Cansiz dikir.

Edîtor: Nucan Serdoz
09/01/2023 - 18:01
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Rojnivîs : Ji Sakîneyan heta bi Amara Ronahiyan, mîrateya têkoşînê
ParvekeTweet

Navenda Nûçeyan – Sara, ber û pûsûlaya her gerîlayeke jin e ku tevlî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe. Her jina ku tê serê çiya, hinek jî ji bo bibe mîna Sara, wek wê şer bike û bibe xwediya sekineke wek ya wê, xwe perwerde dike, tevlî jiyanê û şer dibe. Dema sax bû, xeyala her gerîlayeke jin bû ku wê bibîne, piştî şehadeta wê jî gerîlayên jin bi nameyên ku jê re dinivîsin di navbeyna dilê xwe û yê Sarayê de pêwendiya hevrêtiyê datînin. Şehîd Amara Ronahî ya gerîlaya YJA-Starê, dibêje ku ew bi nivîsandina nameyan ji Sakîne Cansizê re, şerê wê ji xwe re dike egera têkoşînê.

BI BAWERIYA XWE YA BI AZADIYÊ BERÊ XWE DA ÇIYAYAN 

Gamze Laçîna peyrewa Besê û Zarîfeyan ku ruhê berxwedane yê Dersimê di wan de heye, guhdariya çîrokên qehremaniyê yên Dersimê ji mezinên xwe dike. Piştî bihîstina berxwedanên destanî yên Dersimê, tundiya li ser gelê Kurd ê Elewî dibîne û ji bo fêmkirina ji kesayeta Dersimê bi rastiya Elewî, dest bi lêgerînê dike. Gamze dibe yeke bîrewer û berxwedêreke jin a ku ji bo gelê xwe şer dike. Bi awayekê çalak cih di nav xebatên ciwanan de digire. Ji bo bibe bersiv li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên îmha û qirkirinê, cih di nav gelek çalakiyan de digire. Dixwaze hesta xwe ya hilanîna tolê ji dijmin, bi çiyayan re bike yek û biryara çûyîna serê çiyayên azad dide. Sala 2011’an li eyaleta Erziromê digihîje gerîla. Sala 2022’yan di êrîşa hewayî ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd dibe.

Gerîlaya YJA STAR’ê Amara Ronahî, beriya şehîd bibe li rojnivîska xwe ev tişt nivîsîne.

“Jiyana bi Şer

Jiyana bi serhildan, qêrîn û şerekê mezin û evînê! Watedarkirina her kêliya jiyanê. Ango şer û jiyan. Şerkirina ji bo jiyanê. Şerkirina ji bo parastina jiyana pîroz. Şerkirina ji bo kenê zarokan nîvco nemîne û bikarin bi xeyalên xwe bijîn. Bi naskirina te, naskirina harbûna Mûnzûrê û heybeta Dersimê, dîtina Besê û Zarîfeyê bi te û hestkirina bi te. Wek ku Rêbertiyê gotiye; ‘’Ne mimkûn e ku mirov di jiyan û sekin û her gavê de ku tu diavêjî, Kurdistanbûn û Botanbûna Dersimê nebîne. Siûda min a ez te nas bikim nîn bû. Bi ya min ez ê cihê wê bi fêmkirina ji Rêbertiyê tije bikim. Lewre tu hevrêyeke heja ya Rêbertiyê yî. Naskirina te, naskirina jiyanê, watedarkirina jiyanê bi şer e. Jiyan û têkoşîna bi awayê Besê û Zarîfeyê bi naskirina te ye. Tu bûyî qêrîna jinan ku navê din ê têkoşînê ye. Her ku hest bi te dikim, hest pê dikim ku divê bijîm.

Tu bûyî nav û têkoşîna jinan. Hemû jin bi sekina te ya serhildêr û serbilind bûn xwedî hêrs û azweriya şerkirin û jînê. Sekna te ya jiyanê, nebêzarbûna te, nîşaneya evîn û baweriya te bi azadiyê ye. Têkoşîna te, bû rêgeza min a jiyanê. Ne bi tenê ya min, tu ji bo hemû jinan bû rêgeza jiyanê. Tu ketî nav dil û mêjiyan. Cewherê jinan ê jiyanê û jin li serê çiyayên Kurdistanê anîn ba hev. Wek şervaneke te, soz didim ku ez ê heyfa te hilînim. Û wê nifşê nû li Kurdistaneke azad bi guhdarîkirina li çîrokên qehremaniyê yên te mezin bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di Çalakiyên Bazên Zagrosê Li Çemçoyê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin

Nivîsa Pêş

Li Mexmûrê komkujiya Parîsê Bi Meşek girseyî hat şermezarkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Mexmûrê komkujiya Parîsê Bi Meşek girseyî hat şermezarkirin

Li Mexmûrê komkujiya Parîsê Bi Meşek girseyî hat şermezarkirin

ROJEVA 01’Ê ÇILEYA 2023’YAN

ROJEVA 09’Ê ÇILEYA 2023’YAN

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.