Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Civaka Koledar û Mêtingerî

Edîtor: Çekdar Amed
03/12/2022 - 0:44
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..

Dema ku pêşketina di hêzên hilberînker (üretici) de, ji bo ku jiyana xwe bidomîne bû sedem ku kesek hê zêdetir berhem bi afirîne, zemîna madî ya çêbûna civaka çînî jî pêş ket. Beşeke biçûk a di nav civakê de, bi rêbazên weke darê zorê, sextekarî û fêlbaziyê hewl da ku berhema zêde ya ku derdikeve holê bi dest bixe.

Ji ber ku di derketina meydanê ya berhema zêde de keda mirov bi roleke diyarker radibe, koledariya ku tê de mirov weke milkekî hatiye lê kirin, bû şiklê civakê yê çîndar yê destpêkê. Tiştê di koledariyê de esas ew e ku, mirov bi temamî weke mal û milk tê dîtîn. Asta dewlemendiya koledarekî, bi hejmara koleyên ku di xizmeta wî de ne dihate pîvan.

Xwediyên koleyan, ji bo ku li ser koleyên xwe çewisîn û dagirî pêk bînin û hejmara koleyên xwe zêde bikin, dewleta ku amûra zorê bû afirandin. Dewlet, ji bo ku kedxwarî were pêkanîn, amûra herî biquweta ku çînên kedxwar xwe dispêrinê ye. Cewhera esas a dewletê, ku bi qilifên cur bi cur ên îdeolojîk tê xemilandin ev e.

Rêxistinbûna eşîrî ya ku di civaka komînal a seretayî de xwe dispart girêdana xwînê, di civaka koledar de ji hev ket. Pêşketina di hêzên hilberînker de ev şiklê rêxistinbûnê weke asteng dît. Civaka çîndar û dewlet, li ser parçeyeke ax ku sînorên wê diyar e xwe bi rêxistin dike. Li ser parçeyeke axa diyar xwe birêxistinkirin, ji bo pêkanîna kedxwariyê şert e. Keda koleyan, hê zêde bi şiklê xwe bi parçeyeke axê ve girêdanê, berhema zêde diafirîne. Mirov, êdî ne bi girêdana xwînê, bi girêdana hemwelatiyê ku li parçeyeke axa diyar hatin girêdanê îfade dike, girêdayî dewletê ye.

Di bin hegomonyaya dewleta koledar de û li ser parçeyeke axa diyar “bi jihevketina rêxistinbûna eşîrî re” mirov derbasî şiklekî nû yê rêxistinbûna ku jêre gel tê gotin bûn.

Di pêvajoya gelbûnê de, tevî ku girêdanên-têkîliyên eşîrî berdewam dikirin, bi riya girêdayina-têkîliya ziman û çanda şîrîk girêdayina- têkiliya ji bo parçeyeke axa diyar jî dest bi pêşketinê kir. Di vê pêvajoyê de, sedemên girîng ên ku şexs bi axêve tên girêdan hene. Bidestpêkirina bikaranîna amûrên metal jî, axa ku ji çandiniyê re hatiye vekirin, bû amûreke girîng a hilberînê. Ax dişibe dayikek ku mirov bixwedî dike. Di navbera kevneşopiyên (gelenek) gelan, ku bêyî van nikare jiyana xwe bidomîne û jiyana bicih û warbûyî de girêdayinêntêkiliyên pir qeyim çêbûne. Dîroka gelan, bi belavbûna li ser parçeyeke axa diyar û ev dever ji xwe re kirine war dest pê kiriye. Dîroka gelek civakên ku di roja me ya îro de bi şiklê netewe birêxistin bûne, di serdema koledariyê de dema li ser axê bi cih bûne û ev dever ji xwe re kirine war dest pê kiriye. Dîroka wan a beriya vê nediyar e.

Axên herî berhemdar ên dinê kirin war, zêdebûna berhemdariya (verimlilik) keda mirov û pir zêde derketina holê ya berhema zêde, bû sedem da ku li hundir koletî pêş bikeve. Ev jî bû bingeha madîya mêtingeriya koledar. Dîroka mêtingeriyê, bi derbasbûna civaka koledar re dest pê kiriye. Çîna xwediyê kole, li şuna ku axên nû ji bo çandiniyê vebike, dest bi fetihkirina axên ku gel li ser bi cih û war bûne û kirine çavkaniyeke hilberînê ya berhemdar kir. Armanca bingehîn a fetihan ew bû ku, kesên azad bike kole û dewlemendiyên di destê wan de talan bike. Mêtingeriya koledar ku di encama fetihan de xwe gihandiye şiklekî bi sazîbûyî, hê bêhtir bû amûra esasîya kolekirina gelan. Derbasbûna koletiyê ya civakekê, li hundir çîndarî kûr kir û ji derve jî kolekirin kir armanca xwe ya esasî. Dewletê, di vê pêvajoyê de rolekediyarker lîst. Qewmê ku dewlet di nav de çêbûye, bû xwediyêhê zêdetir cih û gelên din hatin xistin bin statûyeke dîlgirtî.

Civaka koledar û mêtingeriya ku xwe dispart vê civakê, bi demê re û li gorî cih berbelav bû; ji dîroka gelan a ku gel herî zêde bi çewisandin û kedxwariyê re rû bi r û mayine ev dem e.

Koledarî ku B.Z. di salên 4000’an de li Mezopatamyaya jêr dest pê kiribû, P.Z. di sedsala IV. de bi parçebûna împaratoriya Romayê re tesîra xwe ya di dîrokê de wenda kir. Awayê hilberînê (üretim tarzı) yê koledar ku di vê pêvajoyê de li Misir, Hindistan, Çîn, hem û Mezopatamya, Anatolî, Yewnanîstan û nîvgiravên Îtalyê, hem û peravên Behra Spî bi cih bibû, her çiqas destpêkê di pêşketina amûrên hilberînê, ziman, çand û zanîstê de bi roleke girîng rabû jî, di pêvajoya belavbûnê de karektereke emperyalîst qezenç kir.

Gelan, pêşketina civaka koledar bi şiklekî bêdeng pêşwazî nekirin. Dîroka koledariyê, di heman demê de ji bo gelan dîroka têkoşînê ya azadiya xwe parastin û pêşî li xirabûna nirxên neteweyî girtinê ye. Beşeke mezin a gelên ku li dijî qewmên talanker şer kirine û hebûna xwe parastine karîne heya bi roja me ya îro werin. Di vê pêvajoyê de piraniya qebîle û eşîrên ku hakîmiyeta koledar nas nekerine û li dijî derketine, xwe sipartine çiyan û di dan domandina jiyana xwe ya serbixwe de bi ser keftine. Têkoşîna ku kole û gelên kole li dijî hegomonên koledar û nokerên bi van re dixebitin dayine, hêza tevger û guherînê ya dîroka serdema seretayî ye.

Împaratoriya Roma ku di merhaleya dawî ya civaka koledar de hatiye avakirin, sîstema çewisînê û kedxwariyê ya ku li ser gelan bisazîbûyî (kurumlaşmış) bû hê jî pêş xistiye û bûye dewleteke mêtinger a bê hempa. Emperyalîzma Romayê, ku hewl dida têkiliyên hilberîna koledar ên ku despêkiribûn li ber pêşketina hêzên hilberîne bibin asteng bi darê zorê li ser piyan bigire, di hundir de ji ber têkoşînên çînî û ji der ve jî di encama têkoşînên azadiyê yên gelan de belav bû û cihê xwe ji şiklê hilberînê yê feodal ku pêşketina hêzên hilberînê hê jî bilez dikirin re berda.

Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 03’Ê KANÛNA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Fermandariya Biryargeha NPG’ê peyameke pîrozbahiyê weşand

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
NPG’ê gerîlayên ku li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên serketî kirin bi peyamekê pîroz kir

Fermandariya Biryargeha NPG'ê peyameke pîrozbahiyê weşand

Ciwanên Ereb: Em ê li gel hêzên leşkerî xaka xwe biparêzin

Ciwanên Ereb: Em ê li gel hêzên leşkerî xaka xwe biparêzin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Zindanan a PAJK’ê: ‘Em di wê hêzê de ne ku tecrîdê Bişkînin’ 

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Helwesta ciwanên beramberî şehîden xwe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.