Enter your email Address

Cuma, Şubat 6, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Di çalakiyên gerîla de 10 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin ceza kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê diyar kir ku di 17 çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de 10 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine ceza kirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
05/10/2022 - 15:10
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG: Helîkopterek hate xistin, 12 dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di 17 çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin ceza kirin, 3 jî birîndar bûn. Çeperek jî hate îmha kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şer ev agahî da:

“Artêşa Tirk a sûcdarê şer nêzî 6 meh in bi bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî ne, çekên kîmyewî, balafirên şer, helîkopterên êrîşê, obus, hawan û tankan bi deh hezaran carî êrîş bir ser Qadên Berxwedanê. Li Qadên Berxwedanê berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker li gel êrîşên xwe yên li dijî hiqûqa şer nekarî berxwedana hêzên me bişikîne ku bi wêrekiyeke bilind û îradeya Apoyî li ber xwe didin. Artêşa Tirk a dagirker ji hêzên me yên bi taktîk û rêbaza gerîlatiya modernîteya demokratîk ên bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger derbê dixwe, giraniyê dide ser bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî. Bi vî rengî sûcên şer dike.

Di 17 çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de herî kêm 10 leşkerên Tirk ên dagirker hatin ceza kirin, 3 jî birîndar bûn. Çeperek jî hate îmha kirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 25 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 4 caran bi balafirên şer, 29 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

4’ê Cotmehê saet di 06:30, 07:00, 17:00 û 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê tîmên me yên bi tevger şeş caran bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li qada Şehîd Agir xistin. Di heman demê de saet di 10:00 û 15:20’î de du caran bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di van çalakiyan de hate tespîtkirin ku 4 dagirker hatine cezakirin.

4’ê Cotmehê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, hêzên me bi sabotajê li dagirkeran xistin ku berê xwe dabûn çeperên şer ên li Şehîd Agir. Di encamê de 2 dagirker hatin ceza kirin. 5’ê Cotmehê saet di 05:30’î de li hemberî dagirkerên ku careke din berê xwe dabûn çeperên şer çalakiya sabotajê hate kirin. Di encamê de 2 dagirker bi giranî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

4’ê Cotmehê saet di 09:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş a Xakurkê, çeperên dagirkeran bûn hedefa tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê. Di vê çalakiyê de çeperek hate rûxandin, 2 dagirker hatin ceza kirin.

4’ê Cotmehê saet di 09:30’î de dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn a li Xakurkê bû hedefa çalakiya bi çekên giran.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

3’ê Cotmehê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.

3’ê Cotmehê saet di 15:35’an li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkerên lid erdora çeperên şer xistin. Di encamê de dagirkerek birîndar bû.

4’ê Cotmehê saet di 17:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

4’ê Cotmehê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê da dagirkerek hate cezakirin.

4’ê Cotmehê saet di 20:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

4’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê çeperên şer ên li Şehîd Felat bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî 20 caran hatin bombekirin.

4’ê Cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û çeperên şer ên li Şehîd Agir ê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 5 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombe kirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

4’ê Cotmehê li Garê zeviyên Gundê Gûzê 4 caran bi balafirên şer hatin bombe kirin.

5’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê FM û Girê Amediyê 29 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombe kirin.

4’ê Cotmehê Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemço bi obus, hawan û tankan bi dehan caran hatin bombe kirin.

4’ê Cotmehê drone li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî geriya.

4’ê Cotmehê li Xakurkê qadên Goşînê, Girê Berbizinê û Hornê ji aliyê hêzên Îranê ve bi obus û hawanan hatin bombe kirin.

LI CIHÊ KU ÊRÎŞ LÊ HATE KIRIN, HÊZA ME NÎNE

Di hin saziyên çapemeniyê yên Başûrî de hate ragihandin ku 4’ê Cotmehê li navçeya Şarbajar a Silêmaniyeyê dewleta Tirk êrîşeke hewayî kiriye û hate îdîakirin ku di wesayita êrîş lê hatiye kirin 2 PKK’î hene. Li cihê ku êrîş lê hatiye kirin hêza me nîne û divê bê zanîn ku ti eleqeya xwe bi me re nîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Jinên Tîrêjên Rojê 5 wesayîtên polîsan dan ber agir

Nivîsa Pêş

ROJEVA 06’Ê COTMEHA 2022’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 01’Ê COTMEHA 2022’YAN

ROJEVA 06’Ê COTMEHA 2022’YAN

Ji bo mîhrîcana Kurdistanê ya navnetewî ya sala 1994’an

Komploya Navdewletî - 4

Manşet

  • Li Gelek Bajaran Qurbaniyên Erdhejê Hatin Bîranîn
  • Li Parîsê, Bi Pêşengiya Ciwanan, Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Meşek Hate Lidarxistin
  • Meşa Ciwanên Kurd Li Ludwigsburgê Ji Bo Rojava
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin
  • Li Stuttgartê, Endamên Ciwan Ên TCŞ Li Dijî Dagirkeriyê Afîşan Daliqandin
  • Rêxistinên Ciwanan Li Kizilayê Ji Bo Rojavayê Daxuyanî Belav Kirin
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Berlînê Ji Bo Rojava Qadan Vala Nehêlin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê konsera berxwedanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Agirê Dilê Me Berxwedan Bê Dawî Dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê 3 Şehid Hatin Oxirkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Mem û Zîn

    17 Parve kirin
    Parve Bikin 17 Tweet 0
  • Li Cenevreyê, TCŞ û Ciwanên Enternasyonalîst Ji Bo Beşdarbûna Di Meşa 7ê Sibatê De Banga Beşdarbûnê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Hevrê Hêvî Amûdê Şehîd Şû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.