Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dayîka Mihemed: Emê jî weke serokê xwe heya dawiyê li berxwe bidin

Dayîkek ji dayîkên Efrînî ku bi navê dayîka Mihemed tê nas kirin diyar kir ku ewê jî weke Rêberê xwe Rêberê Gelan Abdullah Ocalan heya dawiyê li berxwe bidin û tu carî nahêlin ku dijmin bi ser bikeve.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/09/2022 - 4:47
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
Dayîka Mihemed: Emê jî weke serokê xwe heya dawiyê li berxwe bidin
ParvekeTweet

ŞEHBA – Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên hovane li ser kantona Efrînê û pêkanîna bi dehan komkujiyan li ser sivîlan, bi hezaran malbatên niştecihên Efrînê neçar man ji warên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê. Li vê derê di pêşengtiya jinan de gelê Efrînê dest bi pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê kir.

Şêniyên Efrînê di pêngava yekemîn a Berxwedana Serdemê de destanên lehengiyê nivîsandin. Di riya berxwedanê de jinên Efrînê bûn mînak û ruxmî şert û mercên koçberbûnê jî, lê erka avakirina jiyaneke nû hilgirtin ser milên xwe û ji bo mezinkirina berxwedana heyî heya roja îro pêşengtî dikin.

Li ser vê bingehê dayîkek Efrînê ku bi navê Dayîka Mihemed tê naskirin, di temana xwe ya 60 salî de ku bi hêviya vegera li Efrînê jiyan dike ji ajansa me re axivî. Dayîka Mihemed diyar kir ku ewê tu carî gavên xwe ji berxwedanê şûnde nevêjin û ji bo vegera li Efrînê ewê bi her awayî li berxwe bidin.

‘AXA EFRÎNÊ JI BO ME TIŞTEKÎ CUDA YE’

Destpêkê dayîka Mihemed bi pêşwaziyeke germ bersiva pirsên me da û got; “Hûn bi xêrhatin, ser serê min ser çavên min. Dibêjin dema kevir ji cihê xwe biheje dibe çil perçe. Em jî dema ku ji Efrînê dihatin, em nizanibûn, bê ka em ber bi kuderê ve diçin, em ji ber ku tanb û bombebaranên zêde derketin. Em bi kêfa xwe ji Efrînê dernektine, Efrîn ji bo me weke bihuştekê bû. Heya niha jî em li vê derê bi hêviya vegera li Efrînê jiyan dikin, axa Efrînê ji bo me cuda ye. Ên direvin ji xwe ew diçin, û yên ku dimînin jî heya dawiyê li berxwe didin. Em kesên ku li vê derê mane, em bi gel, şehîd, serok û hevalên xwe ve girêdayî ne.”

‘HEYA KURDEK SER LINGAN BIMÎNE, EW NIKARIN ME TUNE BIKIN’

Dayîka Mihemed destnîşan kir ku armanca wan ji van êrîşan, zindîkirina xeyalên Osmaniyane û wiha axaftina xwe anî ser ziman; “Dixwazin dîsa dema Mistefa Kemal bidin jiyan kirin, ev dem ne ew dema beriyê ye ku karbin bi hêsanî bikin. Ew xeyalê wan hîna mêjiya wan ya dema borî ye. Digotin Kurdek li kuderê be em li pey wî ne. Ev dem wê demê re çûye. Niha jî dem hatiye, bûye dema me, serkeftin ya me ye. Heya Kurdek li ser lingê xwe bimîne, wê stiriyan di çavên wan bikin.”

‘EMÊ JÎ WEKE SEROKÊ XWE HEYA DAWIYÊ LI BERXWE BIDIN’

Her tişt bi hêviya vegera li Efrînê ye; “Ji bo em vegerin Efrînê, emê heya dawiyê berxwe bidin, emê hertim bi xeta şehîdên xwe ve girêdayî bimînin. Çi dibe bila bibe, soza me bi vê rengî ye, her Efrîniyek li ser lingê xwe bimîne, ewê ji bo vegera Efrînê li berxwe bide. Ji bo me germa serma ne pirsgirêke, ji ber ku ya em dikin navê wê berxwedan e. Çawa serokê me di nava çar dîwaran de berxwe dide, emê jî wisa bikin, ji ber ku em li pey serok û şehîdên xwe ne. Heya dawiyê em hene, ji ber ku me felsefeya Serok Apo dîtiye.”

‘NIHA YA KU JI ME TÊ XWASTIN TENÊ BERXWEDAN E’

Dayîka Mihemed diyar kir ku ewê weke gel hertim ji 7 salî heya 70’ê salî di nava çalakiyan de bin; “Bi sedan dayîkên Efrînê weke min hene, ew jî dibêjin, heya Efrîn rizgar nebe em ji vê derê dernakevin, kengî ji me re talîmat hat got derbikevin, emê wê demê derbikevin. Em însanên salên 90’î ne, em însanên nû nînin, şert û merc çibe, emê li berxwe bidin, ji ber ku ev ji me tê xwastin. Emê tu carî jî nehêlbin ku Erdoxan xwasteka xwe pêk bîne. Em ji 7 salî heya 70’ê salê hetim di nava çalakiyan de ne.”

‘EM TENÊ MIRINA BI ŞEREF Û RÛMET JI BO XWE QEBÛL DIKIN’

Herî dawî jî dayîka çeleng ya Efrînî got ger dema mirov dimire bila mirina wî bi şeref be; “Dewleta Tirk ewqas komkujiyan bi serê me de tîne, nexwaşiyên ku berê min negirtibûn jî bi xwe re anî. Ev zalim û xayînan çi ji me dixwazin, ewqas êrîşan bi ser me de tînin ?. Ma dema em ji Efrînê derketin, me dizanîbû em diçin kuderê ? Na me nizanîbû, lê li Efrînê bi zorê em derxistin, wê ji vê derê nikaribe me derbixe. Em ji tang û topên wan tu carî natirsin, emê heya dawiyê li berxwe bidin. Gotinek heya dibêje temenê 10 naçe ya 9. Ji bo me jî wisa ye, me çiqas berxwedanî da, divê em hîn mezintir bikin. Ji ber ku mirin carekê ye, bila ew mirina ku ji bo me tê jî, mirineke bi şeref û rûmet be.”

 

 

NC// Ehmed Hesen

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Dêrîkê di her alî de xebatên perwerdê dane destpêkirin

Nivîsa Pêş

Ji bo çûyîna Îmraliyê ji 22 welatan nameyek wezareta Tirk re hate şandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji bo çûyîna Îmraliyê ji 22 welatan nameyek wezareta Tirk re hate şandin

Ji bo çûyîna Îmraliyê ji 22 welatan nameyek wezareta Tirk re hate şandin

Ji her cureyî çekên kîmyawî li dijî gerîla tê bikaranîn

Ji her cureyî çekên kîmyawî li dijî gerîla tê bikaranîn

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.