Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN: Di çalakiya tîmên bi tevger de 7 dagirker hatin ceza kirin

Di çalakiyên tîmên bi tevger de 7 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 leşker jî birîndar bûn. Dagirker ji bo ku berxwedana gerîla bişkînin bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî êrîş dikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
26/08/2022 - 15:15
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
LEZGÎN – HPG: 22 dagirker hatin cezakirin, 3 helîkopter hatin derbkirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – HPG’ê ragihand, “Pêkhatina bi bandor a gerîlatiya modernîteya demokratîk a hêzên me, bikaranîna bi hostatî ya taktîkên dewlemend ên gerîla û derbe li dagirkeran xistin, nehiştiye ku artêşa Tirk bigihêje armancên xwe. Ji bo şikandina berxwedana hêzên me yên li Qadên Berxwedanê, artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên nukleerî yên taktîkî êrîş dike, çekên kîmyewî yên bi reng û bêhnên cuda bi kar tîne û bi pêxistina agirên ku dûmana jehrê derdixîne, hewl da dûmanê bixe nava tunelên şer. Artêşa Tirk a ku bi van hemûyan nekarî encamê bigire, bi kepçeyan û cûreyên wê yên beran dişkîne hewl dide tunelên şer îmha bike û bi vî rengî li qadê bi cih bibe û berxwedana hêzên me bişkîne. Artêşa Tirk a dagirker; 46 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî, 18 caran bi helîkopterên êrîşê, 10 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombebaran kiriye.

Tîmên me yên bi tevger jî, ji Botanê heta Zap û Metînayê nehiştin dagirker bêhna xwe bistînin û derbên giran li dagirkeran dan. Di van çalakiyên ku hatin kirin de 7 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakî û detayên êrîşan ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Egîdên Botanê ya Şehîd Diljîn–Şehîd Şervan Erkendî de;

18’ê Tîrmehê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê li herêma Kato Xelîla ya navçeya Şaxê ya Wanê li dijî dagirkeran çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Dewleta Tirk a dagirker diyar kir ku di vê çalakiyê de 1 mirî û 1 birîndarên wan heye. Lê weke her carê ew windahiyên xwe vedişêre. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û kontrayek jî birîndar bû. Ev çalakî ji bo silavkirina berxwedana hevalên me yên li çeperên şer û tunelan hatiye lidarxistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Artêşa Tirk a dagirker bi mehan e hewl dide li lûtkeya Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi cih bibe. Artêşa Tirk a ji hewayê nikare hêzên xwe li vir bi cih bike, hewl dide ji aliyê bejayî ve bi pêş ve biçe û bi cih bibe. Ev dagirker 25’ê Tebaxê danê sibê ji aliyê tîmên me yên tevger ve hatin hedefgirtin û bi çalakiyên koordînekirî yên gerîlayan derbên giran li wan xistin. Baskê yekem ê çalakiyê; bi çekên giran li dagirkeran xistin, 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Baskê duyemîn ê çalakiyê; bi awayeke hemwext bi taktîka sûîqestê dagirker hedef girtin û li wan dan, li wir 1 dagirker hate cezakirin.

Şeva 25’ê Tebaxê helîkopterên êrîşê yên ku dixwestin Qada Berxwedanê ya Çemço bombebaran bikin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin hedefgirtin û li wan hat xistin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopterên êrîşê neçar man ji herêmê derkevin.

Roja 25’ê Tebaxê saet 12:30’î tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Çemço dan û derb li wan xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 25’ê Tebaxê saet 11.00’an de qereqola Kanî Masî ya li Metîna ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi çekên giran hate derbkirin.

Di êvara 25’ê Tebaxê de, dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî bombebaran bikin, bi çekên ferdî hatin hedefgirtin û hatin derbkirin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di 18’ê Tebaxê de ji herêma Metîna ku hêzên PDK’ê lê bi cih bûne, xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Piling ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ve pêş bikevin û ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Piştî destwerdana hêzên me, leşkerên artêşa Tirk a dagirker gavekê ji vê qadê paşde vekişiyan. Di navbera 21 û 25’ê Tebaxê de herêma Şehîd Piling a li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî ku hêzên me lê ne, ji aliyê hêzên PDK’ê ve bi çekên giran hate hedefgirtin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî;

Artêşa Tirk a dagirker ku nikare berxwedana dîrokî ya hevrêyên me yên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bişkîne, bi her cure û rêbazên dijmirovahî û bi çekên qedexe êrîş dike. Hewl hat dayîn bi kepçeyan çeperên şer birûxînin. Di 19 û 20’ê Tebaxê de 17 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê bombebaran kir. Di heman demê de, dagirkeran 4 caran li ber çeperên şer çekên kîmyewî bikar anîn û 4 caran agir pêxistin û berê dûmana jehrîn dan tûnelên şer.

Di 25’ê Tebaxê de dagirkeran du caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî êrîş birin ser tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê. Dûvre hewl da ku tunelên şer bi kepçe hilweşîne.

Di 25’ê Tebaxê de dagirkerên ku li hemberî berxwedana hêzên me yên li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara û Karker bêçare maye, bi kepçeyan hewl didin tunelên şer hilweşînin û li qada Berxwedanê bi cih bibin.

Di 25’ê Tebaxê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Amediyê û Sacayê 12 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 25’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker piştî ku 7 caran bi bombeyên nukleerî yên taktîk çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran kir, çekên kîmyewî bikar anîn. Çekên kîmyewî yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatin bikaranîn; Hat tesbîtkirin ku rengê wan sor, qehweyî, spî û gewr e û bêhna klorê derdixin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, çekên giran, helîkopter û balafirên şer;

Di 25’ê Tebaxê de li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM’ê tevgera balafirên keşfê hate dîtin.

Di 25’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediye, Girê FM, Werxelê û Çemço 18 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 25’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Çemço û Sîda 10 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 25’ê Tebaxê de Qadên Berxwedanê yên Çemço bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di girtîgehan de li kêlekî îşkenceyan sîxûrî li girtiyan tê ferz kirin

Nivîsa Pêş

Zuhêr Mihemed ê ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bibû şehîd ket

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Zuhêr Mihemed ê ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bibû şehîd ket

Zuhêr Mihemed ê ku di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bibû şehîd ket

Girtiyên Behdînanê rewşa wan xeter e

Ji ber daxwaza azadiya girtiyên Behdînanê kir hate girtin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.