Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

‘Serhildan û berxwedaneke topyekûn wê derba dawî li çeteya faşîst a AKP-MHP’ê bixe’

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê bi daxuyaniyekê bang kirin û gotin; ""Serhildan û berxwedaneke topyekûn wê hem derba dawî li çeteya faşîst a AKP-MHP'ê bixe û hilweşîne, hem jî bibe gaveke mezin ji bo xwedîderketina li hevrêyên li zindanan li ber xwe didin."

Edîtor: Nucan Serdoz
24/08/2022 - 14:35
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
‘Serhildan û berxwedaneke topyekûn wê derba dawî li çeteya faşîst a AKP-MHP’ê bixe’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û bal kişand ser hovîtî û kuştina girtiyan li girtîgehan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di serî de berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana bêeman-bênavber a gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê û Şervaniya Rûmetê ya li zindanan, çeteya AKP-MHP’ê tengav dike ku rêxistiniya faşîst a NATO’yê ya li Kurdistanê ye. Rejîma faşîst a ku tengav bûye, ji bo xwe ji vê hilweşînê rizgar bike, bêhtir êrîşkar bûye û êrîşî gelê Kurd û gelên herêmê dike. Rejîma AKP-MHP’ê ya mêtinger-dagirker û faşîst ku qirkirina fîzîkî û çandî ya Kurdan ji xwe re kiriye armanc, ji bo vê armanca xwe pêk bîne hemû nirxên mirovahiyê binpê dike, ji zarokan heta bi ciwanan, ji jinan heta bi extiyaran, ji xwezayê heta bi çandê bi temamî dixwaze Kurdan îmha bike. Tecrîda giran û êşkenceya li Rêber Apo tê ikrin, astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re, bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ên li dijî gerîla, hovîtiya li cenazeyên şehîdan û goristanan tê kirin, zext û zordariya li ser gel a jib o tepisandinê, bêrûmetiya teslîmiyetê ya li zindanan tê ferzkirin, êşkence û îzolasyon, talankirina xwezaya Kurdistanê rûyê rast ê çeteya AKP-MHP’ê ya faşîst radixe pêş çavan.”

‘FERMANÊN MIRINÊ YÊN SAZIYA TIPA EDLÎ’

Denîz Kaya diyar kir, ku rêxistina çete ya AKP-MHP a faşîst ku ji aliyê çandî, civakî, siyasî û leşkerî ve têk çûye, ji ber ku xwe li têkçûnê ranagire mîna li her qadê li zindanan jî polîtîkayên hovane dimeşîne û wiha dewam kir, “Ji bo vê jî her rê û rêbazê dixe dewrê. Ji bo vê jî çeteyên faşîst-nijadperest ên di bin sîwana Wezareta Edaletê de hatine perwerdekirin û dûrî ji edaletê ye, rêveberiyên girtîgehan ava dike û bi rêya van rêbazan êrîşî şoreşgeran dike. Asta êrîşê ne tenê li nava girtîgehan dimîne, her wiha nexweşxane jî weke amûrek ji şerê taybet tê bikaranîn û tedawiya şoreşgeran bi bêrûmetiya tê ferzkirin tê astengkirin. Her wiha saziya jê re Saziya Tipa Edlî tê gotin, li gorî fermanên ji qesrê werdigire, ji bo şoreşgerên bi nexweşiya giran ku rapora ‘nabe li girtîgehê bêne hiştin’ heye, rapora ‘dikare bimînin’ fermana mirinê dide û dibe şirîkê vî sûcê hovane.

‘DI NAVA 5 ROJAN DE 3 HEVRÊYÊN ME BI PLAN HATIN QETIL KIRIN’

Di nava sala 2022’an de gelek hevrêyên me ji ber kiryarên hovane yên çeteya AKP-MHP’ê ya faşîst şehîd bûn. Herî dawî 14’ê Tebaxê li Girtîgeha Hejmara 1’ê ya li Xarpêtê Îbrahîm Yildirim, 15’ê Tebaxê li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê Mehmet Candemîr û 18’ê Tebaxê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê Bazo Yilmaz hatin qetilkirin. Di nava 5 rojan de 3 hevrêyên me ji aliyê çeteya AKP-MHP a faşîst ve bi zanebûn û bi plan hatin qetilkirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berpirsyarên bingehîn ên van komkujiyan; çeteya faşîst a AKP-MHP, Wezareta Edaletê, Saziya Tipa Edlî, hevkarên çeteya AKP-MHP’ê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT ne.

‘DIVÊ HESAB BÊ PIRSÎN’

Denîz Kaya diyar kir ku di serî de malbatên girtiyan divê hêzên şoreşger-demokrat-sosyalîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê li ber vê hovîtiyê bêdeng nemînin, li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî hesab ji berpirsyaran bipirsin û rola xwe ya dîrokî-civakî pêk bînin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Serhildan û berxwedaneke topyekûn wê hem derba dawî li çeteya faşîst a AKP-MHP’ê bixe û hilweşîne, hem jî bibe gaveke mezin ji bo xwedîderketina li hevrêyên li zindanan li ber xwe didin. Êdî her kes zane ku sîstema tecrîd û êşkenceyê destpêkê li Îmraliyê kete meriyetê û li tevahiya civakê hate belavkirin. Em bang li gelê xwe yê bi rûmet û sazî, hêzên şoreşger-sosyalîst-demokrat dikin ku ji bo bidawîanîna li vê hovîtiya li zindanan, bi dengekî bilind li ber êşkence û tecrîda li ser Rêber Apo rabin û li her qadê têkoşînê geş bikin.”

‘BI RÛMETDARÎ LI BERXWEDAN, TESLÎM NEBÛN’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevrêyên me Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz li dijî tecrîd û êşkenceya grian a li zindanan, li gel nexweşiyên xwe yên fîzîkî jî bi rûmetî li ber xwe dan û teslîmî rêxistina çete ya faşîst a AKP-MHP’ê nebûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta serketinê ya şehîdan meşa têkoşîna bi rûmet dewam bikin. Di şexsê hevrêyên xwe Îbrahîm, Mehmet û Bazo de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêz û minet bi bîr tînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Tîma Bersivdanê ya YPS-JIN li Colemêrgê nokerek ceza kirin

Nivîsa Pêş

YJA STAR’ê tola şehîd Bêrîvan Zîlan rakir – 17 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
YJA STAR’ê tola şehîd Bêrîvan Zîlan rakir – 17 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

YJA STAR'ê tola şehîd Bêrîvan Zîlan rakir - 17 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

Dewleta Tirk li hember dayîka Emîne neçare – Hewildana êrişê

Malbata Şenyaşar ji Erdoxan re peyamê xwe da: Em ne di heman keştiyê de ne

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.