Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Girtî afirîner û mîrasdarên xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ne

"Girtiyên siyasî rûmeta civakê ne. Ew mirovên bi rûmet in ku ji bo azadiyê hatine dîlgirtin. Ji ber vê jî gel ji wan re dibêje ‘Girtiyên azadiyê’. Di warê fîzîkî de azadiya wan ji destê wan hatiye stendin lê di rastiyê de ew mirovên herî azad in.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
16/04/2022 - 9:06
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê êşkenceya li ser girtiyên siyasî ya ku li girtîgehên dewleta Tirk tê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

ZINDAN BÛNE CIHÊN MIRINÊ

Dewleta Tirk a mêtinger û qirker û desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê hemû kesên bi doza mafdar a gelê Kurd re ne û ji bo demokrasiyê têdikoşin, dixe zindanan. Dewleta Tirk qîma xwe bi vî tiştî nayne û bi ser de li ser girtiyan zextan dike û êrişî girtiyan dike. Êrişên ku dewleta Tirk dibe ser girtiyan zêde bûye û êdî girtî tên qetilkirin. Zindan bûne cihên êşkence û mirinê. Malbatên girtiyan bi çalakiyên xwe hewl didin balê bikişînin ser zext û êrişên li ser girtiyan û diyar dikin ku rewşa li girtîgehan giran û krîtîk e. Bi vê mebestê malbaten girtiyan li gelek cihan helwesta xwe nîşan didin û çalakiyan li dar dixin.

JI QIRKIRINA GELÊ KURD EV ÊRÎŞ TÊN KIRIN

Ev êrişên ku dibin sedema qetilkirina girtiyan karakterê dewleta Tirk a qirker û mêtinger û ya AKP û MHP’ê nîşan dide. Ji ber ku dewleta Tirk li ser dijminiya Kurdan hatiye avakirin, tekane hedef û armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd e. Desthilatdariya AKP û MHP’ê karakterê dewletê ya ku dijminatiya gelê Kurd dike, bi polîtîkayên li hemberî gelê Kurd, ev êriş derxistiye lûtkeyê. Bi desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê feraseta înkar û îmhayê ya li Tirkiyeyê kûrtir bûye. Bi tenê tiştên ku AKP û MHP’ê li hemberî girtiyan dike jî feraseta dijminatiya li hemberî Kurdan û înkar û îmhayê ya ku dewlet dike, derdikeve holê.Girtiyên siyasî li zindanan tên qetilkirin û melayên fermî yên dewletê jî nimêja cenaze ya li ser girtiyan nakin. Çi bibe û kesên mirî kî bin jî nabe, yek ji tişta ji bo dîn û exlaqê mirovayetiyê ev e ku divê nimêja li ser cenaze were kirin. Lê dema ku mesele tê ser Kurdan dewlet vî tiştî jî asteng dike. Berê jî destûr nehatibû dayîn ku cenazeyê dayika Aysel Tûglûk were veşartin, êrişî goristan û cenaze hatibû kirin. A niha jî dixwazin Aysel Tûglûk di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide. Garîbe Gezer jî ji ber êşkence û êrişên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dabû. Li girtîgeha Sîlivriyê jî girtî bi êşkenceyê tên kuştin û îddîa dikin ku girtiyan ji ber krîza dil an jî xwekuştinê jiyana xwe ji dest dane.Ev tişt ne rast e û encama polîtîkaya dewleta Tirk, AKP û MHP’ê ya ji bo qirkirina gelê Kurd e. Ji ber ku gelê Kurd teslîmî mêtingeriyê nabe û di doza azadiyê de israr dikin, faşîzma AKP û MHP’ê tolê ji Kurdan distîne. Çi kesên ku dibêjin ez Kurd im û têdikoşe, dixin zindan û tiştên dûrî wijdan û pîvana mirovayetiyê dikin.

RÊVEBERIYÊN GIRTÎGEHÊ BÛNE TORÊN ÇETE Û KUJERAN

Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan di serî de rêveberiyên girtîgehan bûne torên çete û kujeran ên ku polîtîkayên îmhakirinê ya faşîzma AKP û MHP’ê pêk tînin. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan tekane armanca wê ev ku wê çawa girtiyan ji doza wan dûr bixîne û kesên li dijî vî tiştî çawa tasfiye bike. Ev feraset berhema dijminatiya li hemberî gelê Kurdan e ku dewleta Tirk, AKP û MHP’ê dike.

GIRTÎ RÛMETA CIVAKÊ NE

Girtiyan ji ber ku îradeeya xwe teslîm nekirine û li hemberî teslîmiyetê li ber xwe didin, li ser wan zext, tecrîd û êşkence tê kirin. Ev qas zext û êriş nîşan dide ku girtî di nav berxwedaneke mezin de ne. Girtiyên siyasî rûmeta civakê ne. Ew mirovên bi rûmet in ku ji bo azadiyê hatine dîlgirtin. Ji ber vê jî gel ji wan re dibêje ‘Girtiyên azadiyê’. Di warê fîzîkî de azadiya wan ji destê wan hatiye stendin lê di rastiyê de ew mirovên herî azad in.”

AVAKARÊN XETA BERXWEDANÊ YA 14’Ê TÎRMEHÊ NE

Dewleta Tirk a mêtinger qirker û faşîzma AKP-MHP’ê bi zextan û êrîşan wisa zanin ku wê çokê li ber girtiyan dane erdê. Ev şaştiyeke pir mezin e. Girtî wê li ber mêtinger û faşîzma AKP-MHP’ê qet teslîm nebin. Faşîzma 12’ê Îlonê jî wer zanîn ku wê bi êşkence û qetlîaman vîna girtiyan bişkînin, girtiyan ji doza wan dûr bixin, wan bê îtibar bikin û bi komî berdin nava gel û wisa doza gel bişkînin. Girtiyan berxwedanek û vîneke bêhempa raber kirin, faşîzma 12’ê Îlonê serobin kirin. Niha jî faşîzma AKP-MHP’ê jî bi pêkanînên cihê yên 12’ê Îlonê dixwazin vîna girtiyan bişkînin, girtiyan teslîm bigirin. Li gel zext û tecrîdê bi gefan dixwazin wisa biçin serketinê. Ji bo yên 20 sal, 30 sal ceza hatî birîn û cezayên wan qediyayî bi gefa wê cezayên nû li ser wan bisepînin, wana li girtîgehê bihêlin, wisa zanin ku bi vê rengî ser bikevin. AKP-MHP qet nikare xwe bigihîne vê. Girtî wê du qatî cezayê lê hatî birîn, razê lê teslîm nabe, ji doza xwe venagere. Ji ber ku ew avakarên xeta berxwedana 14’ê Tîrmehê û mîrasdarê wê ne. Girtiyên Azadiyê bi tehdît û jantajan, bi zext û êşkenceyê teslîm nabin.

MALBATÊN GIRTIYAN TENÊ NEHÊLIN

Divê li ber êrîşên li ser malbatên girtiyan, malbat bi tenê neyê hiştin. Gelê me yê welatparêz û dostên me divê zêdetir helwesta xwe raber bikin, çalakiyên malbatên girtiyan dayî destpêkirin mezintir bikin. Girtiyan ji bo doza azadiya gel têkoşîn kir, ji bo vê hatine dîlgirtin. Xwedîderketina li wan, erka herî bingehîn a welatparêzî û mirovahiyê ye. Malbatên girtiyan li gelek deveran helwesta xwe raber dikin, çalakiyan pêş dixin. Ji bo vê zexta li ser girtiyan bê şikandin û dawîkirin divê hemû civak li gel malbatên girtiyan cih bigire. Di demekê de li zindanan darbest derdikevin, divê civak jiyana xwe bi asayî neborîne, divê hemû civak rabe ser xwe û bi malbatên girtiyan re di nava piştevaniyê de bin, helwesta xwe nîşan bide. Divê têkoşîna girtî û malbatên wan bi tenê neyê hiştin.

BANGA HESTYARIYÊ

Her kesê li dijî AKP-MHP’ê li dijî qetilkirina girtî û pêkanînên li ser zindanan divê bêdeng nemîne. Bi gotina ku AKP-MHP faşîst e, li ber pêkanînên wê deng dernexistin, nakokiyek mezin e. Divê tavilê ji vê nakokiyê xwe rizgar bikin. Li dijî pêkanînên faşîzmê derketin, li dijî faşîzmê bûne. Berovajî vê cihgirtina li gel faşîzma AKP-MHP’ê ye. Divê bê zanîn ku civak vê dibîne û dişopîne. Pîvana demokratîkbûn, li ber zilm û neheqiyê derketin, divê cih li gel mirovên ji ber li dijî neheqî û zilmê derketine hatine dîlgirtin bigire.
Bang li raya giştî ya demokratîk jî dikin ku li ber vê rewşê hê zêdetir hestyar tevbigere. Divê raya giştî ya demokratîk li dijî pêkanînên faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser girtiyan, bêdeng nemîne, bibe şopdar û hevkarê girtiyan. Desthilata AKP-MHP’ê, hişmendî û pêkanîna wê ya faşîzan û qirker Tirkiye ber bi çerxek tarî ve dibe. Divê her kes li ber pêkanînên faşîzan ên AKP-MHP’ê rabe, helwest nîşan bide û xwedî li girtiyan derkeve.

 WÊ VÎNA GIRTIYAN BI SER BIKEVE

Faşîzma AKP-MHP’ê bi êrîş û zextên li ser gitiyan ên li zindanan, rê li ber hêrs û kîneke mezin a gelê Kurd vedike. Bi vê hêrsê re wê têkoşîna azadiyê hê zêdetir mezin bibe û wê bigihêje armancên xwe, wê mêtinger û faşîzmê hilweşîne. Çawa ku faşîzma 12’ê Îlonê rê li ber hêrsa gel vekir û têkoşîn mezin kir û pêş xist, îro jî pêkanînên faşîzma AKP-MHP’ê ya li zindanan rê li ber hêrsa gel vekir û wê encamên mezin bi xwe re bîne. Wê rê li ber hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê veke, hesreta azadiyê ya mezin a gel veke. Tevger û gelê me wê ji faşîst û êrîşên der mirovî yên li ser girtiyan hesab bixwaze. Em tevgera Azadî girtî û berxwedana wan a mezin silav dikin, rêz nîşan didin. Wê têkoşîna rûmetê û vîna girtiyan bi ser bikeve, hişmendiya faşîzan wê têk biçe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Kamûran Berwarî : Bê hebûna PKK’ê tu projeya çareseriyê li Rojhilata Navîn bi ser nakeve

Nivîsa Pêş

Li ser Mexmûrê çi dibe – Balafira keşfê li ser asîmana digere!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Balafirên kefşê yên dagirkeriya Tirk li asîmanê Dêrikê digerin

Li ser Mexmûrê çi dibe - Balafira keşfê li ser asîmana digere!

Gerîlayên azadiyê: Em ê dijminê faşîst ji van xakan derxînin

Gerîlayên azadiyê: Em ê dijminê faşîst ji van xakan derxînin

Manşet

  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.