Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dûran Kalkan: Divê ciwan ne li bendê bin, divê ew beşa herî qels a faşîzmê bigirin û lêxin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li dijî terora faşîst a AKP-MHP'ê bal kişand ser pêwîstiya bi tundiya şoreşgerî û got, "Bi berxwedana topyekûn em dikarin têk bibin. Divê her rêbaz bê bikaranîn. Dubare dikim; her rêbaz."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
14/09/2021 - 12:18
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Dûran Kalkan: Divê ciwan ne li bendê bin, divê ew beşa herî qels a faşîzmê bigirin û lêxin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû.

Kalkan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Faşîzma AKP-MHP’ê li gel hişyarî, hewldan û têkoşînê jî tecrîda girankirî, êşkenceya li Îmraliyê dewam dike.”

Kalkan destnîşan kir ku li dijî vê yekê divê ew hîn bêhtir têbikoşin û got, “Ev yek tenê bi têkoşînê dikare ji holê bê rakirin. Divê mirov ne li benda tiştekî cuda bin. Bendewarî ya herî xerab e. Li şûna bendewariyê divê her kes li cihê lê ye, bi defetên xwe li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşe. Ev girîng e.”

‘LI DIJÎ TERORA FAŞÎST PÊWÎSTIYA BI TUNDIYA ŞOREŞGER’

Di dewama axaftina xwe de Dûran Kalkan bal kişand ser kiryarên rejîma AKP-MHP’ê û got, “Eger desthilatdariya AKP-MHP’ê dîktatoriyeke faşîst be, wê demê çawa ku li dijî dîktatoriyên faşîst têkoşîn hatiye meşandin, li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê jî divê bi wî rengî têkoşîn bê meşandin. Li dijî faşîzma Hîtler, Saddam û Franço bi çi rengî têkoşîn hatibe kirin, li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê jî divê bi wî rengî têkoşîn bê kirin. Tu yê şerê antî faşîst bimeşîne. Belê, têkoşîn tê gotin, bi vî rengî nabin yek. Di têkoşînê de gelek lawazî hene. Parçe ye, bêbandor e. Berxwedana antî faşîst weke şerekî şoreşger, şerê gle ê şoreşger nayê dîtin. Bêguman hêzên ku şer dikin hene.”

Kalkan diyar kir ku divê nêzîkatiyên xumamî bêne terikandin û got, “Eger AKP-MHP dîktatoriyeke faşîst e, hingî ev dîktatorî terora faşîst li her derê dimeşîne. Li her devera Tirkiyeyê terora faşîst dike, li Kurdistanê terora faşîst qirker dimeşîne, komkujiyan dike. Bi rêya vê terorê gefê li tevahiya mirovahiyê dixwe.

Wê demê li dijî vê terora faşîst çi pêwîst e? Tundiya şoreşgerî pêwîst e, şerê şoreşgerî pêwîst e, şerê antî faşîst pêwîst e, divê artêşên demokrasiyê bêne avakirin û şer bê kirin. Di navenda têkoşîna dijî faşîzmê de divê şer hebe. Hêzên ku şer dikin divê piştgirî ji wan re bê dayin. Tu çawa têdikoşe bi wî rengî bike, lê belê piştgiriyê bide hêzên ku şer dikin. Yên ku dikarin şer bikin divê tevlî şer bibin. Di vê mijarê de divê em stratejiya xwe, taktîkên xwe rast diyar bikin. Faşîzm bi berxwedaneke topyekûn dikare bê hilweşandin. Ji ber ku faşîzm êrişeke topyekûn e. Her kes divê li cihê lê ye li ber xwe bide. Her çeper divê bê bikaranîn. Li dijî faşîzmê di têkoşînê de divê her derfet bê bikaranîn. Bi her rêbazên divê li her derê têkoşîn bê meşandin. Her kes divê têbikoşe. Ev hemû hêja ne, girîng e, bi wate ne. Bi yekîtiyê divê were kirin û divê neyê jibîrkirin ya faşîzmê hilweşîne şerekî şoreşgerî ye. Yanî şerê gelan e. Pêkanîna tundiya şoreşgerî ye. Şerekî şoreşgerî ye ku terora faşîst, komkujiyên faşîst bişikîne, pêşî li êrişkariyê bigire, tola wan hilîne, qad bi qat bersivê bide. Tiştekî cuda nîne. Wê demê divê mirov şer bike. Bi taybetî ciwanên ku dikarin vî karî bikin, ciwanên Kurd, ciwanên Tirkiyeyê divê vê bikin. Yanî divê xwedî li şerê şoreşgerî derkevin, xwedî li şervanan derkevin, propagandaya vî şerî bikin. Divê her kes bibîne û qebûl bike ku yê serketinê misoger bike ev şerê şoreşgerî ye û xwedî li pêşengên vê têkoşînê derkevin, piştevaniya wan bê kirin.

‘HEW MAYE ÇEKA NUKLEERÊ BI KAR BÎNIN’

Çeka kîmyewî bi kar tînin, hew maye çeka nukleerê bi kar bînin. Sûcên şer dikin. Dagirkerî heye, komkujî heye, lînçê dikin. Êrişî goristanan dikin. Kes zêde li ber vê êrişkariyê ranabe. Rewşeke welê heye ku mîna ku dibêje ‘Du hêz şer dikin, bihêlin bila çer bikin, em çi bikin’. Nêzîkatiyeke welê heye ku dibêjin ‘Divê êrişî sivîlan nekin, divê êrişî gerîla bike’. Bi vî rengî piştgirî ji gerîla re nayê dayin. Hêzê şoreşger, şervanên azadiyê, şervanên antî faşîst piştgiriyeke têrker nabînin. Bi têrkerî xwedî li wan nayê derketin, bi tenê têne hiştin. Dijmin hîn bêhtir êriş dike. Bi vî rengî nabe, divê bi vî rengî nebe. Divê em vê nêzîkatiyê rast bikin.

Belê divê bi her awayî berxwedana antîfaşîst hebe. Pîroz e, girîng e, bi wate ye. Divê em xwedî li hemûyan derkevin, lê hemû jî bi heman bandorê nîne. Hinek heye ku pêşeng e, şerê pêşeng e. Şer nebe kes nikare li ber xwe bide. Eger niha ne ji berxwedana lehengî ya gerîlayên HPG û YJA Starê be, kes nikare li hemberî faşîzmê gotinekê jî bêje. Nikare derkeve kolanan jî, nikare bimeşe jî. Nikare dirûşmê jî biqîre. Nikare armancekê jî deyne ber xwe, ev yek rastiyeke. Eger ev hemû dibe, yê ku van hemûyan diafirîne, şerê li ser vê xeta lehengiyê ye.

‘BERXWEDANA ANTÎ FAŞÎST WÊ TEQEZ FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê HILWEŞÎNE’

Ev xet xeta berxwedana zindanan a 1982’an e. Ev xet xeta pêngava 15’ê Tebaxê ye. Çawa ku bi berxwedana zindanan, bi pêngava 15’ê Tebaxê darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hate hilweşandin û têkbirin, niha jî berxwedana gerîla ya li ser vê xeta lehengiyê, berxwedana antî faşîst a li dora vê xetê dibe yek wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne. Divê mirov bi rengekî topyekûn li ber xwe bide. Berê her kesî bide berxwedanê. Berxwedana herî pîroz û pêşeng berxwedana gerîla ye, berxwedana li çiyê û bajaran e. Ew berdêlê didin pêş çavên xwe. Her roj şehîdan didin. Derba kuştinê li dijmin dixin. Hêviyê mezin dikin.”

Kalkan bi taybetî bang li ciwanan kir ku berê xwe bidin çiyayê azad ji bo xurtkirina gerîla û divê ji bo têkoşînê li benda tiştekî nemînin.

Dûran Kalkan destnîşan kir ku bi her rê û rêbazê divê têkoşîn bê meşandin û got, “Dubare dikim, bi her rê û rêbazê divê şer bê kirin, têkoşîn bê meşandin. Ev gelekî girîng û bi wate ye. Divê her kes tevlî bibe, bibe yek û bi yekîtiya antîfaşîst têbikoşe. Lê belê ya ku vê têkoşînê mezin bike û bi ser bixîne berxwedana çekdarî ya şoreşgerî ye, berxwedana gerîla ye, berxwedana xweparastinê ye. Pêşeng ev e. Yê ku dil û mejiyê xwe dikare rake divê tevlî vê berxwedanê bibe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

DGH nahêle Tiryakfiroş bêhn bigrin

Nivîsa Pêş

Leyla Amed: Dem dema ku bi hêstên tolhildanê li dijmin dayinê ye

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Leyla Amed: Dem dema ku bi hêstên tolhildanê li dijmin dayinê ye

Leyla Amed: Dem dema ku bi hêstên tolhildanê li dijmin dayinê ye

Dagirkeran bombe li gundekî Minbicê barand

Dagirkeran bombe li gundekî Minbicê barand

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.