Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

KCK: Bi şewitandin û wêrankirina cografyaya Kurdistanê hewl didin gelê Kurd bitepisînin

Çewlik, Dersim, Amed û Bedlîs qadên girîng ên daristanî yên Kurdistanê ne. Xwedîderketina li welêt beriya her tiştî xwedî derketina li cografyayê ye

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
02/09/2021 - 10:34
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Xwezaya Kurdistanê qada jiyanê ya gelê Kurd e. Daristan jî cegera wê ne. Lewma êriş yekser li ser jiyana gelê Kurd e. Xwezaya Kurdistanê yek ji qadên herî girîng ên jiyana li Kurdistanê ye; Botan bi xwezaya xwe qada herî girîng a jiyanî ya Kurdistanê ye. Ev erdnîgariyên ku qadên bihuştî yên Kurdistanê ne, niha ji aliyê dewleta Tirk a qirker mêtinger ve bi agirê dojehê hewl tê dayin bê tunekirin. Çewlik, Dersim, Amed û Bedlîs qadên girîng ên daristanî yên Kurdistanê ne. Xwedîderketina li welêt beriya her tiştî xwedî derketina li cografyayê ye.”

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de wiha hate gotin: “Îsal ji ber germahiya zêde ya krîza avhewayê û bêtedbîriya hikumeta AKP-MHP’ê ya li dijî şewatê, li Tirkiyeyê agir bi daristanan ket û qadeke berfireh a daristanî şewitî. Vê rastiyê raxist pêş çavan ku li Tirkiyeyê têkoşîna ekolojîk çiqasî girîng û karekî lezgîn e.

Li Kurdistanê jî weke beşek ji şerê qirkirinê yê li dijî gelê Kurd, daristan têne şewitandin û destûr nayê dayin ku bê vemirandin. Li Kurdistanê daristan her sal têne şewitandin. Her êrişa bi balafiran tê kirin, her êrişa bi helîkopteran tê kirin, her êrişa bi topbaranê dibe sedema şewatê. Di encama vê yekê de li Kurdistanê cihek nema ye ku agir pê neketiye. Li herêmên Derya Spî, Ege û Marmarayê bi kêmanî jî be hewl tê dayin ku şewat bê vemirandin û destûr tê dayin ku xelk şewatê vemirîne. Lê belê dema ku mesele dibe daristanên li Kurdistanê hingî destûr nayê dayin ku şewat bê vemirandin. Ev rastî radixe pêş çavan ku daristanên li Kurdistanê bi zanebûn têne şewitandin.

ARTÊŞA TIRK BI BOMBEKIRINÊ AGIR BI QADÊ DIXE

Sala 2021’ê li gel êrişên qirkirinê yên li ser gerîla û gelê Kurd, şewata li daristanan jî zêde bûye. Bi meha Gulanê re di serî de Botan, Amed û Herêmên Parastinê yên Medyayê li her devera Kurdsitanê bi êrişên bi balafiran, helîkopteran û topbaranê agir bi qadê xistin. Ji hingî ve li Kurdistanê şewata daristanan dewam dike. Demên dawî li Dersim, Çewlik, Amed, Sêrt, Şirnex û Bedlîsê, ji ber bombardûma artêşa Tirk agir bi qadê ket û ev şewat bi rojan e, bi hefteyan e dewam dike. Ji ber hestiyariya bi şewata li Tirkiyeyê rû da, yekemcar şewata li Kurdistanê di vê astê de ketiye rojevê.

Dewleta Tirk çawa ku ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd gund şewitand û xera kir, bi milyonan Kurd koçberî metropol û Ewropayê kir, bi zext û zilmê hewl da ku gel ji têkoşîna azadiyê vegire, bi heman zîhniyet û armancê agir berdide daristanan. Bi gotina, ‘Li Tirkiyeyê hewl tê dayin ku şewata li daristanan bê vemirandin, lê çima li Kurdistanê hewl nadin vemirînin’ gelê Kurd ji xwe zane ku dewleta Tirk çima daristanan dişewitîne.

BI ŞEWITANDINA COGRAFYAYA KURDISTANÊ HEWL DIDIN GELÊ KURDISTANÊ BITEPISÎNIN

Aliyekî din ê gotinên ‘me bi vî rengî lê da, em ê bi vî rengî biqedînin’ ên serokkomar, wezîrên karên hundir û parastinê yên Tirk, hewldana ji bo herimandin û têkbirina cografyaya Kurdistanê ye. Bi şewitandin û wêrankirina cografyaya Kurdistanê hewl didin gelê Kurd bitepisînin. Lê belê êrişên topyekûn ên mêtingeriya qirker, hêrsa gelê me mezintir dike û zextên giran bi xwe re têkoşîna li dijî mêtingerî qirkeriyê tîne. Di encama têkoşîna gelê me û hêzên demokrasiyê de desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê hatiye ber hilweşînê.

Xwezaya Kurdistanê qada jiyanê ya gelê Kurd e. Daristan jî cegera wê ne. Lewma êriş yekser li ser jiyana gelê Kurd e. Xwezaya Kurdistanê yek ji qadên herî girîng ên jiyana li Kurdistanê ye; Botan bi xwezaya xwe qada herî girîng a jiyanî ya Kurdistanê ye. Ev erdnîgariyên ku qadên bihuştî yên Kurdistanê ne, niha ji aliyê dewleta Tirk a qirker mêtinger ve bi agirê dojehê hewl tê dayin bê tunekirin. Çewlik, Dersim, Amed û Bedlîs qadên girîng ên daristanî yên Kurdistanê ne. Xwedîderketina li welêt beriya her tiştî xwedî derketina li cografyayê ye. Feraseta endustriyalîzmê ya modernîteya kapîtalîst li cîhanê xwezayê tune dike û dibe sedema guhertina avhewayê. Li Kurdistanê jî mêtingeriya qirker a ku dixwaze gelê Kurd qir bike û Kurdistanê biherimîne, xwezayê talan dike. Lewma têkoşîna li Kurdistanê têkoşîna li dijî qirkirinê di heman demê de xwedîderketina li xwezayê ye.

Rêber Apo ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê ya mirovahiyê, têkoşîna azadiya jinê û têkoşîna ekolojîk diyarker dîtiye. Hem ji bo xwedîderketina li qada jiyanî ya Kurdistanê hem jî ji bo meşandina têkoşîna demokrasî û azadiyê bi rengekî hevgirtî, divê têkoşîna ekolojîk li her derê bê birêxistinkirin û xurtkirin. Têkoşînek ji vê bêhtir mafdar û rewa nîne. Têkoşîna bi vî rengî heta niha bi têrkerî nehate meşandin. Divê were zanîn ku mêtingeriya qirker bi zanebûn qadên jiyanî yên gelê Kurd tune dike û li dijî vê têkoş bê meşandin.

Gelê me ji bo Dersima xwe, Botana xwe, Ameda xwe, Garzana xwe, Çewlika xwe û Serheda xwe biparêze, bi lez û bez xwe bi rêxistin bike û têkoşînê geş bike. Li Kurdistanê bi têra xwe mirovên me yên welatparêz ên têgihiştî hene ku li Kurdistanê têkoşîneke bi vî rengî bimeşîne. Ji xwe gelê me bi temamî wê ji bo xwedîderketina li qada xwe ya jiyanê tevlî nava vê têkoşînê bibe.

Bêguman li ku derê şewatek hebe divê gelê me xwe bi rêxistin bike û vemirîne; li dijî yên dişewitînin jî helwestê nîşan bide û bi vî rengî pêşî li van şewatên ji bo qirkirinê bigire.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ewropayê Ciwan li ser piya ne – Serok Apo re Azadî

Nivîsa Pêş

Vîdeoya Ciwanên Ewropayê ya bangawaziya Meşa Dirêj

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Vîdeoya Ciwanên Ewropayê ya bangawaziya Meşa Dirêj

Vîdeoya Ciwanên Ewropayê ya bangawaziya Meşa Dirêj

Çalakiyên HRE’ê: 16 leşker û çete dagirker hatin kuştin

HRE Li Efrîn, Bab û Ezazê 12 dagirker kuştin

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.