Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Andok Çekdar: Ciwanên Kurdistanê divê tevlî nava refên gerîla bibin û faşîzmê têk bibin

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Andok Çekdar anî ziman ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê ava bû, têkoşîneke ciwanên Kurdistanê ye û got, "Ya hate wergirtin biryara azadbûnê ye. Biryara rizgarkirina Kurdistanê ye. Biryara afirandina Kurdîtiya Azad e."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/08/2021 - 10:13
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Andok Çekdar: Ciwanên Kurdistanê divê tevlî nava refên gerîla bibin û faşîzmê têk bibin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Andok Çekdar ANF’ê re axivî.

Andok Çekdar di destpêkê salvegera 37’an a Pêngava 15’ê Tebaxê li tevahiya gelê Kurdistanê û ciwanên Kurdistanê yên Apoyî pîroz kir û di şexsê fermandarê mezin Mahsûn Korkmaz de şehîdên pêngava şoreşgerî bi hezkirin, rêzdarî û bi minet bi bîr anî.

Andok Çekdar anî ziman, Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê ku weke fîşeka destpêkê tê pênasekirin, bi îradeya ciwanên Kurdistanê, biryara jiyana azad a li dijî faşîzmê afirandiye û wiha dewam kir, “Weke fîşeka destpêkê ya li dijî faşîzm û koledariyê diyar bûye. Ev fîşeka ku li koletî û faşîzmê hate xistin, Kurd ji xweliyên xwe ji nû ve afirand, hişmendî da, bi fedakarî û wêrekiyê tevlî pêvajoyekê kir. Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê bêguman xwe dispêre vê zemîna dîrokî, vê mîrateya danheviyê.”

Andok Çekdar destnîşan kir, ev pêngav pêvajoyeke ku bi biryara azadî û hebûnê ya Rêber Apo di Newroza 1973’an de wergirt, dest pê kir. Andok Çekdar got, “Ji xwe ev pêvajo piştre bi navê Şoreşgerên Kurdistanê weke tevgereke ciwanan dest pê kir. Li ser ruhê têkoşîn û dînamîzma ciwanan bi pêş ket. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi pêşengiya Fermandar Mahsûm Korkmaz li Dihê û Şemzînanê bi pêngava gerîla dest pê dike. Têkoşîna ku qonax bi qonax mezin bû, bi wêrekî, biryardarî û fedakariyê li dijî mêtingeriyê, koletiyê û hewldanên qirkirina Kurdan, biryareke, helwesteke. Ji ber vê yekê wêrekiyeke mezin dide tevahiya Kurdistanê. Wêrekiyê dide gel û ciwanên Kurdistanê. Li ser vê yekê pêl bi pêl ji bajarên Kurdistanê tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû. Û bû têkoşînek ku ji daxwaza azadiyê ya ciwanan pêl bi pêl mezin bû.”

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Andok Çekdar anî ziman ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê re gerîlatiya li çiyayên Kurdistanê ava bû, têkoşîneke ciwanên Kurdistanê ye û got, “Ya hate wergirtin biryara azadbûnê ye. Biryara rizgarkirina Kurdistanê ye. Biryara afirandina Kurdîtiya Azad e. Lewma têkoşîneke ciwanên Kurdistanê ye ku dilê xwe ji bo azadiyê lê dide.”

Têkildarî rola ciwanan a di sala 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de Andok Çekdar diyar kir ku Komalên Ciwan bi armanca qewirandina mêtingeriyê ji Kurdistanê, avakirina welatekî azad û jiyaneke demokratîk kar dike, têdikoşe û got, “Di sala 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê de di çarçoveya pêngava azadkirina Rêber Apo û Kurdistanê de em bi biryar in ku derba kuştinê ya dawî li dijmin bixe û dijmin ji Kurdistanê biqewirîne. Bi vê armanc, îdîa û biryardariyê em ê bi hemû hêza xwe seferber bibin, têkoşînê dewam bikin. Di rewşekê de ku ji bilî têkbirina faşîzmê rêyeke din, jiyaneke din nehatiye hiştin, em di demekê de ne ku faşîzm bi rengekî topyekûn êriş dike, hewl dide Kurdan qir bike.

Lewma li her devera Kurdistanê, rejîma qirker ji bo kuştina Kurdan zend û bend ba daye û dest bi êrişeke berfireh kiriye.Faşîzm li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê, li gel Bakurê Kurdistanê li Rojava û Başûrê Kurdistanê her roj ji bo tunekirina Kurdan, ji bo tunekirina nirxên bi berdêlên mezin ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hatine afirandin tune bike bi her rê û rêbazê êriş dike. Di pêvajoyeke wiha de ji bilî xweparastin û bexwedanê şensekî din ê Kurdan nemaye.

Rejîma qirker faşîst her roj bêhtir har dibe û ji bo qirkirina Kurdan şer dike, êriş dike. Di pêvajoyeke wiha de ku ciwanên Kurdistanê her tim dibe hedefa zilm, îmha û înkarê, di demekê de ku li metropolên Tirkiyeyê her roj êriş li dijî Kurdan tê kirin, dem hatiye ku ciwanên Kurdistanê bi her awayî li dijî mêtingeriya har a faşîst bikeve nava liv û tevgerê. Bi vê bawerî û wêrekiyê em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li refên gerîla tevlî berxwedanê bibin û faşîzmê têk bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Efrînê dest bi pîrozbahiyên 15 Tebaxê kirin

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk sîxurtiyê li ser ciwanên Kurd ferz dike – Ciwan bi rûmet in

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk sîxurtiyê li ser ciwanên Kurd ferz dike – Ciwan bi rûmet in

Dewleta Tirk sîxurtiyê li ser ciwanên Kurd ferz dike - Ciwan bi rûmet in

Xebat Andok: Gel ji gerîla hez kiriye û ji gerîla bawer kiriye

Xebat Andok: Gel ji gerîla hez kiriye û ji gerîla bawer kiriye

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.