Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Kurd divê ji xefleta nemanê hişiyar bin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/05/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Kurd divê ji xefleta nemanê hişiyar bin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand
Gelo gerîla çima ewqas fedaî û canbexşane li ber xwe dide? Bersiva wê ev e, ji ber ku gerîla dizane armanc qirkirin e, lewma wisa destanî û mezin têdikoşe, xwe feda dike. Wê demê wezîfeya me tevan ew e ku bi qasî gerîla li dijî vê êrişê 24 saetan çalak bin.
Tevgera dagirkirinê ya dewleta Tirk 20 roj li pey xwe hiştin. Êrişên dagirkirinê bi berfirehî û kûrahî dewam dikin. Gerîlayên azadiyê jî berxwedana parastina Kurdistanê dikin. Şerê li dijî dagirkeriya Tirkiyê mezin e. Êrişên hewayî û bombebarana balafirên şer û helîkopterên artêşa Tirk dikin, ne kêmî yên Şerê Cîhanê yê Yekê ne. Jixwe, balafirên bê mirov jî 24 saetan li hewayê ne. Hema bibêjin, bostek axa Kurdistanê ya nehatî bombekirin nema.
Di nava 20 rojên dawî de balefir, helîkopter û dronên bê sîleh bi hezaran caran bombe li axa Kurdistanê barandin. Daristanan dişewitînin, zinar û latan hildiweşînin, qira xwezayê tînin. Gazên jehrî li herêmên gerîla dibarînin. Kurtûkurmancî li ber çavên dinyayê ti sucê di dema şer de nemaye ku nakin. Ewrûpa û Emerîka ya nirxên wan ên sereke berjwendî ne, li hemberî vî şerê qirêj, bêdeng dimînin. Em lê serwext dibin, ji bo dewletên mutefîkê NATO’yê ne, her cûre qirkirina xwezayê û sucên li dijî mirovahiyê, serbest e.

Tevgera azadiyê ya Kurdistanê ev êrişa li dijî herêmên parastinê yên Medyayê wekî êrişa qirkirinê pênase kir. Armanc ew e ku hêza herî çalak û berxwedêr a Kurdan, canbexşên Kurdistanê tine bikin, polîtîkayên qirkirinê bibin serî. Qirkirina Kurdan êdî ne îhtîmaleke dûr e, lê tehlûkeyeke nêzîk e. Jixwe, niha li Bakûrê Kurdistanê polîtîkayên qirkirinê pirralî pêk tînin. Dixwazin hêza gerîla û tevgera azadiyê ya li hemberî vê qirkirinê asteng û bend e, tine bikin, bi vî rengî qirkirinê belavî beşên din yên Kurdistanê jî bikin.

Başûrê Kurdistanê jî gav bi gav dixin nava vê pergala qirkirinê. Lê li dijî van êrişên qirkirinê li beşên din ên Kurdistanê hişyarî û helwêst kêm e. Hema bêjin ev êrişên qirkirin û tinekirinê normal tên pêşwazîkirin. Nêzîkatiyeke kêm heye, heckû ev êriş ji rêzê ne. Ji Kurdan re ev xefleteke mezin e. Lazim e Kurd hemû, demildest ji vê xefletê şiyar bin. Va ye, em hemû jê re dibêjin êrişên qirkirinê. Heke wisa ye, êriş bi armanca qirkirina me pêk tên, em ê çawa kêm û lawaz nêzîk bibin? Dîrokê jî wiha nivîsiye, li cihekî heger êrişa qirkirinê heye, kes nikare normal bijî. Ne dikare normal razê, ne jî dikare normal bixwe û vexwe.

Ma dema kêr hestî dibire, jiyana ji rêzê û normal çiqasî mumkin e? Em Kurd jî nikarin ji rêzê û normal bijîn. Lewma em di demeke wisa de ne, divê Kurd hemû dest ji jiyana xwe ya normal û ji rêzê berdin. Nêzîkatiyên ji rêzê û normal, pejirandina qirkirinê û mirinê ye. Stûyê xwe danîna ber kêra qirkirinê ye. Lazim e, di demên wisa de karên rûtîn hemûyan em daynin milekî. Bifikirin, kujerekî kêr daniye ser stûyê we, dixwaze we bikûje, hûn ê çi bikin?. Bêguman hûn ê li ber xwe bidin. Rewşa Kurdan ya niha jî ev e, li dijî qirkirinê dema berxwedanê ye. Di serî de jin û ciwan, kal û pîr, zar û zêç ti Kurd nikare di mala xwe de rihet rûne. Divê herkes li dijî qirkirinê rabe ser xwe. Heger na, wekî Ermeniyan em ê jî qirkirinê bi bîr bînin û qirkeran şermezar bikin. Tecrûbeyên dîrokî vê piştrast dikin, heger tu li ber xwe nedî, dijminên te dê encamê diyar bikin. Ê baş e, piştî ewqas têkoşîn, hêz û tevgera mezin a şoreşger, sekneke wisa çima û çawa dibe?

Kurtûkurmancî êrişa dewleta Tirk li dijî Kurdan mezin e, ciddî ye. Divê herkes wê ciddî bibîne û binirxîne, li gorî wê demildest zend û bendan bade. Em rabin, bibêjin artêşa dagirker êriş dike, gerîlayên leheng li ber xwe didin û li çepikan bidin, bi heyranî temaşe bikin, nabe. Ev rewşa xefletê ye. Heqîqet dijwar e, şer mezin e. Bêyî gel li her meydanê rabe, tevlî vê berxwedanê bibe, em rabin bibêjin gerîla li ber xwe dide, Kurdistanê rizgar dike ti tiştî îfade nake, ev rewşa xefletê ye.

Serwextnebûna li mezinbûn û armanca êrişê, xwekuştin e. Ji serî ve em lêvegerin û bipirsin, gelo gerîla çima ewqas fedaî û canbexşane li ber xwe dide? Bersiva wê ev e, ji ber ku gerîla dizane armanc qirkirin e, lewma wisa destanî û mezin têdikoşe, xwe feda dike. Ji ber liberxwenedan, mirina Kurdan hemûyan e. Her rojê bi hezaran car, mirin e. Ji ber vê, gerîla bêyî dudilî bi ser dijmin de diçin û şehîd dibin.

Wê demê wezîfeya me tevan wekî gel, jin, ciwan, kal û pîr, zar û zêç, dost û nasan tevan, ew e ku bi qasî gerîla, heta bi çavê gerîla li meselê binihêrin, vê tehlûkeya mezin bibînin, li dijî vê êrişê 24 saetan çalak bin. Ku em vê rastiyê nebînin, ji xefletê jî wêdetir, em ê xiyanetê li xwe bikin.
Bi kurtî plan û armanceke vê êrişê heye. Divê herkes, her sazî vê rastiyê bibîne, kar û xebata rûtîn, jiyana normal biterikîne. Divê her yek ji me jiyana xwe hemûyî li gorî têkbirina vê êrişê bi rêxistin û plan bike.

Heta niha kêm mabe jî, ji niha pê ve, divê hêzên siyasî yên Kurd hemû, sazî, beşên civakê, takekes xebat û planên xwe yên berê daynin aliyekî, xwe li gorî têkoşîn û berxwedana li dijî qirkirinê jinûve ava û plan bikin. Gotina ‘kêr gihaye hestî’ vê tevgera qirkirin û dagirkirinê jî îfade dike. Ev dem, ne demên normal in. Heke qirkirinê li ser me ferz dikin, em ê jî wekî gel refleksa jiyanê nîşan bidin. Refleksa jiyanê jî çalakbûn û xwepêşandan e. Ji Başûr heta Bakur, Rojava û Rojhilat, Ewrûpa û her devera dinyayê divê her Kurd çalak be, berxwedana xwe nîşan bide. Yan na, di destê Kurdan de wê ti qezencek nemîne. Ne Başûr, Ne Bakur, ne Rojava, ne Rojhilat, ne jî rêxistiniya me ya li Ewrûpayê ya civakî, siyasî û çandî namîne, hemû dê ji dest biçin.

Tenê bi parastina herêmên Medyayê û têkbirina vê êrişê hebûn, jiyan û paşeroja Kurdên li her deverê, dikare pê parastin.

Bi hêviya li her beşê Kurdistanê û derveyî welat Kurd armanc û ciddiyeta vê êrişê fêm bikin, ji vê rewşa kêm û lawaz derkevin, bersiva pêwîst bidin, li her derê rabin ser xwe, vîn û îradeya Kurdê azad nîşan bidin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Li Ser Xaka Welatê Xwe, Weke Stêrka Geş Bilind Bû

Nivîsa Pêş

Dîmenên çalakiya YJA Starê ya li Metînayê hat parvekirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dîmenên çalakiya YJA Starê ya li Metînayê hat parvekirin

Dîmenên çalakiya YJA Starê ya li Metînayê hat parvekirin

Greva Birçîbûnê di roja 169’an de ye

Greva Birçîbûnê di roja 169'an de ye

Manşet

  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.