ZURICH – Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan danê nîvro li avahiya CPT’yê de ciwana xwepêşandana protestoyî pêk anî bû. Polêsan êrîşê vê protestoyê kirîbû. ev êrî ji aliyê ciwanan ve hate protesto kirin.
Ciwan û gelê Kurdistanê ku li ser banga TCŞ Zurich re hatin cem hev, li stasyona trenê ya navendî ya Zurich çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelan Ocalan û alên PKK hatin hilgirtin, pankartên bi Elmanî yên “Bila CPT bêdengiyê bişkîne” û “Dem Dem e: Ji Ocalan re Azadî – Bi Hev Re Serhildan” hatin vekirin.
Dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Es lebe Ocalan (Bijî Ocalan)” û “Bijî Serok APO” hatin qîrîn.
Çalakiya ku di saet 18’an de dest pê kir û nêzî 20 deqeyan dom kir, bala mirovên derdorê kişand ser xwe, çalakgeran diyar kirin ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çi ji destê wan were ew ê bikin û bang li her kesê kirin ku tevlî çalakiyan bibin.


