Enter your email Address

Cumartesi, Şubat 7, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Bajarê Serhildan û Newrozê

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/03/2021 - 0:04
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Girtiyên ji Berxwedana Nisêbînê: “Em cezayê ku hûn bidin nasnakin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Aslan ASLAN nivîsand 
Nisêbîn êdî bûbû navê serhildan û Newrozê. Piştî salên 1990’î xwendekar û ciwanên wê di nava refên gerîla de cih girtin. Ji bo doza Kurdistanê ketin ser rêya azadiyê.
Hin dever hene bi dîrok û xwezaya xwe tên naskirin. Hin dever jî hene bi heybet û bedewbûna xwe tên naskirin. Lê hin dever jî hene her tiştî dihewînin. Yek ji wan deveran jî Nisêbîn e. Ew bajarek e ku wekî cihê serhildanê hatiye binavkirin. Eger em li dîrokê vegerin, em ê biçin beriya zayînê bi 4 hezar û 500 salan. Ev bajar cara pêşî ji aliyê Sûbariyan ve tê avakirin ku wekî pêşiyên Kurdan tên binavkirin. Piştre şahên Sumeran navê Nîrbo li bajêr dikin. Bi demê re jî ev nav diguhere. Di dîroka xwe de bajar li gelek şer û bûyeran şahidiyê dike. Zanîngeha yekemîn li Nisêbînê tê avakirin. Ji aliyê ilmî û zanistî ve gelek kesayetan mezin dike. Wekî din beriya zayînê bi hezar û 500 salî Mîtanî li ser wê axê hikûm dikin. Ew jî wekî pêşiyên

Kurdan tên naskirin. Ji ber axa wê ya bi bereket û ava wê ya spî ji gelek şaristaniyan re mêvandarî kiriye. Di pirtûkên dîrokê de jî navê Nisêbîn gelekî cih digire. Ji ber ku li ser riya hevrîşim cihê xwe digire, her tim bûye cihê çûnûhatinê. Ji ber vê dîroka xwe ya qedîm jî bûye xwedî nasnameyeke cuda.

Eger em li salên nêz jî binêrin nasnameya wê ya siyasî derketiye pêş. Ji salên 1900’î û şûnde kesayet û navdarên ji Nisêbînê di partiyên siyasî de cihê xwe girtine. Dema ku sînorekî dixin navbera wê û Qamişlo stratejiya bajêr hê zêdetir dibe. Ew êdî dibe bajarekî li ser sînor. Ji salên 1970’yî şûnde jî welatiyên Nisêbînê dikevin pey doza Kurd û Kurdistanê. Dema ku PKK tê avakirin û komên Apocî berê xwe didin Nisêbînê. Ciwanên li bajêr jî ji PKK’ê bi bandor dibin û beşdarî nava nava refên gerîla dibin.

Dema em behsa Nisêbînê bikin, divê Çiyayê Bagokê jî neyê jibîrkirin. Ew çiyayê ku di 1’ê Nîsana 1988’an de bûye qada şerê navbera gerîla û dagirkeran. Di wî şerî de 20 gerîlayên ARGK’ê şehîd dibin. Bagok jî dibe şahidê lehengiya wan qehremanan û bi vî navî di dîrokê de cihê xwe digire. Bûyera ku herî zêde navê Nisêbînê bide bihîstin jî serhildana sala 1990’î ye. 13’ê Adara sala 1990’î li navçeya Mêrdînê Stewrê, li Girê Şêra 13 gerîlayên ARGK’ê şehîd bûn. Pirraniya gerîlayên şehîd, ji Nisêbînê bûn. Di nava wan de endamên komîteya navendî ya PKK’ê hebûn. Dema ku cenazeyê Kamûran Dundar birin Nisêbînê gel serî hilda. Zêdetirî 10 hezar kesî daketin meydanan û cenaze pêşwazî kirin. Polêsên Dewleta Tirk di dema meşê de gule reşandin ser gel û ciwanê 19 salî Şemsettîn Çiftçî qetil kirin. Vê yekê hêrsa gel a li dijî dewletê zêdetir kir. Li aliyê din ê sînor xelkê Qamişlo jî ji bo Nisêbînê rabû serî hilda, û xelk çû ber têlan. Li Cizîr, Hezex û Silopyayê jî serhildanên gel çêbûn. Xwendekarên li zanîngehan jî amadekariya salvegera yekemîn a komkujiya li Helebceyê dikirin û ev çalakî jî veguherîn serhildanê.

Cara pêşî bû ku li Bakurê Kurdistanê bi vî rengî serhildan çêbûbû û dewleta Tirk ketibû tengasiyê. Newroza 1990’î veguherîbû Newroza serhildanê. Newrozên di pey re jî bi ruhê serhildanê hatin pêşwazîkirin. Lê Newroza pey wê re ango Newroza 1992’an dewletê komkujî kirin. Li Cizîra Botan hêzên dewletê gule reşandin ser xelkê di pîrozbahiya Newrozê de û bi dehan kes qetil kirin. Heman rojê pîrozbahiyek li Nisêbînê hebû û bê pirsgirêk derbas bû. Lê çawa ku xelkê Nisêbînê bi komkujiya Cizîrê hisiya, roja din daket meydanan. Polês û tîmên taybet li ser pira şehîdan rê li ber gel girt û gule reşandin. Panzerên polêsan bi ser gel de meşiyan û pê li xelkê kirin. Di encama vê komkujiyê de jî 21 kes li Nisêbînê hatin qetilkirin. Li Şirnex û navçeya wê Hezexê jî bi heman rengî komkujiyên dewleta Tirk çêbûn. Di encama van komkujiyan de zêdetirî 100 kesî şehîd bûn. Newroza 1992’yan bi vî rengî bû Newroza şehîdan. Piştî wê rojê agirê Newrozê bi serhildanên Nisêbîn û Cizîrê geş bû. Nisêbîn êdî bûbû navê serhildan û Newrozê. Piştî salên 1990’î xwendekar û ciwanên wê di nava refên gerîla de cih girtin. Ji bo doza Kurdistanê ketin ser rêya azadiyê.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Diyaloga Şehîd Hozan Serhed a bi Rêber Apo re

Nivîsa Pêş

Ciwanên Mêrdînê Agirê Newrozê geş dikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Mêrdînê Agirê Newrozê geş dikin

Ciwanên Mêrdînê Agirê Newrozê geş dikin

Ciwanên Amedê bi coşa Newrozê ve agir pêxistin

Ciwanên Amedê bi coşa Newrozê ve agir pêxistin

Manşet

  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye
  • Ciwanên TCŞ Li Dijî Dorpêçkirina Kobanî Li Kolanên Hamburgê Bûn
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava
  • KCK’ê Qurbaniyên Erdheja 6’ê Sibatê Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Berlînê Kampanyaya Broşûran Li Dijî Êrîşên Dagirkirinê Yên Li Ser Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bayîk: Li Rojava Civaka Demokratîk û Îradeya Kurd Di Hedefê De Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nobeta Ciwanan li Hesekê: Yekbûna Li Ser Ramanên Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.