Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Endamê Fermandariya Eyaleta Heftanînê Bargiran Erkendî şehîd bû

"Hevrêyê me Bargiran 20 salên jiyana xwe ya têkoşînê û 17 salên şervaniya xwe ya gerîla bi meşeke bênavber a bi ruhê fedayî û bi coşa şoreşgerî derbas kir."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/01/2021 - 12:24
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 62 mins read
A A
HPG: Endamê Fermandariya Eyaleta Heftanînê Bargiran Erkendî şehîd bû
ParvekeTweet

BEHDÎNAN –HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ve şahadeta Endamê Fermandariya Eyaleta Heftanînê Bargiran Erkendî parvekir.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker, ku di Tebaxa 2019’an de ji bo dagirkirina herêma Heftanînê da destpêkirin, salek û pênc meh li pey xwe hişt. Lehengên Heftanînê ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker bi lehengiyeke bêhempa li ber xwe didin û têdikoşin, ji bo vê êrişa dagirkeriyê têk bibe, dest bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê kirin. Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê ku di dîroka me ya têkoşînê de rûpelekî nû yê berxwedanê li destanên lehengiyê zêde kir, bi saya wêrekî û keda mezin a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, bi xeta serdema nû ya gerîla, bi taktîkên afirîner ên şer û performansa şer a gerîla, kir ku dijminê mêtinger gelek kuştiyan bide. Teknîka ku radestî artêşa Tirk a dagirker hate kirin, li Heftanînê hate bikaranîn. Sal û nîvekê bênavber bombardûmaneke giran kirin. Bi balafirên keşfê û şer, qada Heftanînê kirin qada operasyona hewayî ya bênavber. Lê belê artêşa Tirk lig el êrişên xwe hemûyan jî bi ser neket û derbên giran xwar. Artêşa Tirk piştî berxwedanên dîrokî yên Sûr û Nisêbînê, vê carê li pêşberî berxwedana Cenga Heftanînê kete nava sendromê, gelek ji dagirkerên bi peyman îstifa û fîrar kirin. Artêşa Tirk ku bi bikaranîna cerdevanan û çeteyan hewl dide xwe li Heftanînê bigire, ji aliyê psîkolojîk ve têk çû.

PÊNGAVA CENGA HEFTANÎNÊ BÛ HÊVIYA GELAN

Gerîlatiya modernîteya demokratîk li Heftanînê bi rengekî hîn şareza hate bicihanîn, taktîkên afirîner hatin bikaranîn, bi sîstema bin edê û rêbaza şerê li gorî qadê, artêşa Tirk û teknîka wê têk birin. Performansa şer a bexwedêrên Cenga Heftanînê û hunera bicihanîna xeta gerîla ya serdema nû, baweriya bi taktîka gerîla mezin kir ku bû hêviya gelên azadîxwaz. Her wiha careke din nîşan da ku serdest dikarin bên hilweşandin û têk birin. Ji ber vê yekê Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê û pratîka wê ne tenê ji bo gelên Kurdistanê, her wiha ji bo gelên bindest hemûyan veguherî hêviyê.

Pratîka Cenga Heftanînê ya destana lehengiyê, bêguman bi ked, hewldan û berdêlên mezin, bi têkoşîna bêeman afirî. Hevrêyên me yên leheng ên şehîd bûn, gerîlatiay modernîteya demokratîk ku hêviya gelên bindest e, bi şarezayî bi cih anîn û bi vî rengî bûn hêza pêşeng a fermandariyê ya vê berxwedanê. Berxwedêrên Cenga Heftanînê baweriya mezin, îradeya Apoyî ya ji pola, biryardariya qewîn, kûrbûna di rê û rêbazên şer de, hewldan, ked û israra bêhesab ev lehengiya hêjayî peyindayinê ye bi xwe re afirand. Di şexsê Rûbar, Bêrîtan, Zelal, Mazlûm û Tolhildanan de ruhê bilind ê êrişê yê hate nîşandan, berxwedana jinên Kurd ên azad a bi pêşengiya Esmer û Nûcanan, xeta milîtaniyê ya di şexsê Rustem û Bêrîtanan de hate temsîlkirin, destanên nû afirandin.

Ji roja ku êrişa dagirkeriyê dest pê kir û pê ve, yek ji hevrêyên ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de bi roleke çalak tevgeriya, pêşengî ji berxwedanê re kir û pratîka fermandariya Apoyî ya serketî nîşan da, endamê Fermandariya Eyaleta Heftanînê hevrêyê me Bargiran Erkendî bû. Ji fermandarên leheng ên berxwedana Heftanînê hevrêyê me Bargiran di 20’ê Tebaxa 2020’î de li Heftanînê di êrişa hewayî de şehîd bû.

Nasnav: Bargiran Erkendî
Nav paşnav: Hasan Guner
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Dîvane-Mahmût
Dem û cihê şehadetê: 20’ê Tebaxa 2020’î / Heftanîn

Hevrêyê me Bargiran Erkendî li herêma Garisa ya Botanê, li gundê Erkendî ku bi welatparêziya xwe ya xurt tê naskirin, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di encama şewitandina gundên Kurdistanê de ku yek ji polîtîkayên hovane yên dewleta Tirk a qirker a li dijî mirovahiyê bû, malbata wî neçar ma koçî metropolan bike. Hevrêyê me Bargiran li cihekî dûrî Kurdistanê mezin bû. Lê hem bi hestên welatparêziyê yên mezin ên malbata xwe hem jî bi welatparêziya di dilê xwe de mezin bû. Di temenê zarokatiyê de li ber dijminê mêtinger rabû, têkoşiya, bi dilê xwe yê zarokatiyê li ber dijmin rabû û bû yek ji generalên biçûk. Hîn 14 salî bû hate girtin, têkoşîna xwe li wir dewam kir, piştî ku hate berdan jî têkoşîna xwe li cihê mayî dewam kir û careke din ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate girtin. Piştî ku hate berdan, ji bo têkoşîna xwe hîn bi xurtî û encamgirî bimeşîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

HEVRÊYÊ BARGIRAN MILÎTANEKÎ PÊŞENG Ê PKK’Ê BÛ

Bi çanda ku ji malbata xwe ya welatparêz wergirtî, bi dilnizmî û kesayetiya xwe ya têgihiştî, her wiha bi kûrbûna xwe ya li zindanan, di demeke kurt de li nava refên gerîla bi pêş ket û bû fermandarekî mînak. Ji Xakurkê heta Garê, dema ku faşîzma DAIŞ’ê êriş dikir ji berxwedana jinûve rizgarkirina gelek herêmên Kurdistanê heta berxwedana Cenga Heftanînê bi biryardarî û wêrekî li her deverê şer kir û bû fermandarekî pêşeng. Yek ji milîtanên pêşeng ên PKK’ê bû ku perwerdeyên partiyê yên navendî dît, ji bo paradîgmaya Apoyî, xet û pîvanên jiyanê yên Apoyî mayinde bike, kete nava hewldanên mezin. Bi tecrûbeya xwe, bi kûrbûna xwe û şervaniya xwe ya nava salan, bi sekna xwe ya fermandariyê ji bo Fermandariya Eyaleta Heftanînê hate tayînkirin.  Hevrêyê me Bargiran Erkendî ku hunera fermandariya Apoyî di kesayetiya xwe de bi şarezayî nîşan da, di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin û bû fermandarek ku hevrêyên xwe perwerde dikir, bi pêş ve dibir û bi hostatiyeke mezin dida şerkirin.

EM Ê DIJMIN JI VÊ XAKÊ BIQEWIRÎNIN

Ji bo birêxistinkirina Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê bi roleke mezin rabû, bi kîn û hêrsa li dijî dijmin gelek çalakî bi plan kir, pêk anî, derbên giran li dijminê dagirker xist û ceza kir. Di afirandina xeta gerîla ya serdema nû de, ji bo bicihanîna taktîkên encamgir ên gerîlatiya serketinê ya profesyonel a nûjen de kedeke mezin da û pêşengî jê re kir. Hîn ji destpêkê ve bi vê gotinê biryardariya xwe bi awayekî şênber nîşan da, ‘Em ê bi ser bikevin! Rêyeke din nîne! Soza me ya ji bo şehîdan, Rêbertî û gelê me ev e. Em ê vî dijminî ji vê xakê biqewirînin. Rêyeke din a vî karî nîne. Vaye em ji Heftanînê dest pê dikin’. Çalakiyên serketî yên li girên Şehîd Mervan, Konferans, Partîzan, Şehît Berîvan û Dûpişkê bi xwe koordîne kir. Bi ruhê Reşît Serdaran ku yek ji fermandarên me yên mezin ên pêşeng ê berxwedan û operasyonên şoreşgerî bû, di 8’ê Tebaxa 2020’î de derbeke gelekî mezin li dijminê dagirker xist, derseke dîrokî da û fermandarî ji operasyona şoreşgerî ya li Pîrbûlayê re kir ku di encamê de 22 kontra û dagirker hatin cezakirin, 8 hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xisitn ku yek ji wan bi tîpa Skorsky yek jî bi tîpa Kobra bû.

MEŞA BÊNAVBER

Hevrêyê me Bargiran 20 salên jiyana xwe ya têkoşînê û 17 salên şervaniya xwe ya gerîla bi meşeke bênavber a bi ruhê fedayî û bi coşa şoreşgerî derbas kir. Bi dilsoziya bi pîvana ’24 saetên Rêbertî û 24 saet gerîlatî’ meşa xwe ya şoreşgerî bi rêxistin kir. Hevrêyê me Bargiran mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt û şehîd bû. Ruhê têkoşînê, şervanî û sekna yek ji fermandarên mezin ên Pêngava Cenga Heftanînê hevrê Bargiran wê ji aliyê hevrêyên xwe ve mînak bê dîtin û meşa me ya şoreşê mezintir bike. Gelê Botanê yê welatparêz û ciwanên Kurdistanê wê bi hezaran Bargiranan ji nava xwe derxînin û her tim xwedî li bîranîna wî derkevin.

Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me fermandar Bargiran em sersaxiyê ji xelkê Erkendî û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HÊZÊN RIZGARIYA EFRÎNÊ NASNAMEYA ŞEHÎDEKÎ PARVEKIR

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Zarokên Agir şewatê dixe dilê faşizmê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Ji Zarokên Agir bîlançoya meha Gulanê: Gelek wesayit, fabrîka û kargeh hatine şewitandin

LEZGÎN - Zarokên Agir şewatê dixe dilê faşizmê

MLKP-Kurdistanê: “Gelê me xwedî li serhildanê derkeve û belav bike”

Girtiyên ji doza Partiya Komînîst, Lenînîst û Marksîst (MLKP) jî dest grevê dikin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.