Enter your email Address

Cuma, Aralık 19, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: PDK agahiyên şaş û manîpulatîf dide sefaretxaneyên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê û Bexdayê

"Çapemeniya PDK'ê û Serokwezîrê Hikumeta Başûr Mesrûr Barzanî, rojên dawî propagandaya dijber û xapandinê ya li hemberî tevgera me zêde kirine"

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
16/12/2020 - 12:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku agahiyên şaş û manîpulatîf ji konsolosxane û sefaretxaneyên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê û Bexdayê re tên dayin û bi vî rengî li dijî tevgera wan sor dikin.

Daxuyanî wiha ye:

“Çapemeniya PDK’ê û Serokwezîrê Hikumeta Başûr Mesrûr Barzanî, rojên dawî propagandaya dijber û xapandinê ya li hemberî tevgera me zêde kirine. Qîma xwe bi vê jî neanîne; agahiyên manîpulatîf didin konsolosxane û sefaretxaneyên welatên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê û Bexdayê û bi vî rengî hewl didin wan li dijî tevgera me sor bikin. Hin nûnertî û mîsyonên biyanî jî bi agahiyên berevajî û dûrî ji rastiyê yên PDK’ê xapiyan û li dijî tevgera me daxuyanî dan. Divê nûnertiyên welatên biyanî zanibin ku daxuyaniyên wan ên li ser agahiyên derewîn ên PDK û dewleta Tirk didin, zerarê didin yekîtiya Kurdan û aramiya herêmê.

‘PDK HEWL DIDE DESTHILATDARIYA AKP-MHP’Ê MAFDAR NÎŞAN BIDE

Ji berê ve PDK hem li nava raya giştî ya Kurd hem jî li derve hewl dide êrişên dewleta Tirk ên li ser tevgera me û gelê me rewa bike, bi vê armancê propaganda reşkirinê dike, hewl dide desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst qirker mafdar nîşan bide û tevgera me bike hedef. Hin hincetan pêşkêş dike, bûyeran berevajî dike û bi vî rengî hewl dide agahiyên çewt belav bike. Êrişa beriya du rojan a li Amediyê ya li dijî hêzên gerîla hate kirin, parçeyek ji vî karî ye. Hem bi vê êrişê hem jî bi propagandaya piştî êrişê xwestin ku bingehê ji êrişeke berfirehtir re amade bikin.

PDK’ê ev propagandaya xwe ya xapandinê û berevajîkirina rastiyê berfireh kiriye û propaganda wê dike ku li pişt çalakiyên tundiyê yên li nava tevgerên girseyî yên li Başûr de tevgera me heye. Tevgera me helwesta xwe ya di vê mijarê de beriya niha bi raya giştî re parve kir. Me careke din pêwîstî pê dît ku helwesta xwe bi raya giştî re parve bikin; Propagandaya ‘Daxwaz û pirsgirêkên aborî, civakî û demokratîk ên gelê Başûr nîne, lê belê hêzên derve ji bo Başûr tevlîhev bikin dibin sedema vê liv û tevgerê’ bi zanebûn tê kirin. Yên ku pirsgirêkên bûne sedema çalakiyên gel afirandine, polîtîkayên şaş ên desthilatdariya Başûr e.”

Careke din eşkere bûye ku ev propagandayên PDK’ê û dewleta Tirk derew in, bi zanebûn tên kirin û hewl didin bikin hinceta êrişa li dijî tevgera azadiyê. Ev êrişên li dijî gelê mû têkoşîna azadiyê, li Bakur, Rojava, Şengalê, Mexmûrê, Başûr û Rojhilat roj bi roj berfireh dibin. Propagandayên bi vî rengî, polîtîkayên qirkirina Kurdan ên dewleta Tirk rewa dike û paşeroja azad a gelê me dixe rewşeke metirsîdar.

PDK NAHÊLE CIVAKA ÊZIDÎ LI ŞENGALÊ VEGERE

PDK her wiha şerekî giran ê psîkolojîk û taybet dimeşîne û dibêje ‘PKK hikumeta Başûr qebûl nake, nahêle ku gundî li gundên xwe vegere, li pêşiya vegera xelkê Êzidî yê li kampan dibe asteng, li Başûr tevlîheviyê dike’. Armanca van hemûyan ew e ku gel bixapînin û êrişa li dijî PKK’ê rewa bike. Ji xwe berê jî îdîa dikir ku PKK statuya Başûr dixe tehlûkeyê û bi vê propagandayê hewl dida hincetê ji êrişê re çêbike. Niha jî bûyerên tundiyê yên di çalakiyên gel de rû dan dixe stuyê tevgera azadiyê û hewl dide van îdîayên xwe ispat bike, xurt bike û êrişên xwe rewa bike.

DAXWAZÊN GEL RAST IN Û MAFDAR IN

Daxwazên gel rast in û mafdar in. Lê belê bûyerên tundiyê zerarê dide çalakiyên rast û mafdar ên gel û tê xwestin ku vê yekê bikin bingeh ji êrişan û provokasyonên hêzên dijmin re. Lewma bûyerên tundiyê yên ku zerarê didin çalakî û daxwazên demokratîk rast nînin. Li aliyê din bersiva bi tundiyê ya li daxwazên mafdar ên gel pirsgirêkê girantir dike. Ji ber vê yekê pêwîstî bi wê yekê heye ku pirsgirêk bi diyaloga bi gel re û bi nêzîkatiya demokratîk bên çareserkirin.

Bi navê tevgera azadiyê, di nava ti hewldaneke tundiyê ya li Başûr de em nînin, em ne alîgirê wê ne û tiştekî wiha qebûl nakin. Îdîayên bi vî rengî hemû demagojî û propaganda derewîn e. Yên ku van daxuyaniyan dikin, hewl didin pirsgirêkan binixumînin û ji berpirsyariya bûyeran birevin. Em bang li gelê xwe û derdorên pêwendîdar dikin ku li hemberî van hesab û propagandayên qirêj helwestê nîşan bidin û pûç bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê de greva birçîbûnê

Nivîsa Pêş

Çavkaniyên YPG: Îftîrayên PDK’ê vala derxistin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk û Çeteyên wan li Efrîn’ê nikarin xwe bigrin; Di meha dawî de 34 çete û leşker hate kuştin

Çavkaniyên YPG: Îftîrayên PDK'ê vala derxistin

Sozdar Avesta: “Divê gelê Kurdistanê bi hêza xwe piştrast be”

Sozdar Avesta: Ez bi hezkirin û hurmet rêheval Beşîr bi bîr tînim

Manşet

  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.